Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

90 sal in goristana ermenan diparêzin

Li Amedê 90 sal in malbateke ermenî bi tena serê xwe Goristana Qedîm a Ermen-Suryaniyan ji defînegeran diparêze

Piştî qirkirina ermeniyan li gelek deverên Tirkiyeyê mal û milkên ermenan an hatin îstimlaqkirin an jî bi destê dewletê tahsîsî hin malbatan hatin kirin. Her wiha gelek dever û goristanên ermeniyan jî bûn hedefa defînegeran. Yek ji deverên ku bûye hedefa defînegeran jî Goristana Qedîm a Ermenî-Suryaniyan a Amedê ye.

Kesên li navenda Amedê dijiyan û ji qirkirinê filitîn, 15 sal piştî qirkirinê ji malbata Îlkiliç a ermenî ku li Pasûr a Amedê dijî xwestin goristanên wan biparêzin. Malbata Îlkiliç jî ji sala 1930’yî ve Goristana Qedîm a Ermen-Suryaniyan ji defînegeran diparêze. Ozguner Îlkiliç ku peywira parastina goristanê ji kalikê xwe Abdûlazîz, ji apên xwe Adem û Edîp Îlkiliç û ji bavê xwe Ramazan Îlkiliç dewr girtiye, 12 sal in goristanê diparêze.

Ozguner Îlkiliç, dema 38 salî bûye ev pewyir girtiye ser xwe û tevî 6 zarokên xwe li mala ku di goristanê de hatiye avakirin dijî. Îlkiliç, anî ziman ku heta sax be wê goristanê biparêze.

Îlkiliç, bilêv kir ku wî malbata xwe bi tevahiyî di Goristana Katolîkê de winda kiriye û ji bo heqê bav û kalên xwe û xaka xwe bide li goristanê nobetê digire. Îlkiliç destnîşan kir ku ji bo goristanên xaçparêzan pirsgirêka herî mezin defîneger in û wiha got: “Em li vira nobeta tiştekî ku tune ye digirin. Defîne tune ne lê dîsa jî tên goran dikolin. Her roj bi çekan em nerihet dikin.”

Li vê goristanê hatiye dinyê

Îlkiliç anî ziman ku li avahiya ku li nav goristanê ye û tê de dijîn hatiye dinyê. Îlkiliç bilêv kir ku ji ber nasnameya xwe û ji ber gorê diparêze ew û zarokên xwe gelek caran bi taciz û heqaretan re rû bi rû mane û ew bi meaşê ku Şaredariay Bajarê Mezin a Amedê dide wan debara xwe dikin.

Îlkiliç bilêv kir ku ji ber di nav Sûrê de dijîn tim bi rewşên talûke re rû bi rû dimînin û hema bêje her roj kesên nenas êrîşî goristanê dikin Îlkiliç diyar kir ku gelek caran defînegeran bi çek, kêr û amûrên din êrîşî wî kirine û ji ber van êrîşan birîndar bûye û wiha got: “Ez nikarim vê derê ji her kesî re berdim. Ev der emanetê bav û kalên me ye.”

Goristan neynika bajêr in

Îlkiliç diyar kir ku goristan neynika bajêr in û diyar kir ku ji bo malbat bi dîmenên xweş re rû bi rû bimînin ew tim goristanê paqij dike.  Îlkiliç destnîşan kir ku wê piştî wî kurê wî Ramazan goristanê biparêze. Îlkiliç diyar kir ku kurê wî niha diçe dibistana seretayî lê belê ji bo paqijkirina gorê tim alîkariya wî dike. Herî dawî Îlkiliç defîneger hişyar kirin û wiha got: “Niha hema bêje canê min bûye wek xerîteyê, tu der nemaye derb nexwariye. Ji ber êrîşên defînegeran wiha bûye. Tenê dikarim ji wan re vê bêjim; ‘Li vira tu xezîne mezîne tune ne.'” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar