Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Neyiniyên lêkolîna îstixbaratî yên desthilatê 6

Fêrkariya li ser zaniyariyên pir girîng ên der barê lêpirsîn û lêkolîna li ser tometbar an çalakvanên siyasî de. Ew zanyariyên ku dema rojnamevan û çalakvanên siyasî yên tên binçavkirin û dikevin ser lêkolînên emniyê divê bizanin çi ne?

Berdewamiya mijara 2’yemîn: Rêbazên berhengariya di gel lêkolînê baştirîn rêkarên bersivdanê li jêr lêkolînên eminiyetê:

1- Pênaseya zimanê cesteyî ku ji bo lêkoleran pir giringe

Ew beşên livînên cesteyî zêdetir di çavê lêkoleran de dibine cihê giringiyê ku baştir ji zimanê te daxin, lewre pêwîste ev xal berî her tiştî li jêr çava bê derbaz kirin.

– Lerizîn, zerbûn û reng guhertin, xwêdana ser eniyê: Nîşanên tirsê ne ku îmaje li ser tawanbar bunê ye

– Sorbûna tev li xwêdanê: Nîşanên şermê ye ku îmaje li ser direw kirinê ye

– Zîq bûna çavan û ji nişka ve beşbûna devî, nîşanên hêbet manê ye û îmaja li ser aşkerebûna sucdariyê ye.

– Hişkbûna lêvan û zû bi zû daqurtîna ava devî, nîşana mandîbûnê ye ku îmaja li ser lawaziyê ku kesê tometbar berheve gurzê dawyê lê bê xistin e.

– Serê xwe tewandin, xurandina eniya xwe, xwe qermiçandin, têkçûn,  nîşana poşmanî, bê hêvîbûn û şikestina îradê ye ku îmaje li ser têkçûna aliyê derunî û ruhî ye, ku dide diyarkirin kesê girtî guncaye ji bo dasepandin û bikaranîna gurzê pêwîst.

– Neynuk xwarin, henasên lezgîn, didan givaştin (jidandin), girtin û vekirina serhev a tiliyên destan, lerizîna çenê, livîna li pê hev li ser kursiyê, ling lerizandin, givaştina milên xwe ber bi aliyan û nav xwe: Nîşana torebûn, rik û kîn, xembarî, bê hîvîbûn, şikestina hêza derunî û ji dest dana hêza serxweve bûnê ye ku her yek xwediyê peyamek taybet ya girêday wê mijarê ye ya ku dibe sedema vê bandorê.

Bersiv divê bi heybet û ji dil û çendî bikarin bi kurt û puxt be. Divê xwe ji pirbêjî û  çiql û ta birina babetan biparêzin.

2- Di bersivan de lezê neke û hestên xwe veşêre

Tu carî di bersivdayinê de lez neke. Misoger bêhneke xwe bigire, hizir bike. Bersiv bila cureyeke be ku di gel gotinên te yê pêşîn re nakok nebe.

Helbet bersivdana gelek dereng an gelek bi lez an mil valakirina ji bersivdanê ji bo lêkoleran diselimîne ku tometbar tiştekî vedişêre. Lewre wê çaxê givaştinên wî zêdetir bibin.

Her nîşaneke hestiyarî, “atifî” ya xwe veşêre û di eşkere kirina hestên mînak: (Torebun, dilgiranî, tirs, hêbet man, rik û kîn) xwe ragirbe. Ji bo ku wek di beşên din de me îmaje pê da her hestiyariyeke te li hember mijarek taybet ê bê pênasekirin û di qonaxên din yên lêkolînê de wek wecgirtina ji xalên lawaziyê yê li hember te were bikaranîn.

Helbet divê ku şêwazê bersivdanê di qonaxa her risteke bersivan de ji bo her pirseke lêkoler jê dike wekî hev be. Ne di bersivekê de bi dengê dudilî yan tirsê bersiv bê dayîn û di bersiveke din de bi rijî. Dibe lêkoler bi pirsekê ku bi xwe jî baş dizane tumetbar têde xarîxerez û bê suce bixwaze têstek dengî û curê bersivan bigire. Lewre ew dizane bersiva tometbar yê çi be û dizane ew di wê mijarê de bê suce. Lê ew dixwaze tona dengê kesê tometbar an curê axivîna wî li demê bê tawaniyê nas bike û bi sengandina li hember bersivên din  bizane kanî kîjan bersiv bêtir bergumane, kîjan derewe, kîjan nêzî rastiyê ye. Lewra heke te nekarî tirs û dudilya xwe bidî sekinandin bersivên xwe yên ku têde tu ji xwe piştrastî jî wek bersivên xwe yên ku têde rastiyekê vedişêrî lê bike. Ango bi heman şêwazê diyarkirina dudilyan diyar bibe.

3-Tu bi xwe pirsyaran di serê lêkoleran de dirust bike

Tu dikarî bersivek nêzî wê pirsê bidî ya ji te tê kirin, ew bersiva ku piştrastî tu yê bikaibe di gotina wê de bi serbixwe û bê dudilî bi axivî, tu dikarî bi bersivên xwe berî lêkoleran bidî aliyekê ku tu dixwazî û tu dizanî yê ji bo lêkoleran guman li ser çê bibin, anko bi curê bi ziman anîna taybetmendiyên kesatiya xwe û curê têkiliyên xwe serê lêkoleran gerim bikî û berê wan bidî hinek pirsên ku di rastiyê de tu bixwe vehênerê wanî û ti bingehek wan nîn e. Helbet di vê qonaxê de pêwîste tu ji xwe piştrast bî ku gumanên wî piştî guftûgoyek dirêj yê vala derbikevin û piştrast bi zanyariyek neçaverêkiriya giring bi rengekî nexwastî nexe ber destê wan.

4-Bi lêkoleran re guftûgoyê germ û gur  neke

Li demên pêwîst de hewil bide bersivên xwe bi kurtasî bidî. Ji bo ku li kêlek bersivên xwe hizra lêkolerî li ser hinek mijarên din jî rohnî nekî, bi taybet heke te heval jî hebin ku ew jî girtî bin, neke tu gotinekê bêjî ku zaniyariyeke nerast li diji wî hevalê te pêş bikeve û lêkoler paşî li hember wî hevalê te bi ziman bîne ji bo ku hevalê te wusa guman bike madem lêkoler van hurdekariyan der barê wî de dizane dibe ji pir tiştên din jî li ser wî haydar be. Lewre dibe wî tuşî şikestina li jêr lêkolînê bike û bi îfadeyên wî tu jî tuşî şikestinê bibî.

5- Berê lêkoleran nede zaniyariyên nû

Pir carî rû daye kesê li jêr lêkolînê di bersiva pirsên lêkoleran de di hewldana ji bo vê ku berê lêkoleran bide aliyekê din û seredavan li ber wan winda bike. Hinek çeq û ta birine gotinan û bi vê çendê berê lêkoleran daye naverokekî din ji zaniyariyên giring a kiryarek dî û bi vî karî bê bizane bi berfireyî zaniyariyan bê tu zext û givaştinan didane ber destê lêkoleran, helbet demê hûn  bixwazin wecê ji mijûlkirna lêkoleran bi hinek babetên dûrî mijarên xwe yên berguman bigrin hişyarî babetên xwe yên din bin ku belkî ji bo te giring nebin. Lê ji bo lêkolerê eminî girngiyek taybet hebe.

6-Lêkolîna nerastewxo

Hevaltiyek a li jora girtîgehê, yan nobetçiyê li ber derî ku bi dilnermî cixaran dide te û dilovaniyê di gel te bi kar tîne dibe ku bi xwe jî beşek be ji taktîkên lêkoleran, dibe ji bo hinek rênimaiyan li ser asankariya ji bo lêkoleran be bi aliyê teve were ku ji bo nirxandinên li ser kesatiya te piştre bighîjin lêkoleran, yan jî heke dest bikevin zaniyariyên giring li bin te bikêşin.

Ger ku tevî komek ji kes yan hevalên xwe hatiye girtin çendî bikarî peywendiyên xwe yên di gel wan kesa heta navên wan veşêrî û wek ku tu wan nas nakî, ji tere baştire. Ji bo ku ev tişt yê barê te siviktir bike yan lîste û tomara bazineya lêkolînên li ser te yê teng tir bibe, lewre qet derbirînê li ser raya xwe li dor wan kesan neke, ji bo ku ew fêm bikin ku têkiliyên te bi wan re pir teng e.

8-Xwe li xarîxereziyê bide

Ger ku tu di çalakî û xwepêşandanan de çalakvanek berniyas û eşkere nînî hewil bide di bersivên lêkolînê de bi yekcar di rolê kesekê-î xarîxerez de derbikevî lê di heman dem de bi cesaret û biwêrî şikoya xwe ya kesayetî jî li cem lêkoleran biparêze. Ji bo ku li gor şêwazê îfadeyên te bawerî li cem lêkoleran çê dibe, wê demî tu dikarî bi aramî her tiştekê înkar bikî.

Di bersiva hinek pirsên lêkoleran de ku girêday hinek mijarên giran ku li ser te bêhna metirsiyê jê tê, corekê bersiv bide her wekî te jê fêm nekirîye. Lê bila bersiv kêmekê nêzî mijarê be û bi toneka dengî ya bi rijdî be ku lêkoler îqna bibe ku te ji pirsê fêm nekirye. Ev tişt yê pir bi tere alîkar be ku ew pirsa armanca lêkolerî pasîv derbikeve û ew wisa fêm bike ku tu ji wê mijarê dûrî.

9- Di lêkolînê de di çavê lêkoleran de tu sade û nezan xuya bibî baştire ji serhişî û zana bunê

Bi giştî li ser keysên siyasî û bîrdozî heke wek kesekê/î nezan û bê hiş û bê zaniyarî li ber çavê lêkoleran diyar bibî baştire ji vê ku wek kesekê hişmend û pispor werî dîtin, ango bihêle lêkoler guman bike tu kesek sadey, ji ber ku heke te karî bi lêkolerî bidî selimandin tu kesek sade û nezanî wê demê ew ê li gorî pîverên barê têgehîn û kesata kesekê sade û normal nêzî te bibe, bê ku bizane tu yê hêsantir ji armanc û daxwazên wî fêm bikî û li şûna wê ku ew raserî hişê te bisekine bê ku haya wî jê hebe tu yê li raserî hişmendiya wî bisekinî û wî li gorî xwasetkên xwe kontrol bikî, di encam de tu yê hêsantir gotinên xwe di bawera wî de bidî guncandin. Helbet ji bîr neke di vê qonaxê de jî pêwîste îradeya xwe ya xurt û gurura xwe ya kesayetî dîsan jî her biparêzî û wisa bidî xuyakirin tu kesek rastgo, dirust û ji xwe bi bawerî.

10- Yan jibîr bike yan tometan bêxe wistuyê kesekê ku nîne

Ji bîrakirin diyardeke normale ku her kesek dibe tuşî wê bibe. Lewre tu dikarî wecê ji vê çendê bigirî û bidî diyarkirin ku nav an mijarek berbas bi yekcar di bîra te de nemaye, yan hinek kod,  pesford yan jumare, nav û nîşan yan paşnavên hinek kesên taybet weke li bîra te nebin derbirînê ji rewşa xwe bikî ku mafeke te yê rewaye. Helbet rê yên din jî hene ku tometên têne aliyê te, yan ew kesê ku navê wî ji te tê xwestin, yan kesê duyem, yan yê sêyem tu dikarî nav û nîşanên kesekê bidî ku beriya demekê kêm tu dizanî miriye û nemaye, yan navê kesekê bidî ku ji welat derketiye, yan jî navê kesekê bidî ku tu piştrast dizanî bi nihênî di gel wan kar dike, yan jî bila kesayetiyekê xeyalî û jê kirî be, lê bila kesek bi rêk û pêk û di gel pirsa te ya sereke guncaw be ku çi heboneke wî nîne û te bi xwe di xeyalên xwe de wî kesî di vehînî, helbet kesek wisa çêkirî û amade ku tu cihê gumanê tê de nemîne bila hertim di xeyalên te de hebe, wî kesê xeyalî dikarî pêştir rewşek derunî, kesayetî, jiyanî yê guncaw berîdem ji bonê vehînî û amade bikî, li demên pêwîst tu dikarî ji bo hinek cihên pêwîst bi hişyarî bikar bînî yan tometan bixe ser stuyê wî û ji hinek qirîzên pir cîddî xwe rizgar bikî.

11- Laperên nivêsan û îmza

Tiştê ji devê te derdikevin dibine laperên nivîskî û pêwîste îmzaya te bikeve ser. Lewre pêştir pêwîste di gotinên xwe de miqeyed bî, ji bo ku herî dawiyê îmzeya lapera berbas li te giran nehêt, helbet ji bîra neke berî îmzakirina laperê mafê te heye riste bi riste wan nivêsînan bixûnî, heke risteyek zêdetir ji gotinên ku te bixwe bi ziman anîn te di nav de dît mafê te heye îmza nekî.  Helbet ku tevahiya îfadeyên te di qonaxa lêkolînê de bi rêya kamêrayan tê dîmen kirin, lewre tiştê te bi ziman anîbe tu êdî nikarî înkar bikî. Pir carî di qunaxên dawiya lêkolînê de navê hinek hevalên te yan kesên ku tu digel wan di peywendiyan de bû di lapereke de didanin ber sîngê te ji bo ku herçî tiştê tu der barê wan de dizanî binivsînî. Di demên wiha de jî pêwîst nake tu tuşî sergêjiyan bibî yan jî xwe ji nivêsîna wan paşde lêdî. Tu dikarî li ser wan kesan wan zaniyariyên giştî û berçav bêjî yên ku mijarên normalin û tiştê rojane yên her kesî ne û bê guman dezgayên emniyetê jî li ser wan zaniyarîyan haydarin bê ku amajê bidî ser wan mjarên ku armanca lêkolerên emniyetê. Helbet ev yek der barê wan kesan de ye yên ku hatiye selimandin tu wan nas dikî, eger na wê demê dikarî nas kirina wan înkar bikî.(Dawî)

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar