Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Perşembe - 19 Eylül 2024

Li gorî wezîrê edaletê ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye!

Wezîrê edaletê, pêşnûmerpirsa parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran a têkildarî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgeha bersivand û angaşt kir ku li girtîgehan ‘tecrîd û îzolasyon’ tune ye

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, têkildarî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê yên li girtîgehan, bi daxwaza ku wezîrê edaletê Abdulhamît Gul bibersivîne, pêşnûmepirsekê dabû Serokatiya Meclisê. Wezîr Abdulhamît Gul, pêşnûmepirsa Başaran bersivand û li gel ku li dijî binpêkirinên mafan û pêkanînên tecrîdê li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin jî angaşt kir ku li girtîgehan ‘tecrîd û îzolasyon’ tuneye.

Parlamenter Ayşe Acar Başaran, têkildarî bersiva Gul axivî û bersiva Gul weke bêcidiyet nirxand. Başaran diyar kir ku demeke dirêj e ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê girtin û rapora Komîteya Pêşgirtina li Îşkenceya ya Ewropayê (CPT) ya têkildarî tecrîdê bi bîr xist û wiha got: “Astengkirina hevdîtinên parêzer û malbatan ên bi Birêz Ocalan û girtiyên cem wî re tecrîd nîne çi ye? Divê bê pirsîn ku wezîrê edaletê tecrîdê çawa pênase dike. Lewre dûrxistina mirovan a ji civak û jiyanê tecrîd e û ev pir aşkera tê pêkanîn. Her carê hincetek tê nîşandan lê 22 sal in bênavber ev tecrîd tê domandin.”

Girtîgeha bûne kampên berhevkirinê

Başaran destnîşan kir ku bi hincetên polîtîk bi vîna siyasî hevdîtin tên astengkirin û girtîgeh yek bi yek veguheriyane kampên berhevkirinê û ev tişt anî ziman: “Pêkanînên mîna dema 1980’î yên li Girtîgeha Amedê mijara gotinê ne. Pergala leşkerî, di hevdîtinên telefonê de tekmîl û jimartina li ser pêyan li girtiyan tên ferzkirin. Lê wezîrê edaletê weke ku qet tiştek li girtîgehan tunebe tevdigere. Lê bi gotina tuneye tişt tune nabin. Pergaleke ku hemû dinya şahidiya wê dike li Îmraliyê tê meşandin. Ev pergal îro li hemû girtîgehan berbelav bûye. Ew jî baş dizanin ku tecrîd heye û bêhiqûqî ye. Ev bersiv jî bersiva rewşa rezîl a têde ne.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar