Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Jiyaneke di nav têkoşînê de

Serpêhatiya Îlham Omer ku di zarokatî de hate zewicandin, bi têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê guherî. Omer, ala ku ji Binevş Agal wergirtî 34 salan timî hilda û niha ji bo jinan hemûyan dixebite.

Li Rojavayê Kurdistanê  bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurd re jiyan û çarenûsa bi hezaran jinan guheriye. Yek ji wan jî Îlham Omer (Diya Ciwan) e. Îlham Omer 34 sal in di nava kar de ye, 11 sal in jî li Stargehên Jinan dixebite.

Îlham Omer bal kişand ser têkoşîna Tevgera Azadiyê yaku li ser jiyana jinan bandor kiriye û ev tişt anî ziman: “Tevgerê nasnameya me ya jin ya ku di nava kevneşopiyan de winda bûbû, ji nû ve derxiste holê. Ji me re bû hilmeke azad e. Ez jineke bêçare bûm ku bi zarokatî hatim zewicandin. Lê niha bûme jinek ku ji bo hemû jinan dixebitim. Ev yek bi saya Rêber Apo, Têkoşîna Azadiyê û şehîdên me ye.”

Îlham Omer ku di sala 1969’an de ji dayik bûye û ji neçarî ji Bakûrê koçê Rojava dike, di temeneke biçûk de bê bav dimîne û ji aliyê dayika xwe ve tê mezinkirin li ser jiyana xwe ev agahî da: “Dema  ez 12-13 salî bû, cîranê helbestvanê kurd Cegerxwîn bûm.  Tovên destpêkê yên hişmendiya welatparêziya kurd bi Cegerxwîn li mijiyê min reşand. Cegerxwîn û hevjîna wî herdu jî extiyar bûn. Cîranê me bûn. Ji bo ji wan re bibim alîkar bi dilxwazî diçûm gel wan. Qala raperînên kurdan dikir. Min guh dida wan, tevî ku her tişt fêhm nedikir jî. Hîn di zarokatiyê de hezkirina Kurdistanê kete dilê min. Ez ji Cegerxwîn hîn bûm bê Newroz çi ye.”

Rastiya Kurdistanê dît

Îlham Omer da xuyakirin ku hişmendiya esasî ya welatparêziyê, di sala 1988’an de piştî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir û wiha got: “Bandora Binevş Agal (Bêrîvan) a ku 16’ê Çileya 1989’an li Cizîrê şehîd bû, ez tev li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûm. Malbata min li gorî kevneşopiya wê deme min di 16 saliya min de zewicand. Êşa vê yekê timî di dilê min de ma. Dema ku min hevala Bêrîvan nas kir hîn nû zarokeke min a keç çêbû bû. Ez li mala hevaleke xwe bûm. Min ew li wir dît. Qalê dikir, bê Kurdistan çawa ji aliyê dijmin ve bi çar parçeyan hatiye parçekirin, vê yekê bandoreke çawa li jinan kiriye, jin çawa bêhêz kiriye, di zarokatî de çawa hatine zewicandin û jin kirine koleyê mêr. Digot ku jin êdî tev li nava têkoşînê dibin, li çiyê şer dikin. Her ku qalê dikir, di nava gotinên wê de min xwe didît. Gotinên wê gelekî bala min dikişand. Min nedixwest jê dûr bikevim. Berê Cegerxwîn qala Kurdistanê, raperînan kiribû. Lê belê dibe ku wê demê ji ber ku zarok bûm min baş jê fêhm nedikir. Dema ku ji mala hevala xwe çûm, min hevala Bêrîvan vexwend mala me. Piştî çend rojan hevala min hat û got, ku wê hevala Bêrîvan bê serdana min.”

‘Em ji derdora xwe re bûn mînak’

Omer da zanîn ku ew bi saya Bêrîvan Agal weke jineke welatparêz tev li nava têkoşînê bûye û ev tiş got: “Eger wê demê ne zewicî û ne dayika zarokekê bûma ez ê teqez tev li nava têkoşînê bibûma û biçûma çiyê. Lê belê zarokeke min hebû. Min ji hevjînê xwe re got, ‘Keçeke me heye. Lê belê min gelekî ji fikrê Apoyiyan, PKK’ê hez kir, ez ê tev li kar bibim. Eger tu jî qebûl bike em ê bi hev re jiyana xwe dewam bikin. Eger tu hewl bide bibe asteng, bila keça me li gel te be. Dayika te wê lê binihêre. Ez ê dest jê berdim û biçim. Kes nikare li hemberî vê biryara min bibe asteng’. Hevjînê min bi rastî jî yekî weke min welatparêz bû, dil dabû fikrê PKK’ê. Wî ji min re got, ‘Ez ê jî tev li kar bibim. Em ê bi hev re ji bo welatê xwe bixebitin’. Bi rastî jî gelekî piştgirî da min. Wê demê li gel zexta civakê jî ji min re bû hevrê, barê min rakir. Em ji derdora xwe re bûn mînak. Gelek caran dema ku ez dixebitîm hevjînê min bi zarok û malê re eleqedar bû.”

‘Me soz da’

Îlham Omer got, “Malbata min jî ji bakurê Kurdistanê koç kiribû. Ez li Qamişloyê ji dayik bûm. Bavê hevjînê min ji eşîra Omeryanê bû. Zirbavê hevjînê min ji bo leşkeriyê ji dewleta tirk re neke reviya Rojava. Ji malbata wî û ya xwesûya min gelek kes ji aliyê leşkerên tirk ve hatin kuştin. Serê wan hat jêkirin. Xwesûya min tevî hin xizmên xwe reviyan û hatin Qamişloyê. Li wê derê bi bavê hevjînê min re zewiciye. Dema ku min û hevjînê min ji xwesûya min re got ku em ê tev li nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê bibin û ji bo Kurdistanê bixebitin, em bi fikar bûn. Ji me hebû ku wê bibe asteng, lê belê berevajî vê bendewariyê got, ‘Bixebitin û tola me ji dewleta tirk hilînin’. Ev yek ji bo min piştgiriyeke gelekî mezin bû. Malbata min û malbata hevjînê min hemûyan dil dan Tevgera Azadiyê ya Kurd.”

Îlham Omer diyar kir ku bi pêşketina Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re di mijara jinan de jî li nava kurdên welatparêz guhertinên girîng pêk hatin û got, “Di sala 1989’an de Bêrîvan şehîd bû, ku vê yekê gelekî bandor li me kir. Dilsoziya me xurtir kir. Me soz da ku em ê hîn bêhtir kar bikin.”

Bi berdêla pereyan hat rizgarkirin

Îlham Omer ku piştî dest bi têkoşînê kir, zext û îşkence ji rejîma Baasê dît, di salên 1989 û 1991’ê de 2 caran hat girtin. Bi vî rengî qala wê demê kir, “Îşkence kirin, lê belê li ser têkoşînê min tiştek ji wan re negot. Di girtina destpêkê de, ji ber ku heval ketin destê rejîmê, îşkenceyan bandor li min nedikir. Sala 1989’an diviya bûm min 2 heval bigihanda nuqteyekê. Bêyî ku cihê me lê ne diyar bike, li Qamişloyê em li otobusekê siwar bûn, lê belê di wesayitê de min endamên îstîxbarata rejîmê dît. Bi me hesiyan û piştî ku em ji otobusê peya bûn, dan pey me. Em ketin nava kolanan. Heval nekete destê wan, lê belê bi şev avêtin ser mala me û ez girtim. Cihê hevalan dipirsîn. Dema ku min ji wan re digot ‘ez nizanim’ dîn dibûn. Bi îşkenceyê lingê min şikandin. Malbata min piştî 23 rojan bi berdêla peyan ez derxistim.

Cara din jî bawerim sala 1991’ê bû. Em di meşekê de bûn. Dan dû me. Li cihekî ez girtim. Wê demê 10 rojan ez girtî mam. Hin kesên din jî girtibûn. Ji min dipirsîn ku ev ‘kî ne’. Min ew nas dikir. Bi hemûyan re li eniyê xebitî bûm, lê belê min got ku tu ji wan nas nakim. Îşkence kirin. Malbata min bi berdêla pereyan dîsa ez rizgar kirim.”

Gotinên Ocalan Ji ber kir

Îlham Omer diyar kir ku dema Tevgera Azadiyê ya Kurd nas kir, xwendin û nivîsandina wê tune bû, analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guhdarî dikir û wiha got, “Min li kasetên Rêbertî hemû guhdarî dikir. Her gotineke wî bandor li min dikir. Wê demê xwendin û nivîsandina min tune bû, piştre di nava tevgerê de bi qasî ku têra min bike, min xwe hîn kir. Min rêbazeke welê ji xwe re çêkir. Gotinên Rêbertî min gelek caran dubare dikir û li ser wan difikirîm. Bi rastî jî min hemû ji ber kiribû.”

Îlham Omer anî ziman ku li Rojava tev li hemû karên gel bû, her kar bi hesasiyeteke mezin kir û got, “Kovara Dengê Kurdistanê dihat. Min belav dikir. Wê demê kar hemû bi dizî dihate kirin. Rejîmê gelekî zext dikir. Mînak civînên me çêdibûn. Eger rejîmê bi me bihesiya em dikir, lewma me civînê xwe li deverên herî bi herî dikir. Wê demê bajarvanî ewqasî tune bû. Me digot, ‘Eger rejîm bi me bihese jî wesayitên wan nakevin nava ewqas heriyê’. Me wê demê tedbîrên xwe digirt, hêza xwe parastinê ji Rêber Apo û şehîdan digirt.”

Bi saya şehîdan

Îlham Omer ku ji sala 1988’an û vir ve navber nedaye karên xwe, yek ji endamên destpêkê yên Yekîtiya Star (Kongreya Star) e ku sala 2005’an ji aliyê jinên Rojavayî ve hat avakirin. Her wiha yek ji endamên damezrîner ên stargehên jinan e ku bi Şoreşa Rojava re ava bûn.

Îlham Omer ji sala 2011’an û vir ve li stargehên jinan dixebite û niha berpirsyariyê ji hemû stargehên jinan ên li Cizîrê re dike. Îlham Omer diyar kir ku bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re jiyana jinên Rojava guherî ye û got, “Nasnameya me ya jinê ya ku di nava kevneşopiyan de winda bûbû, ji nû ve derxiste holê. Ji me re bû nefeseke azad. Ez jineke bêçare bûm ku bi zarokatî hatim zewicandin. Lê niha bûme jinek ku ji bo hemû jinan dixebitim. Ev yek bi saya Rêber Apo, Têkoşîna Azadiyê û şehîdên me ye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar