Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cumartesi - 6 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Dijminatiya xwezaya kurdan

Abdullah Îdîg

Komara Tirkiyeyê li ser dijminatiya gelê kurd ava bûye. Beriya ku komar ava bibe ji bo kurdan peyamên baş tên dayîn û heta tê gotin dewlet a kurd û tirkan e. Lê piştî ku komar ava dibe şûnde êdî rûyê revebirên dewletê ya rast û aşkera derdikevin holê. Lewre heta wê rojê polîtîkayên xapandinê li ser kurdan dimeşandin. Kurdan jî ji bo ku komarek ango dewletek ku wan nas bike bê avakirin gelek berdelên giran jî dan. Piştî ku rûyê dewletê ya rast derketî holê kurd bi qirkirin, bişavtinkirin û erdnîgariya wan bi dagirkirinê re rû bi rû diman.

Hemû hebûnên kurd û kurdistanî di hedefa dewleta tirk de bû. Polîtîkayên faşîzma spî ketibûn meriyetê. Ev polîtîka li ser tunekirina kurdan bi pêş diketin. Çanda kurdan, zimanê wan, xwezaya wan û hemû nirxên kurdan di hedefa êrîşên dewletê te de bûn. Gelê kurd helbet li dijî van êrîşan li berxwe dan û dest bi raperînan kirin. Lê wekî ku tê zanîn faşîzma spî ev serhildanên kurdan bi êrîşên tund bin pê kiribûn. Li Geliyê Zîlan û li Dêrsimê  bi hezaran kurd hatin kuştin û xwezaya wan hat talankirin.

Polîtîkayên dewleta tirk sed sal in nehatine guhertin. Lewre înkarkirina kurdan hê wekî roja avabûna komarê ya destpêkê berdewam dike. Çi tişta ku xwediyê wê kurd bin ji holê tê rakirin. Zimanên wan tê înkarkirin, çanda wan tê tunekirin û xwezaya wan tê talankirin. Kodên faşist bi vî rengî li dijî kurdan tê berfirehkirin.  Her rojê çiyayên Kurdistanê bi bombayên kîmyewî tên bomba barankirin. Ji çiya, kevir, av, ax û ji hewaya ku kurd distînin jî ditirsin. Polîtîkayên qirkirinê ne tenê di qada leşkerî, siyasî û civakî de hene. Li dijî xwezaya kurdan jî bi bî rengî dijminatiyek hovane tê kirin.

Ji salên 90’î ve xwezaya Kurdistanê di hedefa dewleta tirk de ye. Dar tên şewitandin, daristan tên talankirin û bi bendavan ekolojiya Kurdistanê tê wêrankirin. Li herêmên ku şer diqewimin leşker û cerdewanan darên li wê herêmê dişewitandin. Her wiha gund dihatin valakirin. Ew herêm bê kurdan dihiştin û bi polîtîkayên leşkerî dikirin. Her cihê kurd lê ne, diviyabû bên valakirin. 4 hezar gund ji ber van sedeman hatin şewitandin.

Di van demên dawiyê de desthilata AKP-MHP’ê bi hinceta “ewlehiya herêmê” Çiyayê Kurdistanê careke din hedef digire. Polîtîkayên sed sal û sih sal bere veguherîne rewşek din. Siyaseta şewitandin û talankirina xwezaya Kurdistanê wekî nêzîkatiyeke şerê taybet li dijî kurdan tê bikaranîn. Heta niha darên Kurdistanê  dihatin şewitandin lê di van demên dawîn de dar tên jêkirin û bi destê sermayedarên desthilatê tên firotin. Desthilata AKP-MHP’ê çawa ku dixwaze nirxên kurdan ên civakî, siyasî, dîrokî û çandî ji holê rake, li dijî xwezaya kurd û Kurdistanê jî hovitiyê dike.

Desthilata AKP-MHP’ê û sermayedarên wan di van demên dawîn de Çiyayê Cûdî, Çiyayê Gabarê, herêma Bestayê, Dêrsim, Çewlîg, Geliyê Godernê  û gelek herêmên kiriye di hedefa polîtîkayên xwe yên şerê taybet. Nemaze du sal in Çiyayê Cûdî û herêma Bestayê bi hincetên “ewlehiya herêmê” tê talankirin. Darên van herêman jê dikin û daristanan wêran dikin. Her rojê bi kamyonan dar jê dikin û bi destê sermayedarên xwe dibin difiroşin.  Xwezaya Kurdistanê bi temamî ji deriyê rantê re hatiye vekirin. Daran ji binî ve jê dikin ku careke din jinûve şîn nebin. Ji dar û daristanên kurdan jî ditirsin û ji xwe re wekî tehdit dibinin. Ev polîtîka sed sal in didomin.

5 sal berê Heskîfa ku dîroka wê digihîje 12 hezar salan di encama van polîtîkayan di bin avê de hat  hiştin. Heta niha jî li gelek herêman bendavan çêdikin. Her cihê ku destên wan digihîje talan dikin û dixwazin gelê kurd bê bîr bê hiştin. Lê ji ber ku xweza jî ya kurdan e, her kes bê deng e û xwe ker û kor dikin. Wekî salên 90’î careke din dixwazin van herêman ji kurdan paqij bikin.

Li dijî werankirin û talankirina xwezaya Kurdistanê bi pêşengiya Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê, Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 17’ê îlonê de bi dirûşmeya “Li Dijî Talan û Qirkirinê Meşa Azadiyê” wê ji Cizîrê ber bi Çiyayê Cûdî ve pêk were. Ev meş wê bibe sedem ku êdî desthilata AKP-MHP’ê û sermayedarên wan nekarin bikevin axa Kurdistanê û xwezaya wê talan bikin. Ji bo ku ev talan bê rakirin pêwîstî pê heye ku hemû rewşenbîr, hunermend, nivîskar, siyasetmedar û her kesê ku xwedî nirxên xwezayê derdikevin divê li Cûdî, Besta û Gabarê jî xwedî derkevin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar