Dengbêjî ruh, bîr û ramaneke ku mîna çemekî gur û geş ê ji çandê diherike, dibe hizir û feraseta civakê. Dengbêjî bûye kaniyek herikbar a çanda kurd û di her serdemekê de bi awayekî dengê civaka kurd ê bi êş, keder, koçberî, şer, serhildan û hwd. heta vê serdemê parastiye. Ger civaka kurd heya îro karibûye xwe ji hêla çand, huner û wêjeyê ve biparêze, ev yek heya astekê bi saya hunera dengbêjiyê pêk hatiye. Li seranserî cîhanê ev hunera kurd bala her kesî dikêşeû berê mirovan dide Kurdistanê.
Welatiyê îtalî yê bi navê Lucio Visinoni, piştî gerek dûr û dirêj a welatên cîhanî li Îzmîrê rastî ciwanekî kurd ê dengbêj tê û guh dide kilamanên dengbêjiyê. Visinoni, ji bo çand û hunera kurdan ji nêz ve nas bike, berê xwe dide Kurdistanê. Visinoni, pêşî serdana wargeha dîrokê bajarê Mêrdînê dike û li vir li stran û kilamanên kurdî guhdar dike û hewl dide kilamanên kurdî hîn bibe.
Gelek ji Amedê hez dike
Visinoni ev demeke ku li Kurdistanê ye û li bin birçên Amedê û berê xwe daye Baxçeyên Hewselê û di nava berfê de rûniştiye û kilama ‘Ay Dîlberê’ ku berhema Feqiyê Teyran e distêre. Visinoni dibêje, klama ‘Ay Dîlberê’ ji hunermendê nemir Aram Tîgran guhdar kiriye û ew bûye aşiqê dengê Aram Tîgran. Lucio Visinoni têkildarî heskirina xwe ya muzîka kurdî û rêwîtiya xwe ya Kurdistanê axivî û wiha got: “Ez ji bakurê Îtalyayê di navbera Mîlan û Swîsreyê de hatime dinê. Ev demeke ez li Amed, Mêrdîn û Rihayê digerim û dixwazim çand û hunera kurdan ji nêz ve nas bikim. Ez ji Amedê gelekî hez dikim. Ez dixwazim biçim cihên din ên weke Wanê, Agirî, çiyayê Agiriyê û Qersê.”
Ji nava dilê xwe hîs dike
Visinoni dibêje ew stranên kurdî berî çend heftiyan li Mêrdînê hîn bûye û wiha domand: “Stran û kilamên ku ez hîn dibim, li ser cadeyan li estrumenan dixim û distirim. Li Amedê li ser Pira Deh Derî û li bin Birçên Amedê de stranan dibêjim. Stranên kurdî pir xweş e. Her kesên dibînin, dibêjin ‘Wey Îtalyanek stranên kurdî dibêje’. Gelek mirov tên derdorê û li min guhdarî dikin. Li gelek cihên Tirkiyeyê jî stranbêjên kûçeyan li kûçeyan stranan dibêjin. Lê li vir stranên kurdî ji bo min cûda ne, ez ji nava dilê xwe pê hîs dikim. Mirovên kurd mirovên pir baş in.”
‘Dixwazim hîn bêhtir stranên kurdî hîn bibim’
Visinoni anî ziman ku ew ji stranên sofî hez dike û wiha pê de çû: “Ez rastî jî ji stranên ruhî hez dikim. Wek sofî mentras. Her wiha stranên kurdî jî. Ev stran piranî stranên evînê ne. Ez ‘Ez welatê xurbetê’ nizanim. Lê ez jê ez dikim. Her çendî ez wateya wê nezanim jî, ji ‘Ey dilberê’ hez dikim. Ez ji Ciwan Haco, Aram Tîgran hez dikim. Dema ez li stranên kurdî guhdarî dikim, dixwazim zêdetir stranên kurdî hîn bibim. Stranên kurdî xwe berdide nava dilê min û min li ber cihekî din ve dibe. Stranên kurdî gelek diçe xweşa min û timî dixwazim bistêrim. Her wiha Ahmet Kaya jî pir hêja ye û ji stranên wî hez dikim. Ez dizanim ew bi tirkî distriya, lê ew bi xwe kurd bû. Min di Medya TV de li wî guhdarî kir û min got wey lo. Dengê wî, muzîka wî pir xweş bû. Min bir cihekî din. Bi taybetî strana ‘Kendine İyi bak’, wateyek pir kûr a wê heye.”
‘Ez ê hînî stranên dengbêjiyê bibim’
Visinoni da zanîn ku ew gelek stranên kurdî hîn bûye û piştre jî ew dixwaze kilamên dengbêjiyê hîn bibe û ev tişt anî ziman: “Li Îzmîrê hevalekî min ê kurd ji min re hinek behsa dengbêjiyê kiribû. Binêr min li ser lênûska xwe têbînî li ser dengbêjiyê girtiye. Stranên ku ez piştî van stranan hîn bibim, stranên dengbêjî ne. Min tenê hinekî guhdar kiriye. Cara ewil li Mêrdînê li mala hevalan ez hîn bûm. Mirovên kurd pir hêja ne. Bi pêşniyara hevalan ez hînî ‘Ey Dilberê’ û ‘Welatê Xurbetê’ bûm, piştre yên din. Ez tenê hema bêje şeş heft stranên wisa hîn bûme.”
Ji dîktatoran hez nake!
Li ser pirsa hûn rewşa siyasî û zextên hikûmetê yên li ser kurdan û muxaleftê çawan dibînin jî Visinoni, wiha got: “Ev meheke ez li Tirkiyeyê dimînim. Ez azadiyê dixwazim, ez dixwazim mirov azad bibin. Bi taybetî strana ‘Bella Ciao’ bi kurdî, tirkî û îtalî dibêjim, ez ji bo azadiyê dibêjim. Siyaset ne rê ya min, ez dixwazim li ser rêya xwe ya ruhî biçim, lê ez tenê dixwazim hemû mirov azad bibin û bikarin rêya xwe hilbijêrin. Ez ne alîgirê diktatoriyê me, ez alîgirê azadiyê me. Ez qet ji dîktatoriyê hez nakim. Ez dixwazim mirov azad bibin. Rojnamevan azad bin. Mirov çi dixwazin, çi hîs dikin, bikarin bêjin.” AMED