Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

9 û 10’ê Cotmehê

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

9‘ê Cotmehê, roja despêkê ya komploya navdewletî ye. 10‘ê Cotmehê jî Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî ye.

Ev komploya li dijî Rêber Ocalan hat despêkirin û hê jî dewam dike, di asta navdewletî de bû. Bêgûman lingê wê yê kurdistanî jî, yanî xiyaneta kurdî jî hebû. Lê yê ev komplo saz kir û despêkir û hîn jî didomînê hêzên hegemon ên cîhanî bûn.

Bi kurtayî pêvajoyê wisa destpêkir.

Di 16‘ê Îlona 1998’an de, serokê hêza erdî ya Tirkiyeyê Org.Atîlla Ateş, li Reyhanliya Hatayê, dewleta Sûriyeyê tehdît kir. Yên li ber perdê û li pêş çavan dihat xuyakirin, rayedarên dewleta tirk Demîrel, M.Yilmaz û Husnu Mubarekê Misrî û hwd. bûn. Lê yen paş perdê, di serî de DYE û keryak dewletên hegemon ên cîhanî bûn.

Ji neçarî Rêber Apo, di 9‘ê Cotmeha 1998‘an de ji Şamê derket, di 15‘ê Sibata 1999‘an de li Kenyayê dîl hat girtin û bi vî awayî Komploya Navdewletî hat meşandin û gihişt Îmraliyê. Lê ev plangerî temam nebû ye, hîn dewam dike.

Li dijî vê êrîşa mezin a navdewletî, bi taybetî Tevgera Azadiyê û bi giştî gelê kurd ên şopdarên Rêber Apo jî, ne rawestiyan, heta roja îro bê navber berxwedanek mezin dan meşandin û niha jî her dewam dikin.

Li her çar parçeyên Kurdistanê, li derveyî welat hema hema li hemû cîhanê, hem taybetî ji bo kesayetiya Rêber Apo û hem jî di çarçoveya felsefeya wî û berxwedana wî ya zindanê de, têkoşîn bi berfirehî hat meşandin. Nêzî 100 kesî canê xwe dan ber agir, bi deh hezaran hatin girtin, di îşkencenyan re hatin derbaskirin, bi sed hezaran penaber bûn lê têkoşin nehat rawestandin, berovajî bi rêjeya pirtir û bi hêztir hat meşandin û tê meşandin.

Li her çar parçeyan û bi taybetî li hember êrîşên dewleta AKP-MHP’ê, Şoreşa Rojava tê parastin û ew ê were parastin û ew ê bi giştî hîn xurtir bibe.

Jixwe dewleta faşîst a AKP-MHP’ê, ji ber ku di hundir de zêde tengav bûye, êdî giranî daye ser şerê derve. Li Sûriyeyê bi tenê jî ranaweste, berê xwe da Lîbya û Azerbeycan-Ermenistanê. Her wiha hema hema bi hemû dewletên Rojhilata Navîn re di nave nakokî û dijwariyên giran de ye.

Di encamê de, bi taybetî ev şerê qirkerî yê li ser Kurdistanê û bi giştî êrîşkariyên li dijî gelek dewletên din ên vê dewleta AKP-MHP’ê, êdî gihiştiye asta navdewletî û bûye pirsgrêkêk navdewletî.

Her wiha li diji vê dewleta qirker û dagirker, têkoşîna Tevgera Azadiyê û bi giştî ya gelê me jî gihiştiye asta navneteweyî. Dost û hevalbendên enternasyonalîst, êdî weke hêzêk berbiçav û çalak tên xuyakirin. Her wiha ketiye rojeva dewletên têkildar jî, êdî van dewletên hegemon ên têkildar jî bêyî hesabkirina îradeya gelê kurd, nema dikarin li gorî dilê xwe bi hêsanî tevbigerin û plan-projeyên xwe wek daxwaza dilê xwe bidin meşandin.

Lê divê, bi taybetî Tevgera Azadiya Gelê Kurd, hîn bi hişyarî û bi hişmendî tevbigere. Jixwe bi her awayî doza gelê me ketiye rojeva raya giştî cîhanê, êdî divê ev potansiyela navneteweyî bi şêwazên dewlemendtir were organîzekirin û meşandin.

Ew Înîsiyatîfa Ji Bo Azadiya Ocalan hatiye damezrandin, gelek karekî hêja û hewldanek di dema xwe de ye. Her wiha 10’ê Cotmehê weke Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî ragihandin e.

Li hember êrîşek navdewletî ya wisa giran, pêdivî bi bersivek wisa navneteweyî ya cîhanî hebû. Niha ev karê bi rûmet, dikeve ser milê her kesî; di serî de her kurdê xwe welatparêz dibîne, her kesê xwe mirov dibîne û hwd. divê milê xwe bixe bin vî barê mirovheziyê û bi xurtî beşdarî vê xebatê bibin!

Nûçeyên Têkildar