Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Tê gotin ku PDK û artêşa tirk dê 15’ê nîsanê dest bi êrîşê bikin

Tê gotin, artêşa tirk wê bi hevkariya PDK'ê di 15'ê nîsanê de dest bi êrîşa li ser gerîlayên HPG'ê bike. Çavkaniyekî xwecihî ji ANF'ê re ragihand, piştî provokasyonên PDK'ê wê artêşa tirk li herêma Kanîmasî dest bi êrîşa dagirkeriyê bike

ANF Images

Ev demeke, hem medya başûrê Kurdistanê hem jî çavkaniyên herêmî radigihînin ku artêşa tirk bi beşdariya PDK’ê wê di demeke nêz de li dijî qadên gerîla dest bi êrîşeke nû ya ji bo dagirkirinê bike. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK’ê jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku li gorî hin agahiyên gihîştine ber destê wan, PDK amadekariyê dike ku hin çalakiyên provokatîf bike.

Çavkaniyekî xwecihî agahî da ANF’ê û piştrast kir ku rêveberiya PDK’ê û dewleta tirk planeke hevpar amade kirine. Li gorî agahiyên vê çavkanî ku di nava hêzên PDK’ê de ye, di 15’ê nîsana 2022’yan de li herêma Kanîmasî ya wîlayeta Duhokê, artêşa tirk wê li dijî nuqteyên gerîlayên HPG’ê dest bi êrîşa dagirkeriyê bike.

Li gorî çavkanî, amadekarî hatiye kirin ku leşkerên tirk karibin ji bo sê rojan bikevin vê qadê û bi dewamî hat gotin ku: “Di encama teqînekê de wê 3 efserên berpirsyar bên kuştin. Ji van 3 kesan yek jê efserê parastinê ye ku li maseya PKK’ê dixebite, efserê duyemîn jî ji hêzên Zêrevan berpirsyar e.”

Çavkanî diyar kir ku ji bo vê provokasyonê, tîmek ji 15 kesan ku ji hêzên Zêrevan (Yekîneyên taybet ên PDK’ê) û Pêşmergeyên Roj pêk tê, li baregeha Binesalawê hatiye bicihkirin û wiha got: “Tîmek bi rêya GPS’ê li heman cihî, tîmeke din jî bi berpirsyariya yekî ji îstîxbarata artêşa tirk hatiye avakirin. Tîma duyemîn bi kincên sivîl ên şîrketa bi navê Lewen Asayîş tevdigere.”

Çavkanî destnîşan kir ku yekîneya hêzên Zêravan a ku ji bo êrîşê hatiye amadekirin, di bin fermandariya Lorkan Mûtah ê ji Mûsilê de ye. Çavkanî îdîa kir ku ji bo zemîn ji êrîşê re bê amadekirin ev plan hatiye danîn:

1- Kuştina hin pêşmergeyên PDK’ê

2- Teqandina lûleya petrolê ya ji başûrê Kurdistanê diçe Tirkiyeyê

3- Li wê herêmê teqandina wesayitekê ku sivîl tê de ne.

Bi vê yekê tê xwestin ku êrişa dagirkeriyê di nava gel û raya giştî de bê rewakirin, mafdar bê nîşandan.

Li gorî heman çavkanî, dewleta tirk ji bo êrîşê ev amadekarî kiriye:

1- Qada şer û derdora wê ji hewayê ve bê kontrolkirin.

2- Ji hêzên PDK’ê re hin cureyên teqemenî û cebilxaneyê bêne dayin.

3- Piştgiriya ji bo hêzên bejahî (tank û wesayitên din ên zirxî).

4- Ji bo agahî ji hêzên bejahî û hewayî re bê dayin, bi beşdariya PDK û yekitiya artêşa tirk li cihekî nêzî qada şer odeya operasyonê bê avakirin.

Heman çavkanî diyar kir ku yekîneyek ji hêzên Zêrevan û du yekîneyên ji Hêzên Tevgera Taybet a Gulan a kurê Mesûd Barzanî Mensûr Barzanî li sînorê Fişxabûrê hatine amadekirin û ev agahî parve kir: “Fermandarê hêzên Zêrevan Azîz Veysî bi fermandariya Lîwa komando ya Zêrvan, beşa îstîxbaratê ya Zêrevan, efserê operasyonê yê Zêrevan re civînek lidar xist. Ji bo diyarkirina nuqteyên ku operasyon lê bên kirin ferman hat dayin ku ‘li ser GPS’ê nexşeyê amade bikin’.

Çavkaniyê xwecihî diyar kir ku di qonaxa duyemîn a plana PDK-dewleta tirk de tê xwestin ku ji bo birîna têkiliya navbera hêzên gerîla yên li herêmê, rêya bingehîn a Kanîmasî bê qutkirin. Çavkanî herî dawî ev îdîa kir: “Piştî ku rêya Kanîmasî kontrol kir, wê ji bo bidestxistina çiyayên Metînayê bikevin nava liv û tevgerê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar