Duh danişîna doza Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan li 9’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hatibû dîtin û bi angaşta “endam û rêvebriya rêxistinê” biryara girtina wê hatibû dayîn û piştre di saetên êvarê de hatibû binçavkirin. Gokkan a li Miduriyeta Polîsan dihat girtin, îro sewqî edliyê hat kirin. Gokkan li vê derê derket pêşberî 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê. Parêzerên Gokkan, parlamentara HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn û 10 kesên temaşevan beşdarî danişînê bûn.
Gokkan di danişînê de parastina xwe kir. Şandeya dadgehê piştî parastinê derbarê Gokkan de biryara girtinê da û şand Girtîgeha Jinan a Amedê. AMED