Parlamenterê CHP’ê yê Stenbolê û Cîgirê Serokê Komîsyona Mafê Mirovan a Meclisê Sezgîn Tanrikûlû têkildarî salvegera 9’emîn a Komkujiya Roboskiyê daxuyaniyek nivîskî belav kir. Tanrikûlû di daxuyaniya xwe de kronolojiya ji roja ewil heta niha derbarê Roboskiyê de qewimiye jî derxistiye û ew li cem malbatên Roboskî ku lêgerîna xwe ya edaletê dodomînin cih digirin.
Tanrikûlû destnîşan kir ku nabe berpirsiyarên Komkujiya Roboskiya ya aşkera hat kirin werin windakirin û wiha got: “Em nebin jî wê zarokên me zarokên me nebin jî wê neviyên me hesabê komkujiya Roboskiyê bipirsin. Ne 9 sal 90 sal jî derbas bibe ew ê berpirsiyar wê hesab bidin.” ENQERE