Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

Rejîma Baasê û hevkariya tirkan

Li ser rojavayê Kurdistanê gelek plan hatin meşandin û gelek dekûdolab ketin dewrê. Rejîm, dewleta tirk, ENKS’ê û komên ser bi Îranê ve li nav Sûriyeyê bi navê Dîfa El-Wetenî hemû aliyên ku li pê vê yekê bûn da ku rêveberiya xweser reş bikin û têk bibin.

Rejîmê ev demek e, Şehba û Şêxmeqsûd dorpêç kiriye. Dewlta tirk Til-Rifeta Şehbahê topbaran dike.

Beriya demekê nûçeyên ku serokê MÎT’ê Hakan Fîdan hatiye Şamê hat belavkirin. Ev yek ne tiştekî nû ye, ji ber ku gelek caran hatiye gotin ku peywendiyên îstixbarî yên rejîmê û dewleta tirk de didomin. Heta demekê kesê bi navê Dogu Perîncek û Hakî Pekînê ku berê serokê MÎT’ê bûye, wekî şande li ser navê Erdogan hevîtin li Şamê kirine. Ev hemû jî di çarçoveya dorgirtina li kurdan û rêvebiriya xweser de ye.

Li gorî hin agahiyên ku me bi dest xistin, ji berpirsên rejîmê kesê bi navê Elî Memlûk ku Şêwirmendê Ewlekariya Niştimanî ya rejîmê ye, gotiye; “Pirsgirêka me û dewleta tirk tenê mijara PKK’ê ye, wekî din tu pirsgirêk di nav me û dewleta tirk de nîne.”

Baş e wê demê dewleta tirk dema bakurê Sûriyeyê dagir kiriye û dagir dike, bo wan ne pirsgirêk e. Ev jî tê wê wateyê ku hemû qalûqîlên ku ew bo Sûriyeyê dixebitin derewên stûr in û nema kes bawer dike û jixwe jî bawer nakin ku ev rejîm bi qasî neynokê jî xwe biguherîne. Ew tenê bo desthilata xwe û kursiyê li ser rûniştî dixebite.

Li hember vê hevkariya zelal a dewleta tirk û rejîma Baasê, rêvebiriya xweser helwesta xwe ya zelal û hişk raber kir û rejîm hişyar kir.

Rêvebiriya Xweser jixwe li ser mijarê daxuyanî da û got; ji bo dorpêça li ser xelkê me yê li Şehbayê were rakirin, em ê hemû rêbazan bi kar bînin.

Weke ku dixuyê, rejîmê ji xwe re digot ma ew ê çi ji destê revebiriyê derkeve. Lê rêvebiriyê li Hesekê û Qamişloyê mesaja xwe da. Ev demeke hişyarî li wan tê kirin ku weke dewleta tirk dixwaze tevnegerin û bila ev pirsgirêk bi diyalogê çareser bibin, ji bo ku mirovên Sûriyeyê nebin qurban û zêdetir êşê nekişînin. Lê rejîm, diyar e ji bo bi dewleta tirk re bibêje em dikarin li hev bikin li dijî kurdan û weke hûn dixwazin dikare bibe van yekan dike.

Rêvebiriya Xweser a di 2014’an de hat ragihandin û niha salvegera wê ya 7’an tê pîrozkirin, bi derfetên xwe yên herî kêm xwe saz kir û xwe birêxistin kir. Nebû alîgirê tu hêzan û ne jî bû leşkerê tu aliyan, ev jî jê re bû hêz. Ji ber wê yekê divê her alî bizanibe, ne Eynî Îsa, ne Til-Rifet û Şehba, ne Dêrik û ne jî tu deverke din a bakurê Sûriyeyê, dê bi tu awayî neyê radestkirin, bi van plan û gefan. Bakurê Sûriyeyê dikare bazarên tên kirin xira bike. Berê jî ev yek kir û li ser piyan ma.

Nûçeyên Têkildar