Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

9’ê Çileyê bûye roja berxwedana jinan

Nora Merîno

Di ‘meha şehîdên jin’ de em dixwazin di serî de di şexsê sê hevalên me Sara, Rojbîn û Ronahî de hemû jinên berxwedêr ên cîhanê yên ku ji bo şoreşê jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin. Wek jinên enternasyonalîst em dixwazin girîngî û wateya roja 9’ê çileyê û bi taybetî jî ya heval Sara ji bo têkoşîna azadiya jinên cîhanê parve bikin.

Di civaka xwezayî de jin pîvanên ava kiribûn veguhert çandê û li derdora wê jî civak ava kir. Ji bo girêdana wê ya bi xwezayê re, herikandina wê ya di nav jiyanê de, tespîtkirina wê ya li ser pêwîstiyên civakê û hêza wê ya çareseriyê, dîtina wê ya pêşerojê û li hemberî vê tedbîr girtin û bi taybetî ji bo hezkirina wê ya ji însanan, jin bû tayê ku hemû kesên civakê bi rengên xwe yên cuda tîne gel hev û bi hev ve girê dide. Ji bo van taybetmendiyan jî jin bi nasnameya xwedawendê hat temsîlkirin. Ji ber ku civaka etîk û polîtîk a ku jiyana xwe bi awayekî azad dijiyan bingeha xwe di nasnameya jinên xwedawend de didît, dema ku nasnameya zilamê desthilatdar bi zihniyeta xwe ya kujer û tarî xwest civak bixe bin kontrola xwe gava destpêkê li dijî jinan avet. Li ser bingeha kuştina jinan, tundiya li dijî jinan û binpêkirina nasnameya îdeolojîk a jinan ku jin kiriye kolê pergala baviksalar ê ku roja îro de em wek Modernîteya Kapîtalîst bi nav dikin, ava bû. Lê belê her ku êrîş heye berxwedan jî heye. Serhildanên koleyan, berxwedanên gelan, şoreşên civakî, têkoşîna jinan ji bo jiyaneke azad li seranserê cîhanê her tim hebû û heye jî. Di van hemû serhildan û têkoşînan de, jin her tim roleke pêşeng lîstin û mîrateya wan hatiye heta roja me û di pêşerojê de jî berdewam bike; Alexandra Kollontai, Emma Goldman, Mika Feldman, Concha Pérez, Ulrike Meinhof, Berta Cáceres…. û bi hezaran jinên din.

Lê belê heval Sara gaveke hin taybet ji bo têkoşîna jinan avêt. Bi damezrandina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bû hêviya welat, bi berxwedana wê ya di nav zindanê de ku dîwarên zindanê û salên 80’yî de derbas kir bû îradeya berxwedana gel, lê belê bi ked, bawerî û israrkirina wê ya ji bo avakirina Tevgera Jinan bû hêza şoreşê ya hemû jinên cîhanê. Heval Sara, wek xwedawenda civaka xwezayî, bi dîtina xwe ya pirsgirêk û pêwîstiyên gel, bi girêdanbûna xwe ya bi dîrok û hezkirina xwe ya bi jinan re gav avêt ber bi avakirina Tevgera Jinan. Di hemû serhildan û şoreşên di dîrokê de jinan bi awayekî çalak cihê xwe girt. Lê belê jin tu carî wek pêşeng nehatibû qabûlkirin, pêwîstî bi guhertina zihniyet nehatîbû dîtin û ew hemû potensiyala jinan a ji bo azadî û hêza wan a têkoşînê belav bû, rola jinan a di nav civaka zayendparastî de yan neguhert an jî tenê guhertinên biçûk ên girêdayî pêwîstiyên dewletê ya wê demê dijiyan. Lê belê bi hêza heval Sara ya ku temsîla hêza jinên têkoşer dike, jinan rêxistina xwe ava kir, hêz û hîsên xwe, hezkirin û hevaltiya xwe, bawerî û fedakariya xwe anîn gel hev û bûn pêşengên têkoşîna azadiyê. Ji ber ku di roja îro de jinên kurd ne tenê pêşengiya azadiya gelê kurd û Kurdistanê dikin, lê belê di heman demê de Tevgera Jinên Kurdistanê pêşengiya têkoşîn û şoreşê ya li seranserê cîhanê dike. Bi perspektîf, pêşniyar û berxwedana wan rê ji bo jinên li her derê cîhanê vekirin. Sara, Rojbîn û Ronahî li tevahiya Ewropa, Amerîkaya Latîn, Asya û hwd. tên naskirin û hêza têkoşîna Tevgera Jinên Kurdistan û bingeha wê ya zanistî jineolojî tê naskirin û wek mînaka esasî di nav lêgerîna jinan de tê girtin.

Hikûmeta Erdogan bi zanebûna li ser wate û girîngiya têkoşîna jinên Kurdistanê û tirsa ku ew têkoşîn di nav de ava dike, bi armanca xeta azadiya jinan xerab bike di 9’ê Çileya 2013’an de komkujiyeke hov pêk anî. Xwestin darê ji koka wê qut bikin, lê belê yê ku dijmin nizanîbû ew e ku kokên vê darê ewqas kûr û xurt bûne ku tu kes dara têkoşîna jinan a ku ewqas bilind dibe ku digihîje asîman nikare ji kok, ax û ava xwe qut bike û dûr bixe. Ji bo wê dijberî jî 9’ê Çileyê cihê xwe yê taybet di nav dîroka jinên cîhanê de girt. Jin bi zanebûn ew roja darbeyê ku ji bo têkoşîna azadiyê ya jinên cîhanê bû darbe, 9’ê Çileyê wek 8’ê Adarê vediguherînin roja berxwedan û şoreşa jinan.

Ji 2013’an şûn ve, her sal jinên kurd ên li Ewropayê û jinên enternasyonalîst bi hev re li Parîsê meşeke mezin û girseyî dimeşin. Îsal jî ji ber rewşa Covid-19 meşa navendî li Parîsê pêk nehat lê belê çalakî li her derê Ewropayê belav bû; Fransa, Almanya, Belçîka, Îtalya, welatê Baskê, Katalonya…. Êdî ne tenê jinên kurd, hemû jinên têkoşer û berxwedêr roja li 9’ê Çileyê wek rojekê taybet dibînin û bi wêneyên hevalan Sara, Rojbîn û Ronahî, bi alên rengîn ên jinan û dirûşmên ‘JIN JIYAN AZADÎ’ kolanan dixemilînin û hêza xwe dikin yek.

«Me ispat kiriye ku di ferhenga me de peyva ‘nabe’ tune» Heval Sara

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar