Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Heyeta CPT serdana Tirkiyeyê kir lê neçû Îmraliyê!

Heyeta CPT, di 11-25’ê çileyê de serdana Tirkiyeyê kir, hikûmet û hin rêxistinên civakî ziyaret kir lê neçû Îmraliyê

Navenda Nûçeyan

Li gorî daxuyaniya Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) di navbera 11-25’ê çileyê de çûye Tirkiye û li gelek girtîgeh û navendên destgîrkirinê lêkolîn kiriye. Neçûye Îmraliyê, têkildarî bê ka pêşniyarên wan pêk hatine yan ne bi rayedaran re civiyane. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku li ser nêzîkatiyên kesên tên binçavkirin, rewşa girtiyan nîqaş hatiye kirin. Bi taybet rewşa jin, zarokên û kesên bi cezayê heta heta hatine mehkûmkirin lêkolîn kirine.

Di daxuyaniyê de bal kişandiye ku di serdanê de pêşniyarên heyetê yên berê kiriye, ji rayedarên tirk hat pirsîn ku pêk tînin yan ne, hatiye pirsîn. Serokê Mafê Mirovan a Tirk û Saziya Wekheviyê Suleyman Arslan, bi sifetê Serokê Mekanîzmeya Pêşîgirtina Neteweyî ya di çarçoveya Protokola Îhtiyarî ya Peymana Têkoşîna bi Îşkenceya Neteweyên Yekbûyî (UOM) re bi nûnerên saziyên civaka sivîl ku li qadên xebatê ku CPT têkildar dibe re civiya. Di dawiya serdanê de heyetê çavdêriyên xwe yên ewil bi meqamên tirk re parve kir.

Di nava heyeta CPT’ê de weke serok Serokê CPT’ê Mykola Gantovskyy, Alîkara Serokê CPT’ê Therese Rytter, Ajordje Alempîjevîc, Nîco Hîrsch, Jûlîa Kozam, Ceyhûn Qaracayev, Hans  Wolff, Serokê Beşê Hûgh Chetwynd û ji Sekreterên CPT’ê Elvîn Aliyve cih girtin.

Heyetê li gel serdana qereqolên li Amed, Enqere, Stenbol, Ataşehîr, Bagcilar, Yenîbosna, Umraniye, Gayrettepe, Maltepe, Kuçukyali, Kayserî serdana Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 3 a Amed, Girtîgeha Jinan a Bakirkoy, Girtîgehên Tîpa L Hejmara 1,2 a Maltepe ya Stenbol, Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 1 a Metrîs, Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1 a Kayserî û Girtîgeha Jinan a Kayserî kirin.

Heyet neçû Îmraliyê û bi Buroya Hiqûqê ya Asrînê re hevdîtin nekir

Heyeta CPT ku hat Tirkiyeyê li gel ku bi hikûmetê û hin girtîgehan re hevdîtin kir jî neçû Girava Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin nekir. Heyetê dîsa bi Buroya Hiqûqê ya Asrînê re jî hevdîtin nekir.

Rewşa greva birçîbûnê û Îmraliyê

Têkildarî ziyareta CPT’ê Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan axivî û wiha got: “Me bi heyetê re hevdîtin kir. Me rewşa çalakiyên greva birçîbûnê ya girtiyan û rewşa Îmraliyê parve kir. Heyeta CPT di  ferqa rewşê de ye. Heyetê der barê ziyareta li Îmraliyê de tu daxuyanî nedan. Negotin em çûn wir. Tenê gotin ‘Me bi rayedarên hikûmetê re hevdîtin kir.’ Dema li vir bûn me rapora Buroya Hiqûqê ya Asrînê jî pêşkêşî wan kir. Hevdîtina wan a bi hûmetê re girîng e. Ji niha û şûnde em ê temaşe bikin ka wê destûra ziyareta Îmraliyê bê dayîn an na. Dîsa em ê binêrin ka bandora heyeta CPT çiqas heye ya na. Bi taybetî em li ser çalakiyên greva birçîbûnê rawestiyan. Dîsa destnîşan kir ku pir girîng e biçin Îmraliyê. Heyeta CPT’î jî got ‘Em di ferqa cîddiyeta pirsgirêkên li Îmraliyê de ne. Em ê ragihînin.’ Ev yek bi bîra hikûmetê xistine. Ji niha û şûnde em ê helwesta hikûmetê bibînin.”

Divê komîteya wezîran gavan biavêje

Turkdogan anî ziman ku li gel ziyareta CPT’î û pisrgirêkên li Îmraliyê bi rapor pêşkêş dikin jî pirsgirêk nayê çareserkirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev rewş girêdayî nebesiya Komîteya Konseya Ewropayê ye. Saziya eleqeyî raporê tê Tirkiyeyê. Rapor amade dike. Di vê mijarê de Komîteya Wezîran divê gavan bavêje.  CPT, destnîşan dike ku binpêkirina mafan heye. Lê ne di erka çareserkirinê de ye. Mekanîzmayên siyasî dê vê yekê çareser bikin. Divê mirov zorê li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bike.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar