Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

“Ji Mazlûman heta Mahsûnan Destana Lehengiyê”

Rastiya lehengiyê, beriya her tiştî dîroka ji nû ve afirandina gelan e. Dema ku gelek bi tunebûnê re rû bi rû bimîne û kesek ji vî gelî ku riya xwe winda kiriye re, rê nîşan bide, bê guman leheng e. Vayê mînaka wê jî têkoşîn û hebûna gelê kurd ya ku ji bo azadiyê dike ye. Hewl tê dayîn ku ev têkoşîn bê tunekirin, lê belê li hemberî wê li ser xeta lehengtiyê ev têkoşîn her diçe mezintir dibe û xwe dewam dike. Ev rojên ku agirê Newrozê tê geş kirin, encama berxwedana ku di xeta wan lehengan de hatiye afirandin e. Ji ber vê yekê meha Adarê ji bo kurdan di xwe de du wateyên cihêreng dihewîne. Aliyekî wê bi komkujî û qirkirinê hatiye nivîsandin, lê aliyê wê yê din jî bi lehengtî, berxwedan, têkoşîn û hebûnê ve hatiye nivîsandin. Ji bo vê meha Adarê ji bo gelê kurd weke meha vejînê ye.

Bi berxwedaniya ku Mazlûm Dogan li zîndana Amedê bi sê darên kibrîtê destpêkirbû û berdewamiya wê berxwedana Mahsum Korkmaz ku di 28’ê Adarê de li çiyayên Gabarê fedakarî û lehengtiyeke mezin kir. Îro ev têkoşîn gihîştiye lûtkeyê. Îro ev fedakariya ku di pêşengtiya Mazlûm û Mehsuman de xwe derxistî pêş, di çiyayên Kurdistanê weke Garê, Zap, Avaşîn, Metîna û gelek çiyayên din de xwe domand û bi fedakarî mohra xwe li dîroka azadiyê xistin.

Di xeta berxwedana ku di navbera 21 û 28’ê Adarê de hatiye destpêkirin, gelek fedakarên weke, Zekiya Alkan, Rehşan Demîrel, Bêrîvan û Ronahî û gelek jinên fedakar ku ji bo azadî û serxwbûna welatê xwe têkoşîn dane meşandin derketin pêş. Ev têkoşîn di şexsê xwe de gihandin lûtkeyê. Ji ber vê jî girînge ku mirov kesayeta Mazlûm Dogan û Mahsum Korkmaz ji nêz ve nasbike û wan di her kêliyê de bibîr bîne. Ancax naskirina wan bi awayekî rast bi nirxandinên Rêber Apo re were fêmkirin.

Bi PKK’ê re digihîje lûtkeyê

Rêber Apo ji bo Mazlum Dogan ev nirxandin kiriye; “Tişta ku ji şihadeta Mazlûm Dogan tê fêmkirin, ewe ku li hember teslîmiyet û hovîtiya hatiye ferz kirin, seknek bi rûmet û jiyaneke bi wate dayîne raber kirine. Di nava tarîtiyeke kûr de, pir girînge ku bi sê darên kibrîtê ronahî bide derxistin û xwe bi vê rengî feda bike, bi vê rengî îdî’a jiyanê bike û hebûna xwe weke îdî’a bidomîne, di nava derfetên ku mirov nikare jiyan bike de ev karekî hêsan nîne. Zordariyek wisa, hovîtiyek wisa heye, ku tenê bi kiryarên wiha re dikare îdî’aya jiyana azad, jiyaneke rast û bi rûmet ve bike. Weke ku min berê jî gotibû kesayeta Mazlûm Dogan û wateya şihadeta wî fêmkirin girîng e. Mazlûm Dogan îdeolojiya PKK’ê baş nasdikir. Bi rastî jî kesayeteke bi heybet bû, PKK’ê bi ruh û hezkirin nasdikir. Di vê wateyê de “Ev kesayet dibe PKK’yî û bi soza PKK’ê re digihêje lûtkeyê”

‘Koletiyê di kesayeta xwe de şikand’

Rêber Apo ji bo şehîd Mahsum Korkmaz jî ev nirxandin kiribû; “Rêheval Egît di kesayeta xwe de gihiştiye asteke wisa bilind ku dikare taybetmendiyên gelê me di pêvajoya rizgariyê de ku teqez wê di nava Partî, cephe û artêşê de cih bigire û taybetiyên hişmendiyê yên ku divê werin bidestxistin, pêşkêş bike. Pîvanên xwe bigihînin partî û raya giştî. Jiyana koletiyê ku weke çarenûsekê kete asoya gelê me, di kesayeta xwe de şikand; Kesayetiya wî ya bi hêz, azad ku di pêngavên şoreşgerî de afirand, bi milyonan veguherand banga serxwebûn, azadî û sosyalîzmê. Bi vê yekê jî têr nebû, ji bo aşkerekirina van kesayet û xisletan têkoşîneke mezin da û heta radeyeke mezin bi ser ket. Ew şiyarbûn, di serî de meşa nemiriyê ya gelê Kurdistanê yê ku, gihaştibû hişmendiya azadiyê û bi çekên partî, eniyan û artêşê ketibû nava têkoşînê de cih girt.

Ew weke rêheval, di dil û mejiyê me de bi zindîbûna xwe ya herheyî tacîdar e; Gelê me û partiya me li cihê ku heq dike di serê partiyê de rûniştiye. Li ber bîranîna ev lehengê lehenga, bi hezkirin û rêzdariyek mezin serî ditewînim; Em dizanin ku deynê xwe yê dilsoziyê tenê bi pêkanîna erka rêxistinkirin û têkoşîna hemû gelê xwe yê ku ji bo wî şerekî mezin meşand, di nava artêşeke azadiyê de bi cih bînin.

Rêheval Egît! Divê ew were naskirin û fêhm kirin. Rêheval Egîd rêhevalekî şêrîn, wêrek û fedakar e. Divê ev hevalê giyanê were bîranîn û lêgerîn.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar