Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Parlamenterên Iraqê der barê civîna Parlementoya Iraqê de axivîn

Parlamenterên Iraqê behsa naveroka civîna parlamentoyê ya li ser êrîşên Tirkiyeyê kirin gotin; “Pêwîste Hikûmet ji bo rawestandina êrîşên Tirkiye yên li ser xaka Iraqê, pêngavên diyar bavêje.”

Parlamentoya Iraqê li ser êrîşên dewleta tirk a dagirker yên ser Herêma Kurdistan û Iraqê di civînê deye. Civîna ku di saet 11:00’an de destpêkir, hîn jî dewam dike.

Derbarê naveroka civîna parlamentoyê de, beriya ku civîn destpê bike parlamenterên Iraqê ji Rojnews re axivîn.

Parlamentera Iraqê Zeyneb Musawî destpêkî axivî û diyar kir ku di civîna îro de wê derbarê êrîşên Tirkiye û Îran yên li ser xaka Iraq û Herêma Kurdistanê de, hinek pêşniyar radestî Hikûmeta Iraqê werin kirin.

Zeyneb got ku wê derbarê êrîşên Tirkiye û Îran de parlamento pêşniyaran radestî hikûmetê bike, piştî wê tedbîr dikevin stûyê hikûmetê de.

Parlamenterê Iraqê Kazim Tuk jî li ser heman mijarê axivî. Kazim Tuk dibêje, êrîşên Tirkiye yên ser xaka Iraqê ne yasayîne, divê hikûmet li hemberî van êrîşan pêngavên diyar bavêje. Kazim Tuk di dewama axaftina xwe de got; “Lijneya Asayîş û Parastinê wê di civînê de raporek derbarê êrîşên Tirkiyeyê de pêşkêş bike. Her wiha Lijneyek Bilind ya Ewlekariyê jî ji bo şopandina karên hikûmetê ya derbarê êrîşan de were vakirin.”

Parlamenter Kazim di dewama axaftina xwe de ragihand ku hinek partiyên siyasî hene ku berjewendiyên wan yên hevbeş bi Enqereyê re hene, dixwazin ji bo civîna îro astengiyan çêbikin.

Di dawiyê de jî Kazim got; “Tirkiye rojane serweriya Iraqê binpê dike, bûye sedema gelek kesên sivîl jiyana xwe ji dest bidin. Ji bilî vê hêzên Tirkiyeyê li herêmên Kurdistanê dest bi bikaranîna gazên jehrî kiriye.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar