Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Cumartesi - 5 Ekim 2024

‘Em ê bi ruhê berxwedana Kobanê herêmên dagirkirî rizgar bikin’

PYD bi wesîleya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê daxuyanî dan. Di daxuyanê de soza bilindkirina têkoşîna rizgarkirina herêmên dagirkirî hat dayîn

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi beşdarbûna partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û malbatên şehîdan, bi wesîleya salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser û rizgarkirina Kobanê li goristana Şehîd Dîcle daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endamê Desteya Rêveber yê PYD’ê Ehmed Şêxo ve hat xwendin.

Daxuyaniya PYD’ê wiha ye:

“Di sala 2011’an de dema ku tîrêjên Bihara Gelan belav dibû, di 15’ê Adara heman salê de derbasî Sûriyeyê jî bû. Di wê demê de hêzên hegemonîk xwestin nexşeya Sûriyeyê li gor berjewendiyên xwe biguherînin. Dewleta tirk ji destpêka raperîna Sûriyeyê ji bo ku gelê kurd û tevahî pêkhateyên di herêmê de azadî û mafên xwe bi dest nexin, bi rengekî aşkera destwerdana şoreşê kir. Li ser vê bingehê bi komployeke navnetewî di 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kirin. Piştî ku DAIŞ’ê hinek ji axa Iraq û Sûriyeyê dagir kirin û çekên herî pêşketî bi kar anîn, gelek hêzan analîz kirin ku dê çeteyên DAIŞ’ê Kobanê di 24 saetan de dagir bikin. Lê Kobanê li ber xwe da û bi xwîna zarokên xwe destaneke dîrokî nîvisandin.

Weke vê rojê di 2014’an de çavên her kesî li Kobanê bû. Beşekê dixwest ku tarîtiya DAIŞ’ê bi ser keve û beşekê piştgiriya bi serkeftinê re dikirin. Berxwedana ku li Kobanê hat kirin bû kevirê bingehîn ê avakirina pirojeya Netewa Demokratîk ku dibin sîwana xwe de yekitiya tevahî pêkhateyên ji Sûriyeyê hembêz kir. Ev berxwedan bû navenda kombûyîna hezkiriyên mirovahiyê û semboleke cîhanî.

Ji berxwedana Kobanê ber bi rizgarkirina Girê Spî, Sirîn, Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrezor û Baxozê çeteyên DAIŞ’ê têk çûn. Gava yekemîn a şikandin û têkbirina terorê li ser axa Kobanê dest pê kir. Ev serkeftin jî bi saya fedekariya şervanên YPJ/ YPG’ê, şervanên enternasyonalîst, pişgirtiya hêzên koalîsyona navneteweyî û pêşmergeyan pêk hat.

Her wiha di heman demê de salvegera damezrandina Rêveberiya Xweser a demokratîk e. Ev rêveberî di rêxstinkirina civakê de rola girîng lîst û ji bo piştgiriya bi berxwedana Kobanê re bi erka xwe rabû. Piştî binketina çeteyên DAIŞ’ê ya li Kobanê, serokê çeteyan Erdogan rûyê xwe yê rast aşkera kir. Her wiha çeteyan di bin navên cuda de bi serkêşiya dewleta tirk Efrîn, Serêkanî û Girê Spî jî dagir kir.  Dagirkirina van herêman li ber çavên tevahî hêzên navnetewî, bi taybet hêzên Rûsya û rejîma Sûriyeyê ku bi bêndegiya wan hevkariya wan a di van êrîşan de aşkera dibe, pêk hat. Hewldanên dewleta tirk ên dagirkirina herêmên din didomin lê bêdengiya civaka navnetewî û hêzên navxweyî jî pê re didome.

Em weke Partiya Yekitiya Demokratîk a Herêma Firatê soz didin gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û tevahî gelê Sûriyeyê ku em ê asta têkoşîna xwe bilind bikin da ku em herêmên xwe tevahî rizgar bikin.”

Di heman çarçoveyê de Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê serdana goristana Şehîd Dîcle kirin û kulîlk danîn ser gorên pakrewanan. KOBANÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar