Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...
Salı - 9 Temmuz 2024

Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Em 44 salî ne!

Dibe ku ev sernivîs bi serê xwe tu wateyê nîşan nede. Lê ka em bala xwe bidin dîroka(27 Mijdar 1978) damezrandina PKK’ê; ji sala ava bûye heta îsal, ez bawer dikin em ê maf bidin rastiya vê sernivîsê.

Tê gotîn ku dîrokên gelan bi giştî, piraniya wan ji aliyê desthilatan ve hatine nivîsandin û giraniya wan jî rastiyê nîşan nadin.

Tew gelên mîna gelê Kurdistanê, ku demên dirêj serbixwe an xweser ne jiyane, hema hema dîroka wan hemû di bindestiya desthilatdarên biyanî de bihuriye, jixwe nabe hêviya rastnivîsa vê dîrokekê were kirin.

Hema piştî dîroka MEDAN a ku bi pêşengtiya KAWAYÊ HESINKAR tê nasîn û vir ve, tu civakek azad û aram a xwedî rêveberiyek xweser nayê nasîn. Bêgûman hinek rêveberiyên demkurt hene û nayê piştçav kirin û ji nedîtî ve nayên dîtin.

Belê, li gel vê bêşenstiya mezin jî, di vê dîroka ewqas dirêj a sedsalan û hezarsalan de, cewherekî hêja û bi rûmet ê veşirtî jî heye. Ew jî, xurtbûna ziman, çand, huner û bi kurtayî hêjayên mirovahî, yên civakan bi hezar salan dikarin li ser piya ragirin hene.

Heke civaka gelê Kurdistanê, li gel ewqas kişandina jiyana dijwar a tije qirkerî û zahmetî, karibû xwe bi hezar salan bi parêze û ragire, ji xwedîbûna van rûmet û cewherên mirovahiya cîhanî ye.

Bi kurtayî mirov dikare bibêje, ji KAWAYÊ HESINKAR heta KAWAYÊ HEMDEMÎ, gelê me rê ji xwe re ne dîtiye, ku bibe xwedî jiyanek azad û aram. Ji ber ku nebû ye xwedî rêveberiyek bi îradeyek xurt a xweser û demokrat.

Bêgûman di vê dema dirêj de gelek kiryar, bûyer û pêşkevtinên hêja çêbûne, lê ya serwerên biyanî ji xwe re kirine mal ya jî qet nenivîsandine û lewma neketine dîroka gelê me.

Lewme mirov dikare, bêje piştî dema MEDAN û vir ve, bi rabûna Tevgêra APOYÎ û damezrandina vê Paritiyê (PKK) re, dîroka gelê Kurdistanê ya rastî û cewherî hatiye despêkirin. Her wiha, mirov dikare bêje, êdî dîroka rast a gelê me tê nivîsandin.

Berî ava kirina vê Partiyê, erê dîsa jiyanê dom dikir, lê gelê bê rêber, weke kesên ku agahî li ser pêşerojên xwe nizanibin, her wiha nizanibin serê wan li ser çi balgeyê bin, di tariyê de dimeşin û dijîn.

Jiber ku, weke takekes, min ev şîrove di jiyana xwe jî de gelek zelal dîti ye, bi hêsanî ez dikarim bêjîm; ew jiyana min a berî naskirina vê TEVGÊRÊ, weke jiyanek bêhiş bû, ti armancek berbiçav û planek jiyanî ya pêşeroja min jî têde nebû. Bi tevayî ez li goreyî zihniyeta kevneperest a dewleta tirka dijiyam! Ne civakî, ne netewî û ne mirovahî bû, erê bi tenê rizgarbûna takekesî armanc bû, lê jiber ku ev jî ne zanistî uu ne rasteqîn bû, lewma ev nayê wateya rizgarbûna rast a takekesî jî.

Lewma ez wê jiyanê, jiyanek bi kêrhatî û bi nirx nabînim û weke jiyan najimêrim. Lewma her sala nuh a salvegera vê TEVGÊRÊ, ji xwe re, weke temenê xwe yê rast ê jiyana bi rûmet dijmêrim. Lewma dikarim ji bo îsal bibêjim: Ez 44 salî me!

Lewma, her wiha ez, bi hişmendî û bê tirs dibêjim ev temenê vê TEVGÊRÊ-PKKê, di heman demê de dibe temenê wi gelê ji nava wî derketiye, wate; dibe temenê rastî û zanistî yê gelê Kurdistanê jî!

Ma gelo şaştî, çewtî an xelîtî di vê şîroveyê de heye?

Heke yên bêje; erê heye, bila fermo ew jî dîtîn û nêrînên xwe pêşkêş bikin!

Ez vê xalê jî bêjîm; bi vê gotinê re kedkarî û şervanî û herwiha hêjayên gelê Kurdistanê nayên paşçav kirin. Hema, êdî di radeya cîhanî de tê pesendin ku, erdnîgariya Kurdistanê bixwe dergûşa mirovahiyê ye.

Na xêr, jixwe eger va mijara bihata jibîrkirin, diviya gelê Kurdistanê nuha nejiya. Bila were zanîn, jiber xurtbûna van hêjayên dîrokî, dikaribû bijiya, lê belê ne jiyanek hêsayî, aram û azad, belê jiyanek tije dijwarî, êş û keder û keser jiya ye.

Jixwe gotinek din jî, ji gelê Kurdistanê rê tê gotin; “êrê şervanên gelek hêjane, lê ne ji bo xwe, belê ji bo xelkê(biyaniyan)”. Bi awayek din jî di nava gel de tê gotin; “hefîdo di ber xelkê de(canbexşo ji biyaniyan re)”!

Lê nuha, êdî bi saya serê Rêber APO û Tevgêra wî damezrandiye PKKê ve, gelê Kurdistanê, pêşî bûye ‘hefîdê’ xwe, bûye xwedî hişmendî û zanistî û îradî ya xurt, lewma êdî ne bi “hefîdî”, belê bi zanistî û rastî bûye hevalbend û malbata gelên cîhanî.

Ji mafê gelê Kurdistanê ye, ku vê rojê weke roja xwe ya jidayîkbûnê û mîna cejna azadî û wekheviyê pîroz bike.  Her wiha gelên cîhanê jî, jiber ku bûye xwedî hevalbendekî wisa hêja, yê bi bîrûbaweriyek azadîperwer û aştîxwaz û demokrat, ew jî dikare bi gelê Kurdistanê re, 27ê Mijdarê weke cejna xwe pîroz bikin.

Ev cejin, li mirovahiyê pîroz be!

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar