Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Êdî dixwaze stranên aştiyê bibêje

Dayika Aştiyê Nebîhe Aslantekîn ku 29 sal berê hevserê wê li ber çavê wê tê kuştin û salek di girtîgehê de maye, diyar kir ku êşa xwe bi stranan tîne ziman û êdî dixwaze stranê aştiyê bibêje

Dayika Aştiyê Nebîhe Aslantekîn ku li navçeya Pirsûs a Rihayê dijî, di civat û şahiyan de stranan dibêje. Bi vê taybetmendiya xwe Aslantekîn bala herkesî dikişene ser xwe. Jiyana Aslantekîn ku stranên ji radyo û televîzyonan ji ber kiriye dibejê bi qasî stranên ku dibêje bi kul û êş e. Aslantekîn di 19 saliya xwe de bi pismamê xwe Emîn Aslantekîn re dizewice. Piştî zewaca wan 3 salan di 27’ê mijdara 1992’yan de dema ku bi zaroka wan a sêyemîn ducanî ye, polis bi ser malan de digirin û li ber çavên wê hevjînê wê û 6 PKK’iyan dikujin. Her çiqas 29 sal di ser bûyerê re derbas bûbûn jî hê li mala wan şopên vê komkujiyê hene.

Hevjînê Aslantekîn Emîn Aslantekîn ku di êrîşê de li ber çavê hevjîn û bave xwe Xelîl tê kuştin ji laşê wî 55 gule tên derxistin. Piştî êrîşê hemû malbat tê binçavkirin û li Midûriyeta Ewlehî ya Rihayê 14 rojan tên îşkencekirin. Piştî ku tên berdan 3 meh şûn de Aslantekîn dikeve nav nivînan û zaroka wê ya 3’yemîn çêdibe û navê Candan lê dike. Candan navê yek ji kesên ku li mala wan hatine kuştin e. Ji vê rojê ve dilê dayika Aslantekîn dibe bera xeman û gelek êş li peyda dibin. Dayika Aslantekîn, 3 zarokên xwe bi gelek zehmetî mezin dike. Di erdê pembû de dixebite, bi rojan ji zarokên xwe dûr dimîne.

Ji ber piştgiriyê hat girtin

Aslantekîn, wan rojan bi bîr anî û ev tişt got: “Rojên gelek zahmet bûn. Gelek rojan li nav erdê pembû raketime û ji zarokên xwe gelek rojan dûr mam. Lê rexmî hemû zahmetiyan ez li ser lingan mam.”

Aslantekîn, piştî ku bi zehmetî zarokên xwe mezin dike, ji bo aştiyek mayînde dest bi xebatan dike û di nav xebatên Dayikên Aştiyê de cih digire. Di 10 sal in dawîn de polisan gelek caran bi ser mala wê de girtine û ji malbata wê kesekî ku binçav nekiribin nehiştine. Dema ku DAIŞ berê xwe dide Kobanê ew jî berê xwe dide ser sînorê Pirsûs û Kobanê û di nav çalakiya nobetê de cih digire. Aslantekîn, derbarê têkoşîna xwe de got ku wijdana wê dest nadê ku li malê bimîne û li bûyeran temaşa bike. Ji ber ku di çalakiyan de cih girtiye Aslantekîn 3 caran hatiye binçavkirin. Di 20’ê kanûna 2019’an dema ku cara çaran tê binçavkirin bi îfadeya şahidekî nepen tê girtin û piştî salekê 21’ê mijdara 2020’an de tê berdan. Şahidê ku li ser Aslantekîn îfade daye di danişîna dawîn de dibeje ku ew Aslantekîn nas nake û polisan bi îşkenceyê îfade pê dane îmzekirin.

Daxwaza aştiyê

Aslantekîn li ser xebatên xwe yên di nav Dayikên Aştiyê de ev tişt anî ziman: “Em ê heta dawiyê daxwaza aştiyê bikin. Êdî bila êşên dayika bi dawî bibin. Dayik ev salên dirêj in li hestiyên zarokên xwe digerin. Tu kes ji bilî dayika vê êşê nizane. Em dayik ji bo zarokên xwe dikarin hemû êşan hilbigirin lê tenê bila aştî were. Dayik ji bo aştiyê ku hewce be amadene canê xwe jî bidin.”

Aslantekîn, li Rihayê û li bajarên nêz her dema ku derfet bibîne tev li çalekiyên partiya ku dil dayê dibe. Di çalakî, şahî û merasîman de bi stranê ku dibêje bala herkesê dikişîne ser xwe. Aslantekîn, anî ziman ku dema stranan dibêje êş û kula wê sivik dibe. Aslamtekîn ku ne xwendin û ne nivîsandina wê heye li ser êş û kulên xwe stranek çêkiriye. Gotinên strana wê wiha ne:

“Dayê hêsirê roja bindestî

Neh meh temam bûn min te milgirto

Bi êş û kula te xwedî kir

Şîrê te yê spî daye naçe ji bîra min

Diçim şoreşê bide xêra min

Here şoreşê lawo here kurê min

Li te helal be şîr û berê min

Şorêş giran e dayê ez diçim şoreşê”

Daxwaza stranên aşitiyê

Dayika Aştiyê Aslantekîn, di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Bi stranan êşa min kêm dibe û ez li ser lingan disekinim. Heya îro min stranê bi êş û kul gotin lê êdî ez dixwazim stranên aştiyê bibêjim. Êdî bila aştî were. Bila aştî were ez ê herdem stranêN wê bibêjim. Heya dilopek xwîn di laşê min de hebe ezê ji bo aştiyê di nav têkoşînê de bim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar