Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Avaşîn: Gerîla Korojahro ji dijmin re kir dojeh

Di Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li dijî êrîşên dewleta tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê berxwedaneke lehengî tê kirin. Ji fermandarên pêngavê Gulan Avaşîn tevlîbûna gerîla ya li vî şerî, çalakiyên gerîla nirxand.

Gulan Avaşîn gerîlayên ku li kada şer in silav kir û ev tişt anî ziman: “ Di şexsê şehîdên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de şehîdên xwe hemûyan bi bîr tînin. Şerê ku sala di 2021’ê ji Zendûra heta Zapê hat meşandin şerekî ji rêzê nebû. Hemû hevrê bi lehengî li ber xwe dan û ruhê fedaî ji bo me afirandin. Niha li Zapê jî li ser wê mîrateya ku wan hevrêyan ji me re hiştin li dijî dewleta tirk a faşîst dagirker berxwedanek tê kirin. Bêguman ev berxwedan tenê wê mîna berxwedanê nemîne, em ê şer bikin, têbikoşin û ji bilî serketinê nêzîkatiyeke cuda qebûl nekin. Niha li Zapê heta Çiyareş, Kurojahro, Şikefta Birîndara û Werxelê şerekî giran tê kirin. Hevalên me li çeperan hemûyan li dijî dagirkerên tirk şer dikin û li ber xwe didin. Hevalên me hemû bi aqlekî hevpar tevdigerin û ji bilî serketinê tiştekî qebûl nakin.

Ji bo me milîtanên PKK û PAJK’ê, tişta herî hêja azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye. Nêzîkatiya me ya li şer bi vî rengî ye. Her kêliya ku em tev li şer dibin, her gava ku em fîşekê diteqînin, haya me ji vê heye. Em zanin ku ev şer wê gelek tiştan diyar bike. Çawa ku dijmin ji bo me dibêje ’em ê wan li van çeperan biqedînin’, em jî dibêjin ev der qada şer e, şer û têkoşînek tê meşandin. Yên ku dixwazin dagir bikin, yên ku dixwazin tune bikin ew in, em jî ji bo azadiyê, ji bo têkbirina dewleta tirk em ê her tiştî bikin. Em zanin ku rêveçûna vê operasyonê, sekna ku di vê operasyonê de bê nîşandan wê dijmin ber bi lingê Rêberê me ve bibe û bi vê cidiyetê em nêzîk dibin.”

‘Wê bibînin bê Zap cihekî çawa ye’

Gulan Avaşîn anî ziman ku tenê tîmek ji gerîlayên jin bi rojane li Kurojahro li dijî dagirkeran çalakiyan dike, nahêle ku bêhn bê ber dijmin û got, “Em hevalên ku niha di çeperên şer de li ber xwe didin dişopînin. Li hin deveran dewleta tirk bi rojane nikare cenazeyên xwe jî bibe. Li qada Kevirê Kunê yê li Şikefta Birîndaran bi rojan e bi dehan cenazeyên leşkerên tirk li naverastê ne. Ew cenaze li pêşiya leşkerên tirk û cerdevanan dirizin, ev yek jî rewşa ku dewleta tirk ketiye navê nîşan dide. Di heman demê de sekna gerîlayên PKK’ê jî nîşan dide. Tîmên me yên gerîla yê profesyonel ên li qadê, her wiha hevalên me yên li tunelên şer li ber xwe didin kêliyekê jî bêteredût li dijî dijmin helwestê nîşan didin. Tenê nêzîkatiyeke wan heye, ew jî çi dibe bila bibe dijmin li Zapê têk bibin. Hevalên me yên li tunelan û qadê şer dikin, nahêlin ku dijmin serê xwe jî rake. Dijmin çiqasî baweriya xwe bi teknîkê bîne jî mîna ku Rêberê me dibêje, teknîka herî mezin mirov e. Ji xwe gerîla jî bi pratîka xwe, bi çalakî û sekna xwe vê teknîkê têk dibe. Dijmin dixwaze li qada Kurojahro bi cih bibe ku niha li pişt me xuya dike. Leşkerên tirk ji ber ku nekarî bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe li qadê deyne, vê carê bi serkêşiya hêzên ku li pêş çavên her kesî ji xwe re dibêjin ‘kurd e’ lê belê tu eleqeya xwe bi kurdîtiyê nîne, ji Şêhaldizê ber bi Kurojahro ve tên û li dijî zarokên kurd şer dikin. Li vê derê hevalên me di her kêliyê de şer dikin. Mînak tîmek ji hevalên jin bi rastî jî Kurojahro li dijmin kiriye dojeh. Li qada Şehîd Şemdîn, welê li dijmin hatiye ku nikare bi metreyekê jî bi pêş ve biçe. Hêvalan bi çekên BKC û sûîqestê lê dan, li aliyê din jî teqemeniya bi dijmin teqandin û çalakiyên êrîşê kirin. Ev çalakiyên ku tenê ji aliyê tîmeke me ve hate kirin, li pêşiya pêşveçûna dijmin bûn asteng.”

Bêrûmetiyeke mezin

Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê Gulan Avaşîn bi dewamî wiha got: “Eger hin hêzên xwefirotî nedin pêşiya dewleta tirk, wê nikaribe li ser vê xakê li dijî gerîla şer bikin. Berdêla xwe çi dibe bila bibe bi navê milîtanên PKK û PAJK’ê em ji vî şerî re amade ne. Pêwîstî pê hebe em ê di her kêliyê de xwe feda bikin. Berjewendiyeke me ya şexsî nîne ku em lê bifikirin. Berdêla xwe çiqasî giran jî be em ê nehêlin ku dewleta tirk li ser vê xakê bimîne. Banga me li wan kesan e ku li Bakur ji bo çend qurişan didin pêşiya leşkeran; ev şermek û bêrûmetiyeke mezin e. Bi taybetî ji bo cerdevanên li Gever û Çelê didin pêşiya leşkeran. Mînak, li qadên ku gerîla lê gelekî bi xurtî amadekarî kirine û leşker nikarin bikevin, ya kûçikan, ya jî cerdevan an jî leşkerên kurd dişînin. Gelo ev ne bêrûmetiyeke mezin e? Em şoreşger ji vê rewşê gelekî fedî dikin. Gelo dibe ku kurdek ewqasî bikeve?

Divê gelê me xwedî li gerîla derbikeve

Dewleta tirk çiqasî êrîş bike jî li hemberî gerîla ji zûdeyî têk çûye. Ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve têk çûye. Bila gelê me vê zanibe, nirxên hatine qezençkirin yekser bi vî şerî ve girêdayî ne. Ji bo serketinê çi ji destê me bê em ê bikin, lê divê gelê me jî bi girîngiya vê pêvajoyê zanibe. Kêmasiyên heyî, dibe ku bibin sedema têkçûna nirxên hatine qezençkirin. Dewleta tirk ji xwe vê dixwaze, lewma jî divê gelê me xwedî li gerîla derkeve. Gelek nirxên mezin hene ku em pê ve dilsoz in. Ji bo ev nirx ji dest neyên dayin çi ji destê me bê em ê bikin.

Şer niha bi giranî dewam dike, lê belê ev şer wê girantir bibe. Madem hatine vê derê, wê bibînin bê ev der cihekî çawa ye. Çawa ku di dîrokê de li Zapê her tim şikestin, vê carê jî wê bi rengekî mezin bişikên.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar