Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

900 hezar xwendekar bi zimanê dayikê dest bi perwerdeyê kirin

Serdema sala nû ya perwerdeyê bi 900 hezar şagirtan li dibistanên Rêveberiya Xweser dest pê kir. Şagirtên dest bi perwerdeyê kirin kêfxweşiya xwe anîn ziman û gotin: “Em kêfxweş in ku bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin û em ê ji bo serkeftinê ked bidin.”

Serdema sala nû ya 2024-2025’an a perwerdeyê li bakur û rojhilatê Sûriyeyê 1’ê îlonê destpê kir. Li gorî Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê li 4 hezar û 100 dibistanan 900 hezar xwendekar ji 41 hezar mamosteyan perwerdeyê digirin. Li gel zimanên kurdî û erebî ku zimanên fermî yên herêmê ne, bi zimanên suryanî û ermenî jî perwerde tê dayîn. Şagirtên dibistana Şehîd Şervan a Qamişloyê derbarê serdema nû ya perwerdeyê nerînê xwe anîn ziman.

Rozêr Osê xwendekara refa 10’an a asta amadehî ye, ew sala xwe ya nû li dibistana Şehîd Şervan a Qamişloyê dest pê dike, got: “Ez gelek kêfxweş im ji ber ku ev roja min a yekem e li vir. Piştî sê mehan ji navbera salê em dîsa vedigerin xwendina xwe, mamoste û hevalên xwe dibînin.”

Rozêr Osê hêviya saleke xwendinê ya xweş û serkeftî kir û wiha domand: “Ez derbasî asteke nû dibim, êdî bar jî girantir dibe, pêwîst e em bi hêzeke mezintir dest bi xwendinê bikin ji bo ku serkeftinê bi dest bixin her wiha dê mamoste jî bibin alîkar ji bo vê armancê.”

Sara Mihemed xwendekara refa 12’an e di asta amadehî de ye dibêje ku hesteke cuda ye sala xwe ya dawî berî zanîngehê diqedîne û wiha axivî: “Ev sala min a dawî ye di asta amadehî de. Em kêfxweş in ku bi zimanê xwe yê dayikê dixwînin. Ev mafê me jî heye ku weke hemû welatên cîhanê em bi zimanê xwe hîn bibin. Em li axaftin û nêrînên neyînî guhdar nakin ji ber ku ev zimanê me ye. Her çiqas mirov bibêjin em vî zimanî nas nakin û nabînin jî ya girîng armanc û daxwazên me ne.”

Sara Mihemed da zanîn ku ew di pêşerojê de dixwaze bibe bijîşka dil û wiha bi dawî kir: “Dixwazim alîkariya hemû nexweşan bikim, ev alîkariyeke mezin e ji bo me hemûyan. Me ked daye, hêvî dikim ku keda me vala dernekeve. Serkeftinê ji hemû şagirtan re dixwazim û bi hêvî me ku pêşerojeke baş û serkeftî bi dest bixin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar