Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Fîlozofê serdemê Rêber Ocalan

Fewaz Reşo

Li welatekî ku bi hewcedariya rizgariya ji destê zulimkar, dîktator, hegemoniyê ye, rêberekî ji neselê pêxemberan derket û welatê li ber keviyê têkçûnê ji nû ve nefes pê de anî. Digotin ma darê hişk ji nû ve şîn dibe, ma mirî dikarin bijîn. Em li vir behsa Kurdistanê dikin. Kurdistana ku dayika hemû ol, netewe û qudsaliyan e. Welatê rojê, welatê keskesor, welatê ku mêr û jinên wê di oxira hebûnê de canê xwe didin. Kurdistan, cihê pêxember, cihê perî û periyan e. Em li vir behsa Kurdistana ku di nava lingên hegemoniyê de dihat binaxkirin dikin ku rêberekî wê, pêxemberekî wê, fîlozofekî wê derket û ji nû ve ji ber lingên têkçûnê ew welat da nasîn û îsbatkirin ku heye û wê hebe.

Rêber Abdullah Ocalan fîlozofekî serdemê ye ku di hemû serdeman re derbas bû, di hemû qonaxên jiyan û hûrgiliyên wê re derbas bû. Jiyana mirovan kêlî bi kêlî rêst û li pêşber raxist. Li hember hemû kevirên di rêya xwe de sekinî û bi analîzên xwe ji pêş xwe rakir. Rêber Ocalan bi projeya xwe ya modernîteya neteweya demokratîk li hember projeya modernîteya kapîtalîst sekinî. Modernîteya kapîtalîst bi her hûrgiliyên wê veçirand.

Li Kurdistana ku bi planên qirêj û komployan hatibû parçekirin, gelek şoreş û serhildan li hember zulimkar û desthilatan li dar ketin. Hemû şoreş û serhildanên çêbûne yan di qalik û xeleka herêmekê de man û têkçûn an jî bi darvekirinên rêberên wan vemirîn. Şoreş û serhildanên li Kurdistanê li dijî dehaqên serdemê li dar ketine, li gorî analîzên li ser wan çêbûne, bêrêxistinî, bêplan û bêarmanc bûn.

Hema bêje, Kurdistanê bi mezinbûna kapîtalîsta hov re têk çûbû û welatekî bi navê Kurdistanê û zimanekî bi navê kurdî dihate îmhakirin û asîmîlekirin. Lê derketina rêber Abdullah Ocalan ji Kurdistanê re rizgarî, xelasî û birina Kurdistanê ber bi bejahiyê ve bir.

Rêber Ocalan di wextekê de hat ku Kurdistan û gelê wê ji qirkirinê ber bi hebûn û îsbatkirinê ve bir. Bi fikir û felsefeya xwe bi milyonan kurd xist tevgerekê ku ji xwe re, ne ji xelkê re, xebatê bikin. Rêber Ocalan ji Kurdistan û gelê kurd re roja di tariyê de ye.

Li beramber rêber Ocalan kapîtalîsta hov û qiralên hegemon li hev kom dibûn û planên komployê datanîn. Da ku çira û ronahiya li ser Kurdistan û gelê wê pêketiye vemirînin û ew bihuşta li vê dinyayê ku bi Kurdistanê tê nasîn bikin dojeh li ser gelê wê.

Di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest bi kabûsa xwe ya li ser gelê kurd kirin û di 15’ê Sibata 1999’an de gelê kurd kirin reşahiyê. Ji dewletên hegemon û komploger e wê bi vê yekê dawî li hemû berhem, fikir û felsefeya rêbertî bînin, ji wan e mîna şoreşên din bi girtina rêberê wê, dê kanî ziwa bibe, ji wan e wê bi vê yekê gelê berxwedêr, gelê bi rêya rêber Ocalan çêja azadiyê kiriye wê dev ji her tiştî berdin. Lê nizanîn ku rêbertî li pey xwe tovên azadî û demokrasiyê çandine, nizanîn ku rêbertî li pey xwe gelê êdî av xistiye ser çenaqa planên dijmin û vexwariye, nizanîn ku gelê ji mirinê şiyar bûye, careke din namire.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar