Danişîna doza ku bi angaşta “endamtî û rêveberiya rêxistinê” li Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan hatibû vekirin, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Danişîna Ayşe Gokkan tev li nebû û parêzerê wê Nevzat Karaaslan tev li bû. Parêzerê Karaaslan li dijî mutalaaya ku hat dayîn parastin kir û diyar kir ku daxuyaniyên şahidên nepen qebûl nake û daxwaz kir ku di danişîneke din de muwekîla wî bê guhdarkirin.
Piştî navberdayîneke kurt heyeta dadgehê, bi hinceta ku Gokkan nehatiye danişînê û ji parastinê reviyaye û delîlên şênber li ser wê hene biryara girtina Gokkan da. AMED