Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

‘Em dev ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan bernadin’

Endamên Yekitiya Jinên Ciwan û jinên ji rojavayê gundewarên Dêrazorê destnîşan kirin ku, em ê heta dawî li ser fikrên Rêber Apo bimeşin û wiha domandin: "Divê li dijî tecrîdê rêxistinên navneteweyî û CPT li rolê xwe rabin."

Dewleta tirk a dagirker ferzkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan didomîne, bêyî ku guh bide tenduristiya wî û mafên wî binpê dike

Têkildarî vê mijarê, welatiya bi navê Mereh El Hemed a ji bajarokê El Kesra yê rojavayê Dêrazorê got: “Dewleta tirk ji tecrîdê armanc dike ku vîna gelên herêmê bişkîne ku bi saya fikrên wî ji terorê rizgar bûn.”

Mereh bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li gorî rêgezên xwe yên qanûnî kar bikin û Rêber Abdullah Ocalan serbest berdin.

Mereh wiha domand: “Em siyaseta dewleta tirk a dagirker a ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, şermezar dikin. Daxwaza me ya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, berdewam e heta ku bersiva daxwaza me didin.”

Welatiya bi navê Sece El Ebdullah ji şêniyên bajarokê Mihêmîde yê rojavayê Dêrazorê got: “Dewleta tirk a dagirker peymanên navneteweyî yên girtiyan binpê dike. Mafên Rêber Abdullah Ocalan wek girtiyekî siyasî binpê dike û di doza wî de, qanûnê pêk nayne.”

Sece bang kir ku hesab ji dewleta tirk a dagirker were pirsîn ji ber ku sûcan li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.

Endama rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê Suha El Seîd got: “Em careke din tecrîdê şermezar dikin. Ev tecrîd di çarçoveya şerê dewletên kapîtalîst û pergala Tirkiyeyê de li dijî gelên azadîxwaz berdewam e.”

Suha destnîşan kir ku dewleta tirk a dagirker nizane ku fikrên Rêber Abdullah Ocalan di nav gel de belav e ku li gorî wî kar dike û projeya wî ya neteweya demokratîk di nava saziyan de pêk tîne.

Suha bang li rêxistinên cîhanê û mirovî kir ku tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan aşkere bikin û rê bidin ku parêzer û malbat bi wî re hevdîtinê pêk bînin.

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a rojavayê Dêrazorê Rewda El Ehmed got: “Dewleta tirk a dagirker bi ferzkirina tecrîdê dixwaze projeya Rêveberiya Xweser tune bike. Lê ev ne pêkan e ji ber ku em dev ji fikrê Rêber Abdullah Ocalan bernadin û heta azadiya wî ya fîzîkî pêk were, em dê têkoşîna xwe mezin bikin.”

Rewda bang li CPT`yê kir ku naveroka serdana xwe ya Îmraliyê aşkere bike, ji bêdengiya xwe derkeve û sûcên li Îmraliyê tên kirin, aşkere bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar