Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...
Çarşamba - 9 Ekim 2024

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Rojhilata Navîn, zalim û mezlûm

Rojhilata Navîn gulistana gel, bawerî, çand û felsefeyên cuda bû. Bi êrîşên sîstematîk ên derve û rêveberên xwefiroş û kêrnehatî re veguherî goristana gel,...

9’ê Cotmehê û dagirkirina Serêkaniyê

5 sal in ku dewleta tirk û çeteyên ku ava kirine Serêkaniyê dagirkirine. 5 sal in Serêkaniyê û Girê Spî tên talankirin û miletê wê koçber û penaber e. 9 Cotmeha 2019’an bû ku dewleta tirk êrîşî herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de kir û her der da ber topan. Roja van êrîşan jî heman roj bû ku salvegera komploya li ser Rêber Abdulah Ocalan bû. Belkî 20 sal derbas bûbûn, lê hêzên ev plan danîn heman hêz bûn.

Di sala 2019’an de wekî navbênkar û qaşo Amerîka dixwaze bertekên dewleta tirk li hember rojavayê Kurdistanê kêm bike, kete tevgerê. Şert li hember HSD’ê ferz kirin û HSD’ê jî ji bo ewlehiya herêmê ev şert qebûl kirin. Qaşo wê hinek nuqteyên çavdêriyê weke destpêk 5 kîlometran ji sînor ber bi hundirê Rojava de û bi dirêjahiya di navber Serêkaniyê û Girê Spî ( Herêmên ku niha dagirkirîne) de ava bikin da ku dijminatiya dewleta tirk hinekî kêm bibe. Çend gerên dewleta tirk û hêzên Amerîka jî di vê herêma navborî de çêbûn û hemû mewziyên li ser erdê hatibûn çêkirin jî ji nav hatin birin. Her wiha ev jî şertên dewleta tirk bûn ku hemû satirên bi axê hatibûn çêkirin jî werin rakirin û li gorî wê hatin rakirin. Siyaseteke wiha hate meşandin û Amerîka bi serpereşitiya nûnerê xwe yê Sûriyeyê yê wê demê Jemss Jeffri ev plan meşand. Jeffri xwe xistibû pozisyonekî wiha ku qaşo ew dixwaze pirsgirêk çareser bibe, êşa kurdan dinase û ew li çareyê digere, lê paşê derket ku hemû tevgera ku çêbû, plankirî bû.

Beriya dagirkirina deverên navborî, rojekê min ji yek kesên ku di siyaseta Rojava de bi bandor bû pirsî, gelo hûn nabînin ku dewleta tirk bi niyeteke din li herêmê digere û hemû cihên we çavdêr dike da paşê dagir bike? wî berpirsî got na û wan hesabê vê yekê kirine. Lê paşê bi destpêkirina şer re, aşkere bû ku hesabên ji hesaba mezintir hene û ev dever hat dagirkirin. Erê, yê êrîş kirî bi nav dewleta tirk be ku bi çeteyên xwe herêmê talan dike, lê di rastiyê de plan ya Amerîka bû û paşê Serokê Amerîka yê wê demê Trump aşkere got; “Kurd bila ji xwe re herin li Dêra-zorê cih bigirin.” Bi biryara Trump a ji nişkêve ku ew xwe ji Sûriyeyê vedikşînin, xuya kir ku plan mezin e û dewleta tirk xwe hazir dikirin hema êrîşî Kobanê jî bike û tank li pişt sînor tevî çete û leşkerên xwe amade kirin.

Lê hatina Rûsan ya li herêmê bi hemahengiya bi rêveberiya HSD’ê re, hesab tevlîhev kirin. Çawa ku herkes bi biryara vekşîna hêzên Amerîkî şaş ma, her kes bi hatina hêzên Rûsiya û hikûmeta Şamê jî şaş û matmayî man. Li gorî hinek şahîdan, Jemms Jeffri li ser agahiya ku Fermandariya HSD’ê bi Rûsiya re li hev kiriye û ew ê werin herêmê mat maye û paşê jî gotibû ku bi vê siyasetê weke ji me re bibêjin Şahmat bûbû. Ev jî sedemeke ku biryara vekşîna ji Sûriyeyê hat betalkirin.

Dîsa ev komplo û dagirkerî di sêrî de DYA berpirsyare. Êrîşa 9’Cotmeha 2019’an li ser Rojava, dewama Komploya 9 Cotmeha 1998’an li ser Ocalan e. Serokwezîrê Îtaliya yê wê demê Massimo D-Alema ji xwe nû eşkere dike ku Serokê DYA yê wê demê Clînton ji wî xwestiye ku serokê PKK’ê Ocalan radestî Tirkiyê bike. Ev jî mukurhatineke piştî ewqas sal e ku rastiyê careke din aşkere dike. Wê demê Clînton bû û 2019’an jî Trump bû.

Ev plan bû û di encamê de cih û warê kurdan hat dagirkirin û talanî û wêranî bû para wan. Tevî 5 sal di ser vê dagirkeriyê re derbas dibin, lê heta roja îro jî xelkê Serêkaniyê mifteyên deriyên malên xwe navêtine û yan di berîka wan de ye yan jî li ber çavên xwe bi darxistine û li benda vegera li cih û warên xwe ne.

Nûçeyên Têkildar