Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Ocalan pêşengê jiyana nû ye’

Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ûgûrlû anî ziman ku Ocalan pêşengê jiyana nû ye û wiha got: “Kîja îktîdar dibe bila bibe, dê nikaribe pêşî li ber jiyana nû bigire. Jiyaneke nû şax vedide, ji bo gelan."

Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî.

Ûgûrlû diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan divê wekî tecrîda ku tenê li ser kesekî pêk tê neyê nirxandin û got ku Ocalan ne mirovekî ji rêzê ye û tenê ne xîtabî kurdan, xîtabî hemû kesên ku ji hêla modernîteya kapîtalîst ve hatine dîkekirin dike.

Ûgûrlû anî ziman ku civaka cîhanê ji du derdoran pêk tê; yek jê di dest de pere heye û dixwaze îktîdarê di dest xwe de bihêle û ya din jî kesên ji hêla îktîdarê ve tên mêtandin, yanî gelên bindest e û wiha domand: “Gava em lê mêze dikin, binavkirineke Birêz Ocalan heye; Rêya Sêyem. Ev jiyaneke nû ye ku berpêşî gelên cîhanê û çîna bindest hatiye kirin. Çi ye ev jiyan? Bêyî tehekumiya hin kesan rêveçûyenek bimutabaqatî ye. Ev rewş talûkeyek e ji bo Modernîteya Kapîtalîst. Çima? Ji lewra li vir jiyaneke nû heye.”

‘Çavê mirovan li Îmraliyê ye’

Di axaftina xwe de Ûgûrlû da zanîn ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mînaka vê jiyana nû ye û sedema ku hemû şoreşgerên cîhanê berê xwe dane wir û bi baldar dişopînin jî ev e û wiha pêde çû: “Yan na kes ji bo çav û biriyên Birêz Ocalan berê xwe neda wir. Ji ber ev qas şer, qirkirin û talankirina xwezayê mirov ji bo jiyanê berê xwe didin hin cihan. Helbet li cem vê rastiyeke berxwedêr jî heye. Ev rastî çi ye? Gel hene ku terka vê axa pîroz nekirine û ji bo jiyaneke azadîxwaz, demokratîk, jiyana jinên azad û ekolojîk ava bikin hewl didin. Pêşengê vê jiyana nû jî Birêz Ocalan e. Ji ber vê jî çavê mirovan li Îmraliyê ye.”

Îktîdar ji ronahiyê ditirse

Ûgûrlû diyar kir ku car carinan deriyên Îmraliyên hatine asêkirin, tên vekirin û destnîşan kir ku sedema vê yekê jî ew e ku pêdiviya îktîdarê bi ronahiyê çêdibe û ev tişt anî ziman: “Gava îktîdar bênefes dimîne, tevî hemû çapemeniya xwe gotinên Ocalan bi awayekî erênî xêz dike. Lê gava li hesabê wê neyê ‘terorîze’ û krîmînalîze dike.”

Di berdewamê de Ûgûrlû îşaret bi Mutabaqata Dolmabahçeyê kir û wiha got: “Derî hat vekirin û ew ronahî derket derve. Civakê ev ronahî dît. Lê belê îktîdara ku bi tarîtiya xwe re rû bi rû û xwe bênefes hiştiye, ji bo vê ronahî asteng bike bi awayekî plankirî êrîşê dibe ser wê ronahiyê.”

Gel berdêlê dide

Ûgûrlû destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê îşkence ye û CPT jî hatiye Tirkiyeyê û ev yek wekî îşkenceyê binav kiriye û got ku bedêla tecrîda ku li Îmraliyê pêk tê gel dide û îktîdar û hin derdor çav berdana vê berdêlê.

Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû anî ziman ku tecrîda ku li Îmraliyê dest pê kiriye li tevahiya Tirkiyeyê û girtîgehan belav bûye û wiha domand: “Bi ser bindestan û yên din de çûn, yanî bi ser ên ne li cem îktîdarê. Îktîdar faşîzmê kiriye wekî tiştekî ji rêzê û xirabî jî rewa kiriye. Derdorek heye, îktîdarê ew dîzayn kiriye. Lê ev derdora hatiye dîzaynkirin jî hêdî hêdî hişyar dibe. Ji bo wan bi hev re tim êrîşê dibe ser muxalefetê û dibêje ‘binêr ev dijminê me ne.’ Îktîdar tim dibêje gava muxalefet bibe îktîdar dê AKP’ê bigire û kesên ku di dema AKP’ê de dest bi kar kirine ji kar bên derxistin.Tu dibêjî qey li neynikê mêze dike û van tiştan dibêje. Bi vî awayî pêşî li ber êrîşên li ser muxalefetê vedike. Ev muxalefet kî ye? HDK û partiyên siyasî yên pêkhateyên wê ne.”

‘Muxalefeta rasteqîn em in’

Ûgûrlû destnîşan kir ku lê heger gel û kedkar li dijî vê bên cem hev û bi hev re têbikoşin û xwe birêxistin bikin dê ji vê rewşê xelas bibin û wiha rêz kir: “Fikrê HDK’ê li Tirkiyeyê belav dibe. Di vir de tişta divê bê dîtin ev e; ‘jiyana nû’ ya ku Birêz Ocalan ava kiriye pêk tê. Fikreke ku ji sala 2015’an ve dorfireh bûye û her diçe dorfirehtir dibe heye. Gava xwe digihîne girseyan beramberiyek wê çêdibe. Ev ji bo îktîdarê vediguhere gefekê. Ji lewra argumanên îktîdarê hemû qediyan. Gotin ’em mazlûm in’ û hatin, lê çi zorbetî hebû kirin. Niha muxalefeta rasteqîn em in. Yanî HDK û partiyên siyasî yên pêkhateyên wê.”

Jiyana nû şax vedide

Her wiha Ûgûrlû da zanîn ku dawiya îktîdara AKP’ê hatiye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Li Tirkiyeyê çandeke berxwedêr heye. Kesên tepisandin li wan tê ferzkirin jî dibêjin ‘li ku derê dibe bila bibê em ê siyasetê bikin’ û gelan ev peyam girtiye. Em ê li vê xakê her tim siyasetê bikin. Li vê axê dê jiyane nû pêk bê. Kîjan îktîdar dibe bila dê nikaribe pêşî li ber vê bigire. Jiyaneke nû şax vedide, ji bo gelan. Hêza ku vê yekê pêk bîne jî em in.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar