Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku di sala 2007’an li Amedê ji bo pirsgirêka kurd bi awayekî demokratîk bê çareserkirin û Tirkiye bibe welatekî demokratîk hat avakirin, li 25 bajarên bakurê Kurdistanê bi awayekî çalak dixebite. Nêzî 800 rêxistinên civaka sivîl, bi delegeyên ji hêla gel ve hatine hilbijartin, parlementer, şaredar, endamên meclisên şaredariyan û meclisên giştî yên bajaran, keya, partiyên siyasî, komên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û nûnerên komên etnîk, dînî û mezhebî yên herêmê hema bibêje xwedî pozîsyoneke ku temsîliyeta herêmê gişî di bin banê xwe de dihewîne. KCD ku demeke dûr û dirêj ji hêla dewletê ve jî hatibû qebûlkirin û naskirin, di çareserkirina pirsgirêka kurd de gelek caran esas hatibû girtin.
Lê belê cara ewil di sala 2010’an de ji ber ku xweseriya demokratîk diparêze ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hedef hatibû girtin. Di çarçoveya lêpirsînê de çalakiyên KCD’ê yên heta sala 2014’an hemû ji hêla polîsan ve hatibûn tomarkirin û paşê ev qeyd wekî delîlên ceza hatibûn bikaranîn.
AKP’î jî tevlê bûbûn
Çendî ku KCD bê îllegalîzekirin jî lê belê gelek parlementerên AKP’î û rêvebirên wê yên payebilind jî di pêvajoya avakirina wê de û di nav gelek xebatên wê de cih girtibûn. Parlementerê AKP’ê yê Amedê Galîp Ensarîoglû, di pêvajoya avakirina KCD’ê de cih girtibû. Serokê AKP’ê yê Amedê Mûhammed Akar, di navbera 2012-2013’an de li ser navê Tevgera Azadiyê ku pêkhateyeke KCD’ê bû, di nav Komîsyona Baweriyê ya KCD’ê de cih girtibû. Parlementerê AKP’ê yê Sêrtê Yasîn Aktay jî di 18-19’ê Kanûna 2019’an de tev li “Komxebata Xweseriya Demokratîk” a KCD’ê bûbû ku li Amedê hatibû lidarxistin. Heya niha tu agahî bi dest neketine bê ka derbarê rêvebirên AKP’î de yên tev li xebatê KCD’ê bûne, lêpirsîn hatine destpêkirin an na. Her wiha Cîgirê Mişteşarê MÎT’ê yê berê Cevat Oneş jî tev li xebatan bûbû.
Meclisê ew vexwend
KCD’ya ku niha hemû xebatên wê ‘derqanûnî’ tên nîşandan, di 19’ê Çileya 2012’an de bi îmzeya Serokê Meclisê yê berê Cemîl Çîçek vexwendnameyek jê re hatibû şandin. Ji bo KCD, fikrên xwe yên derbarê qanûna bingehîn a nû de bilêv bike, hatibû vexwendin. Piştî vê vexwendnameyê heyeta KCD’ê çû bû û daxwaza xwe ya ji bo xweseriya demokratîk berpêşî Komîsyona Lihevkirinê ya Meclisê kiribû.
Heyeta Îmraliyê
Hevserokê KCD’ê yê berê Hatîp Dîcle jî di navbera 2013-2015’an de di bin navê “pêvajoya çareseriyê” de di nav Heyeta Îmraliyê de cih girtibû. Dîcle bi sifetê Hevserokê KCD’ê hevdîtin bi cîgirên serokwezîr û rayedarên dewletê yên wê demê re kiribû.
KCD’ya ku di dema pêvajoya çareseriyê de ji hêla dewlet û hikûmetê ve esas hatibû girtin, niha wekî saziyeke “derqanûnî” hedef tê girtin.
Hevseroka KCD’ê ya ewil Yuksel Genç, behsa paşeroj û rewşa niha ya KCD’ê kir.
KCD’ê xebatên girîng kirine
Yuksel Genç diyar kir ku bi hatine cem hev a sazî û rêxistinê kurd ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd KCD bûye enî ango platformekek û wiha got: “Ji ber van taybetmendiyên xwe KCD ji bo kurdan û gelên Tirkiyeyê platformeke binirx e. Ji bo ku pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin KCD’ê xebatên gelek girîng dane meşandin. Ji ber ku hikûmetê nirx neda van xebatan û bi hewldanên krîmînalîzekirinê krîz hat avakirin. Dive weke nêzikbûneke ku pêşeroja Tirkiyeyê ya demokratîkbûnê hedef digire bê dîtin.”
Hesta yekitiyê afirand
Genç da zanîn ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd KCD’ê di nav kurdan de kelecaneke ava kiriye û ji bo vê yekê piştgiriya beşên civakê yên din jî girtiye û ev tişt anî ziman: “Dema KCD hat avakirin, mirovan wê weke cihekî ku dê karibe pirsgirêka kurd çareser bike, dît. Cara yekemîn hesta yekitiyê dabû kes, sazî û rêxistinên ku gelek ji hev cuda difikirîn. Bi mirovan re hesta ku kesên cuda dikarin bên gel hev dabû avakirin. KCD nifteya yekitiyê bû û weke xwedî û berdevka hesreta aştî û demokrasiyê bû. Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a derveyî tundiyê gelek firsend da dewletê û civaka Tirkiyeyê.”
Kesên nav KCD’ê bûne ‘terorîst!’
Di berdewamê de Genç destnîşan kir ku krîmînalîzekirina KCD’ê ya bi destê dewletê gelek xem nake û wiha pêde çû: “Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê mîna Tirkiyeyê nafikire û KCD’ê weke platformeke qanûnî dibîne. Biqasî zelal û qanûnîbûna xwe KCD tê îllegalîzekirin. Hikûmet bixwe jî tev li xebatên KCD’ê bûye û tim xwestiye ji agahiyan bigire. Di gelek konferans, panel û forman de KCD’ê bi dewletê re biryaran girtî ye. Heke KCD îro sûc be, divê misteşarên MÎT’ê, wezîrên demê û gelek kesên ku tev li xebatên KCD’ê bûne bên darizandin. Li mixabin tiştek wiha tuneye tenê kurd tên darizandin. Komîsyona Edaletê ya Meclisê bi taybetî KCD’ê weke aktor dîtiye û wiha nêzî wê bûye. Lê îro kesên di nav KCD’ê de weke ‘terorîst’ tên dîtin û darizandin.”
‘Rêya borî li paş maye’
Genç diyar kir ku nêzikbûna li hemberî KCD’ê nêzikbûna li hemberî pirsgirêka kurd e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Operasyonên li dijî KCD’ê û gengeşî û polîtîkayên berberiyê yên di nav civakê de ji ber pergala yekkesî ku di 4-5 salan ava bûye ye. Operasyonên tên meşandin û berberiya di civakê de xesareke mezin didin Tirkiyeyê. Ev pergal hewl dide hemû rêyên çareseriyê li ber pirsgirêka kurd bide girtin. Rêya borî li paş maye, her çiqas bê xwestin ku ber paş ve biçe jî sibê dema ku bê vegerandin wê kes ji destpêkê dest pê neke. Bi kîjan pergalê bê domandin jî wê tim li pirgirêka kurd vegerin. Ev neçarî ye. Heke ewqas operasyon bên lidarxistin û bandor li polîtîka hundir û derve bike wê demê pirsgirêka kurd heye. Ev desthilat û desthilateke din jî heke daxwazeke wan pêşvebirina Tirkiyeyê hebe divê bi lez û bez pirsgirêka kurd çareser bikin.”
He wiha Genç ev bang li kesên ku di bin sîwana KCD’ê de hewl dane pirsgirêka kurd çareser bikin û îro bûne hedefa operasyonan û hatine girtin kir: “Ez di wê fikre de me ku wê dawiya dawî çareserî bê axaftin û divê ji wê dema ku çareserî bê axaftin re mirov amade be. Dema ku ev çareserî bê jî em ê ji sifirê dest pê nekin.” AMED