Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

9 sal berê ruhê yekîtiyê Kobanê rizgar kir

Di ser berxwedana dîrokî ya Kobanê re 9 sal derbas bûn. Ji Meclisa Jinan a Kantona Firatê Sara Xelîl diyar kir ku bajar bi ruhê yekîtiyê hatiye rizgarkirin.

Di ser rizgarkirina bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 9 sal derbas bûn. DAIŞ ku di sala 2013’yan de hat damezrandin, di demeke kurt de gelek bajarên Iraq û Sûriyeyê dagir kir. Di çileya 2014’an de Reqa û di hezîrana 2014’an de Mûsilê girt. DAIŞ’ê piştre Kobanê kir hedef. Kobanê yek ji wan kantonan bû ku piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir, ji aliyê kurdan û dostên wan ve hat ragihandin.

Êrîşên DAIŞ’ê yên di 14-15’ê îlona 2014’an de li hemberî Kobanê hatin destpêkirin, 134 rojan dewam kirin. DAIŞ li vir rastî berxwedaneke mezin hat. Lê di dawiyê de têk çû. Bi hezaran ciwanên kurd û enternasyonalîst beşdarî pêngava rizgarkirina Kobanê bûn. Gelek ji wan di berxwedana dîrokî de jiyana xwe ji dest dan. Berxwedana dîrokî di 26’ê çileya 2015’an de bi serketinê bi dawî bû. Kobanê di wê rojê de bi temamî hat rizgarkirin.

Endamên DAIŞ’ê yên ku di vê pêvajoyê de hatin girtin, piştre li xwe mikur hatin û tiştên girîng gotin. Endamên DAIŞ’ê destnîşan kirin ku wan li ser “daxwaza Tirkiyeyê” Kobanê hedef girtiye.

9 sal derbas bûn lê êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê li vir bi dawî nebûne. Tevî vê yekê jî xebatên avakirinê bê navber dewam dikin. Rêveberiya Xweser bajarê bi temamî wêranbûyî ji nû ve bi ruh û can kir û di gelek qadan de xebatên girîng meşandin.

Berxwedana Kobanê ya ku dawî li DAIŞ’ê anî, di sala xwe ya 9’emîn de ye. Rêvebera Meclisa Jinan a Kantona Firatê Sara Xelîlê ku di nava berxwedana azadiyê de cih girt, diyar kir ku di nava kurdan de yekîtî heye û çendî ji bo kurdan kes deng dernexe jî, ew amade ne têbikoşin.

Ruhê yekîtiyê

Rêvebera Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Meclisa Jinan a Kantona Firatê Sara Xelîlê ku di xebatên Kobanê de cih girt diyar kir ku şêniyên bajêr serî li ber tu êrişan netewandine. Sara Xelîlê anî ziman ku ruhê ku Kobanê rizgar kir ruhê yekîtiyê ye û wiha got: “Di wê pêvajoyê de yekîtiyeke gelekî girîng di nava kurdan de pêk hat.”

Sara Xelîl bi bîr xist ku li ser banga Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan seferberiya ji bo Kobanê hatiye îlankirin û got: “Piştî demekê gelan berê xwe daye Kobanê. Digel piştevaniya di dema şer de, komun jî hatin çêkirin. Komîte hatin avakirin. Komîteya Şer, Komîteya Tenduristiyê û Komîteya Lihevanînê hatin îlankirin.”

Sara Xelîl amaje bi wê yekê jî kir ku ev qas dem derbas bûye jî êriş didomin û got: “Wê rojê li ser vê xakê gotina birêz Ocalan ku gotibû, ‘Bi taybetî li Sûriyeyê û bi giştî li Rojhilata Navînê ger demokrasî pêk neyê, wê demê dê şerê mezin pêk bên’ carek din xwe piştrast kir. Di vî warî de cîhan jî em bûn şahidê bêdengiya raya giştî. Lê divê were zanîn ku her çend tu kes ji bo kurdan deng ji xwe dernexe jî, em amade ne ji bo xwe têbikoşin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar