Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Ji fermanê ber bi ronesansê meşa jinên êzidî

Di demên dawî de li Iraqê qeyrana siyasî û aborî êdî gihiştiye asta teqîneke civakî. Dîmenên dawî yên Parlamena Iraqê taswîra hilweşîna dewletê û saziya siyasete ye. Serencama çîroka dewlet û desthilatdariyê ye. Parçebûna siyasî û civakî her ku diçe zemîna şerekî navxweyî jî ava dike. Daxwazên gelê Iraqê di esasê xwe de demokrasi û azadi ye lê hêz û aliyên siyasî yên Iraqî vê daxwazê vediguherînin berberî û nakokiyên desthilatdariyê û tu kes nikare rê û rêbazeke çareseriyê pêş bixe.

Li Bexdayê ne tenê alozî û pevçûn heye, di nav vê xirecirê de, di nav toz û dûxana şerê deshilatdariyê de, wêneyeke mucîzewî jî heye ku bi pêşengiya jinên êzidî ji aliyê jinên Iraqê ve hat xêzkirin. Wêneyê Parlamena Iraqê ji serî heya binî wêneyê reşbînî û bêhêvîtiyê ye. Lê wêneyê din ê li Bexdayê ji erd heya asîman hêvî, bawerî, ronahî ye. Di wêneyek de rengên zilamtiyê, di wêneyê din de rengê jin û gerdûnê heye. Ev 2 wêne, ji bo Iraqê û Rojhilata Navîn 2 pêşerojên cuda temsîl dikin.

Di 30’ê tîrmehê de li Bexdayê Konferansa Jinên Iraqê ya Navneteweyî hat lidarxistin û derdora sed jin beşdarî vê konferansê bûn. Her çiqas konferansa hevpar a jinên Iraqê jî be, jinên êzidî yên Şengalî mohra xwe li vê konferansê dan. Ji xwe konferans bi sernavê ‘’Bi vîna azad a jinan de em li hemberî jenosîda Şengalê têdikoşin’’ û di 8’emîn salvegera fermana 2014’an de pêk hat. Lê lazim e wate û girîngiya vê konferansê bi dilzîzî û bihestiyarî were fêmkirin, ji ber ku ev di dîroka jinên êzidî de merheleyeke nû temsîl dike. Û eger em heqê vê civînê bidin, ev konferans asta ronesansa jinên êzidî îspat dike.

Dibe ku hin kes dengê xwe bilind bikin û bêjin ‘’Ne ewqas jî, em zêde şor nekin.’’ Ji bo kesên ku ixtimal e bi vî awayî bifikirin em jî dixwazin pirsek bikin. Ne dûr, ji vir û 8 sal berê jinên êzidî li sûkên Şengalê, Mûsilê, Reqqayê û dehan bajarên din dihatin firotin. Her yek ji wan ‘’buhayê’’ wan li stûyê wan, ser tewiyayî û destzincirkirî li benda firotinê bûn. Vê carê her yek ji me em ji xwe pirs bikin, çawa çêbû ew ‘’jina kole’’ di nav 8 salan de xwe gihand wê astê ku ber bi paytexta Bexdayê ve bimeşe! Bêguman em behsa meşeke fikrî û rêxistinî dikin.

Dema jinên êzidî behsa fermana 2014’an dikin û çîroka xwe ya ku çawa ketine ber destê DAIŞ’ê tînin ser ziman, piraniya wan dibêjin; ‘’Dema çeteyên DAIŞ’ê hatin me xwest em ji ber destê wan xwe rizgar bikin. Lê me rêya tu cihî nedizanî ji ber ku em ji malen xwe hîç derneketibûn.’’ Piraniya jinên êzidî ji ber ku rê nas nedikirin diçûn û diketin xefika DAIŞ’ê. Niha jinên êzidî hemû Şengalê baş nas dikin û ev têr nake berê xwe didin Mûsilê, Bexdayê û hemû bajarên Iraqê. Ev merheleyeke nû ya di asta şoreşê de ye ji bo jinên êzidî.

Piştî fermana 2014’an, jinên êzidî hem di parastin û rizgarkirina Şengalê de hem jî di avakirina Rêveberiya Xweser de bi roleke pêşeng rabûn. Niha bi konferansa Bexdayê re êdî sînorên Şengalê jî derbas dikin û berê xwe didin azadî û demokrasiya herêmê. Li Rojavayê Kurdistanê, çawa ku şoreş bi nasnameya jina hat tarîfkirin, îro jî jinên Şengalê bi îddia û baweriya Xweseriya Şengalê û demokratîkkirina Iraqê radibin. Ji xwe yek ji panelên konferansê bi sernavê ‘’Projeya Iraqa demokratîk û azadiya jinan’’ pêk hat. Ev sernav iddiaya jinên êzidî ya serdema nû temsîl dike.

Di 8’emîn salvegera fermanê de jinên Êzidî ji milekî ve sedema komkujî û kuştina jinan dipirsin û ji sûcdaran hesab dipirsin, ji milekî ve jî projeya azadiya jinan dixin rojeva Iraqê. Meşa jinên êzidî ya Bexdayê; meşeke ji zemanên fermanê ber bi serdema azadiyê ve ye. Konferansa li Bexdayê nîşaneya şoreş û ronesansa jinên êzidî ye û çareseriya Şengalê jî ya Iraqê jî di vê cewherê de veşartî ye. Lazim e hemû Iraq û cîhan berê xwe bide 2 wêneyên cuda yên Bexdayê û pêşeroja xwe diyar bike. An dîmena hilweşînê ya li Parlamena Iraqê ku encama pergala desthilatdariyê ya zilam e, an jî dîmena azadiyê ya jinên êzidî û Iraqî ya li Bexdayê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar