Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Her welatiyek bibe rojnamevane!

Bûyîna rêwiyên heqîqetê ewqasî hesan nîne. Bareke welê serbilind û rûmet e ku her kesê xwe da ber wî barî, dibe ferdekî yê wê rêwîtiyê û belavkirina heqîqet û rastiya didin pey. Ji bo wê ye ku têkoşîna kedkarên çapemeniya azad a Kurd di her qonaxa xedar de diyarker e.

Ji roja ewilê heta vê gavê, bi berdêlan xwe avakiriye, mezin kiriye û bûye çavkaniyeke mezin a gihandina heqîqetê. Yek ji çinara vê rêya heqîqetê ji Apê Mûsa bigire heta Gurbetelî Ersozan û heta generalên biçûk ên dayîn pey şopa wan xwedî çand û kevneşopiyeke ya têkoşîna gelê Kurd e.

Em dibînin di roja îro de çawa ku pêvajoya salên 90’î ji bo rastî û kiryarên dermirovjî yên JÎTEM û kontrayan nixûmandî nemînin, rojnamevanên Kurd ketin du van şopan û bi sedan kiryarên dewletê û kontrayan ku bidestê rayedaran hatin kirin, eşkere kirin. Îro jî bi dehan rojnamevan bi kamera û pênûsa xwe dubare van kiryaran kifş dike û tehşîr dikin.

Dewleta Tirk a dagirker ku di vê demê de hem bi kiryarên xwe yên li ser gerîla û hem jî li nava bajaran, ti sînor û pîvaneke ne hiqûqî, ne mirovî û ne jî exlaqî nehiştiye. Hemû medya û weşangeriyên li nava Tirkiyeyê hatine bêbandorkirin û tenê yekane çapemeniya azad a ku tevî hemû zext, rêgirî û astengiyan gihandina rastiyê weke pîvaneke esasî girtine, kar dikin.

Ji avêtina welatiyên bê guneh a ji helîkopterê bigire, heta serdegirtina gund û êşkencekirina welatiyan, qelibînên qest ên panzêran li welatî û zarokan, destdirêjî-destavêtina polîs-leşkeran a li ser zarokan-jinên ciwan ên Kurd, dîsa tundiya li jinê û parastina kujeran rojevên esasî yên çapemeniya azad ku ev yek hemû kişf kirin. Ji bo wê ye ku dewleta Tirk bi taybet desthilata Tirkiye li dijî vê yekê her demê dikeve nava hewldan û bêdengkirina vê rastî û raya giştî ya ji rastiyan.

Berî niha jî li Bakurê Kurdistanê Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûrê Kar û Barê Nivîsê yê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, edîtorên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç, Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdûrrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn bi hincetên bê bingeh tenê li ser nûçe û karê wan hatin girtin û li girtîgehê ne. Rojnamevan Esmer Tûnç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Feynaz Koçûk û Îhsan Ergulen bi kontrola edlî hatibûn berdan.

Herî dawî xezeba desthilatê careke din li ser rojnamevanên ku heqîqetê radigihînin hate barîn. Li Enqere di 25 cotmehê de li 9 bajaran 11 rojnamevan hatin destgîrkirin û 9 ji wan hatin girtin. Dest danîn ser amûrên pîşeyî yên rojnamevanên ku bi paş ve hatin kelemçekirin, heqaret lê hatin kirin û gef lê hatin xwarin. Yek ji mijara balkêş jî ew e ku dema rojnamevan hatin destgîrkirin hewl dan serê wan bitewînin û bidin nîşandan ku serî li ber wan bitewîne û vîna wan, kerameta wan li erdê bihêle. Rojnamevana ev yek qebûl nekirin, bi serbilindî û vîneke xurt li ber xwe dan.

Ji bo wê ye ku di rewşeke wiha de her hevrêyeke me yê rojnamevan tê destgîrkirin û girtin, divê cihê wî/ê vala nemîne, her kes bi rola rojnamevaniyê rabe, bibe deng û rengê civakê. Her hevrêyek bê girtin, demildest cihê wan bê dagirtin, kamera û pênûsa wan li erdê nemîne. Ev kevneşopiyeke ya bi hêz a çapemeniya azad e. Dîsa her ferdeke Kurd dikare bibe nûçegihanek herêmî û gerok bikare agahî û dîmen bişîne navendên weşanê. Ji bo rastî di tarîtiyê de nemîne. Bi vî rengî em ê bikarin hêz û dîsa piştevaniyek xurt bidin hevrêyên xwe yên girtî.

Em ê bi vî rengî bikarin hemû kiryarên dermirovî, pîvan ên sîstem û desthilatê kifş bikin. Derxînin holê. Ev tenê erka rojnamevanan nîne, erka hemû welatî û ferdeke li ser vê erdnîgariyê dijî û li ber zilm, nokerî, dizî û gendeliyê têkoşînê dike.

Her kes li kûçe, kolan û taxa xwe bibe rojnamevan, bi wêne û dîmenan agahiyan bişînin ber navendên xwe yên çapameniya azad. Hemû hevrêyên edîtor û navendên Çapemeniya Azadî li benda nûçe, agahî, dîmen û wêneyên ku hûn bişînn navendê ne. Ji bo keda we û hestyariya we ji niha ve spas dikin. Serketinê ji bo we dixwazin… Wê rastî û heqîqet tim qibleya me ya kar be.

Nûçeyên Têkildar