KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

9’emîn Mîhrîcana Îvana Hoffmann hat lidarxistin

Bi organîzasyona Young Struggle û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" li bajarê Dûîsbûrg ê Elmanyayê 9’emîn Mîhrîcana Îvana Hoffmann hat lidarxistin.

9’emîn Mîhrîcana Îvana Hoffmann ji aliyê Young Struggle ve bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” tê organîzekirin, li bajarê Dûîsbûrgê yê Almanyayê bi panelek li ser girtiyên jin ên şoreşger dest pê kir.

Di panelê de li ser navê rêxistina jinên şoreşger ên Afganistanê Rawa, kovara Jinên Sosyalîst û rêxistina jinên ciwan ZORA’yê axaftin hatin kirin.

Gel li ber Parqa Kant a navenda Dûîsbûrgê li hev civiyan û li vir mîtîngek li dar xistin. Di mîtîngê de li ser navê SKB û Meclîsa Jinê ya Şehîd Asya Yuksel axaftin hatin kirin. Piştî axaftinan gel bi qasî du kîlometreyan heta qada mîhrîcanê meşiyan.

Bi sedan kesên beşdarî meşê bûn bi dirûşmeyên “Navê berxwedana ji Dûîsbûrgê heta Rojava Îvana Hoffmann e”, “Jin Jiyan Azadî” û “Şehîd namirin” hatin qada mîhrîcanê.

Ciwanên Têkoşer, AGÎF, Platforma Dengê Girtiyan, Pêşeroja Azad, Tevgera Jinên Kurd, Heyva Sor û rêxistinên Elman bi standên xwe beşdarî mîhrîcanê bûn.

Di mîhrîcanê de komên muzîkê derketin ser dikê û li ser navê saziyan axaftin hatin kirin.

Di mîhrîcanê de banga tevlîbûna Mîhrîcana Zîlan a ku wê di 15’ê Hezîranê de li Dûîsbûrgê bê lidarxistin jî hate kirin.

Şoreşger û pêşengek mezin bû

“Şervana MLKP’ê Îvana Hoffmann (Avaşîn Tekoşîn Guneş) di 8’ê Adara 2015’an de li bajarê Til Temirê yê Rojava şehîd bû. Îvana Hoffmann li bajarê Emmerichê yê Almanyayê ji dayik bû û mezin bû, keça dayika Elman Michaela û bavê Kossî ye Togoyê bû. Ew ji malbatek mezin ku bi tevahî 12 xwişk û birayên wê hebûn. Îvana di ciwaniya xwe de bi awayekî çalak di tîma futbolê ya herêmî ya Emmerichê de lîst. Malbata û hevalên Îvana gotin ku wê ji muzîk, dans û gotina stranan hez dikir. Gelek hevalên wê yên zarok hebûn û ji wê pir hez dikirin.

Paşê koçî Dûîsbûrg-Meîderîchê kirin û heta ku hat Rojava li wir dima. Li vir ji temenekî biçûk de xwe bi rêxistin kiribû û di sala 2009’an de tevlî tevgera Greva Perwerdehiyê bû. Di salên piştre de, beşdarî organîzasyona femînîst, çalakiyên dij-faşîst û protestoyên Tevgera Blockupyê bû û weke şoreşegerekê xwe bi pêş xist. Her wiha beşdarî bibîranîna şehîdên enternasyonalîst û çalakiya azadiya girtiyên siyasî bû.

Îvana navê Avaşîn li xwe kir

Di bihara sala 2014’an de biryar da ku bi rêhevalên xwe yên MLKP’ê re li dijî pêla faşîzma DAIŞ’ê ya ku li Iraq û Sûriyeyê bi lez û bez belav dibû, têbikoşe. Ji bo rêveçûma şer biguherîne tevlî nav refên enternasyonalîstên din bû. Li Kurdistanê navê “Avaşîn” ku li Herêmên paratinê yê Medyayê ye û ji gerîlayan ve tê parastin, li xwe kir. Pêşî çû Herêmên Parastinê yên Medyayê, li wir bi gerîla re perwerdeya berfireh a bîrdozî, siyasî û ziman dît. Piştre çûye Rojava û li eniyên herî pêş ên şer de cîh girt.

Beriya şehadeta xwe ev tişt anîbû ziman: “Li Rojava şerê mirovahiyê, maf û enternasyonalîzmê tê kirin. Rojava destpêkek nû ye, hêvî ye. Min biryarek girt û bi rojan bi van ramanan di hişê xwe de jiyam. Niha roja avêtina pêngaveke bi qasî herîkîna ava çemê Dîcle û Firatê ye. Ez dixwazim bibim parçeyek ji Şoreşa Rojava, ez dixwazim li wir xwe bi pêş bixim, dixwazim têkoşîna ku hemû gelên bindest aniye ba hev nas bikim. Ya herî girîng jî ez dixwazim bi canê xwe şoreşê biparêzim û di zanebûna girîngiya têkoşînê de me.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar