Navenda Nûçeyan |
Li gorî lêkolînekê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hate kirin, her sal li tevahiya cîhanê 931 milyon ton xwarin û xurek bêyî bên bikaranîn tên avêtin. Di daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî de hate ragihandin ku ev yek ji sedî 17 ê xureka li tevahiya cîhanê tê hilberandine.
Li gorî lêkolînê, beşeke mezin a 931 milyon ton xureka salane tê avêtin, ji xureka ji aliyê malan ve hatine kirîn an jî hilberandine. Li gorî vê yekê ji sedî 11 xurekan tê avêtin, ji malan tê avêtin.
Hate ragihandin ku para restorantan a di avêtina xwarin û xurekê de ji sedî 5 e. Ji sedî 2 jî firoşkarên din diavêjin.
Li gorî encamên heman lêkolînê, salan e her şexsek 121 kîlo xwarin û xurekê diavêje. 74 kîlo ji vê yekê jî li malan tê avêtin.
Di lêkolînê de hate ragihandin ku xureka tê avêtin barê 23 milyon qemyonên ji 40 tonî ye û eger ev qemyon li pey hev bê danîn wê bibe konvoyek ku 7 caran dikare li dora cîhanê bigere.
Ger neyê avêtin dê emîsyon jî ji sedî 8-10 kêm bibe
Li cîhanê ku bi sedan milyon mirov birçî ne, bi milyara mirov nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin, ev îsraf di heman demê de bandorê li paşeroja gerstêrkê jî dike. Li gorî pisporan, ji ber xureka ku nehatiye bikaranîn lê hatiye avêtin, gazên sera rû didin û ev yek jî ji sedî 8-10 ê belavkirina gaza serayê ye. Yanî ger pêşî li îsrafê bê girtin armancên li dijî germahiya global hatine destnîşankirin dikarin bi cih bên anîn.
Ji sedî 10’ê mirovahiyê birçî ye
Li gorî raporên Neteweyên Yekbûyî, di sala 2019’an de li cîhana ku nifûsa xwe 7.7 milyon mirov e, hejmara mirovên di nava lepên birçîbûnê de ne 690 milyon mirov e. Ji çaryeka destpêkê ya sala 2020’î û vir ve ji ber bandora Covîd-19 ev hejmar zêdetir bûye. Her wiha li cîhanê 3 milyar mirov jî nikarin bi têrkerî xwarinê bixwin.