Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...
Perşembe - 21 Kasım 2024

Kî kêfxweş e?

Ka her yek ji we vê pirsê ji xwe bikin, gelo hûn kêfxweş in? Pênasekirina we ya kêfxweşiyê girêdayî hebûna we ye, gelo di...

Peyama gel zelal e

Di dawiya hefteyê de yek jê li Ewropa û ya din jî li bakurê Kurdistanê du mitîngên mezin çêbûn. Di vê dema ku her...

Parçebûna kurdan û hin rastiyên dîrokî 2

Qada bajariya kurdan a herî pêşketî weşan, çapemenî, wêje û yên din in. Ka em binêrin çiqas gundî ne yan veguhestine bajariyan? Weşanxane hatine vekirin, her yekî ala xwe li ser daliqandiye, tesbîhên wan di dest de ji rê û rêbazên gerdûnî dûr her yek ji xwe re pîvanên xwe datîne û tu car yên din qebûl nake. Ji xwe re weke derdorên nêzî hev çêkirine, ji sînorê prenstiy-mîrektiya wan kesên din nikarin derbas bibin. Hev diparêzin, mafdar ne mafdar li hev xwedî derdikevin û yên din pîs dikin. Yek bi yekî nake, naçin cem hev, li ser tu mijarê li hev nakin. Pîvanên wan qaîde û rêbzên qada kar nîn in, derdorparêzî, qad û mêylparêzî û hwd ne. Pozbilind in, qure ne lê ji bo xizmetên giştî aşê wan tu car nahêre. Li gund, zevî û mêrg, li bajêr weşanxane, çapxane, kovar û komele qada seweriyê ne. Li gund şer û pevçûn hebû, li bajêr jî nîqaşên ‘entel’, ji bilî rewşên awarte heqaretên nerm û ‘entel’. Qet nebêjin nabe, eger zehf hêrs bibin eynî qaydeyên kal û bavan jî diranên xwe disîqînin û darên heyderî ji bin çenga xwe derixin. Ka bajarî û şaristanî bûn!!?

Her wisa qada ziman jî ji vê parçebûnê para xwe girt. Berê jî parçebûn hebû lê bi giştî li ser rêzimana Celadet Bedirxan li hevkirinek hebû. Yek-du kes ji Swêdê derketin gotin êdî bes e, em Celadet Bedirxan nas nakin, êdî ew na, em hene. Ev yek bû feraseta hin derdorên xwedêgiravî xwedî otorite, ev mêyl kirine pirtûk li serê nivîsa kurdî de werkirin. Bala xwe bidinê ji wê salê şûnde êdî her weşanxane, her kovar, rojname û kesan xwe serbest hîs kir li gorî xwe qaşo rêziman û rastnivîs peyda kirin. Xêra wan ev bû ku pêşengiyê ji aloziyê re bikin, standerdeke kêm-zêde heyî bidin rûxandin. Pê re bazirganiyê pêşî li hest û ramanên hesasiyeta zimanê kurdî girt. Berê qaz û mirîşkên gundiyan hebûn a niha jî rêziman û rastnivîsên bajariyan ên xweser hene.

Di siyaseta kurdan de jî ev feraset tê û lê ye. Çiqas kurdên bi siyasetê radibin hene hema bêjin ew qas jî partî, fraksiyon, kom û komik hene. Gelekên wan bi vê ferasetê tevgeriyane; bila kêm be, bila teng be lê ya min be. Îtifaqên salên dawiyê ne tê de, ji bo mijareke neteweyî, gelerî û civakî nayên ba hev, yek ber bi yê din were adeta dikeve bin hesta piçûktiyê. Her yekî xwe gire daye navendekê, li dev û gotinên wan dinêrin û wan esas digirin. Li ser analîzên îdeolojîk, siyasî, neteweyî û civakî ranawestin, li gorî berjewendiyên teng, meqam û kariyere tevdigerin. Di navbera xwe û yên din de dîwaran datînin. Gotina min/ me, dîtina min/ me, berjewendiyên min/ me, min, min, min; ez, ez, ez distûra wan ev e. Êdî pile ew qasî rabûye ku hatiye asta xiyanetê û hevkariya ji bo dijminê xwe.

Alîgirên wan partî û koman ji kesên ji rêzê bigirin heta zanîngehê; doktor, endezyar, gurên teknolojiye û hwd ne. Weke fizîkî tiliyên wan teknolojiya herî pêşketî dişixulînin lê mêjiyên wan tenê ‘ji min’ re dixebite, îptîdayî ne, tenê çêr û siqêfan dizanin. “Te wiha got”, “de were …. vî..,“tu wiha difikirî bisekine ez ….” Û dewam dike. Qaşo ji bo ‘ya xwe’, kozika xwe, partiya xwe zimanekî derexlaqî û dermirovî bi kar tînin. Em ji bo vê yekê bihesin tenê tweetir an facebook an jî meydaya civakî binêrin bes e.

Ji bo parçebûn û nelihevkirinê mînakên min dan bes in. Em bi van mînakan dibînin ku bi rastî di her warî de rewşa me kurdan di vê radeyê de ye. Hêvîşikestêr e û dilxweşker nîn e.

Gelê kurd di eslê xwe de çiyayî ye. Her tim deştan û dagirkeriya cîranan û biyaniyan a ku ji deştan ber bi çiyan hatiye xwe parastiye. Destên êrîşkaran negihîştiye çiyayên asê, bi gotineke din çiya ji bo kurdan bûne stargeh û meterîsên ewle. Ji bilî dan û standinên aborî û li deştan re têkiliyên berfireh danenîne. Bajar her tim ji bo xwe biyanî dîtine hwd. Gotina bajar-bazar jî di nav mantiqê kurdan ê beriya sedsala bîstan de biyanîtî û xerîbiyê dihewîne.

Ev jiyana di nav singê çiyan de qewimiye kurd parastine, xwedî kirine, derxistine roja îro lê ji jiyana ku jê re tê gotin şaristanî dûr xistine. Berhilîneke dorteng, têra pêdiviyên kêm û têkiliyên kêm û neberfireh kiriye. Tiştê ku Nîkîtîn daye bawer kirin û dawiya sedsala 19an de gotiye, kurd di Tewratê de çawa tên terîfkirin hê jî di wê astê de ne, serkaniya xwe ji vê yekê digire. Berhilîna ku jiyanê dide domandin lê têra pêşketinê nake kurd bi hezaran salan kêm zêde di eynî astê de girtine. Sewalvanî têra penêr, mast, toraq, goşt, hirî, rîs û hwd, ew jî têra pêdiviyên rojane dike lê huner, zenaet, bazirganî û têkiliyên bi vî rengî ku mirovan ji war û êwirgehên xwe derdixe û berê wan dide cih û warên nû û ew jî dibe sedemê dewlemendiyê, geşbûnê, afirandina amûr û alavên nû ku weke civak pêşiyê ji aliyê nûbûn û geşbûnê re vedike. Lê huner, zenaet, bazirganî û têkiliyên bi vî rengî li êwirgehên kurdan pêş neketine.

Vê yekê civaka kurd di nav xwe de girtî hîştiye, bi vî rengî heta bigire zindî maye. Şopa van rastiyan em di ziman û çanda kurdan de dibînin. Zimanê kurdî şênber e, aliyekî xurt xwe dispêre şibandinê û hêmayên di mêjî de weke dîtbarî pêk hatine. Ev jî dide xuyakirin ku bingeha ziman pir xurt e lê çavkaniya wî xwe nespartiye hêmayên razber, ramandina felsefî û îdeolojîk.  Serêkaniya zimanê kurdî mîtolojî ye, efsane ne, destanwêrî ye û têkiliyên li ser vê esasê bilind bûne. Mîtolojî bûye efsane, destan ew jî bûye zargotina kurdî û bi riya denbêjiyê çanda me aniye îro. Lê têkiliyên zimanê nivîskî pêş bixin, avaniya raser (ustyapi) pêk bînin zemîn nedîtine. Çima?

Lê li aliyê din çiqas pesnê dewlemendiya mîtolojî, çand û daneheva bi vî rengî ya kurdan bidin û em bêjin ji me dizîne jî şaristaniya yewnan bi riya dagirkeran, bazirganan û seyahan mîtolojî û çanda me ya dêrîn birine jê felsefe, şano, alfabe û gelek pêşketinên din pêk anîne. Çima?

Di neqeba çiyan de berhilîna demsal û demsal, sal bi sal pêk tê lê ev yek rê dide bedena terxan, parîxurî (asalaklik) û têkiliyên bi vî rengî. Şerê li ser mal û milk pêş nakeve. Çînên civakî bi awayekî zelal dernakevin qada civakî. Di nav kurdan de şerê ku mirov bêje çînî ye pir qels e, weke dizî ku parîxurî û pevçûnên bêwate ne, herî zêde bi awayê hevkujiyê xwe dide nişan. Bedena ku mêjî nexebitîne, ji wî mêjiyî raman, felsefe, îdeolojî nateyîse.

Parçebûna kurdan û hin rastiyên dîrokî  -1

Nûçeyên Têkildar