Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Cuma - 11 Ekim 2024

‘Heya ku tecrîd hebe dê grev jî hebe’

Mehmet Çereşoglû ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tev li greva birçîbûnê bûye, anî ziman ku heya ku tecrîda li ser Ocalan neyê rakirin dê çalakiya wan dewam bike

Li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger di 27’ê Mijdara 2020’an de hatiye destpêkirin û niha li 107 girtîgehan dewam dike.

Girtî Mehmet Çereşoglû ku di dema qedexeya derketina derve de li navçeya Sûrê asê mabû, di 2’yê Adara 2016’an de hatibû girtin û 6 sal in di Girtîgeha Tîpa F ya Bolûyê ye. Çereşoglû ku cezayê muebeda giran û 13 sal ceza lê hatiye birîn, di sala 2018’an de daxilî nav çalakiya greva birçîbûnê bûbû ku bi pêşengiya Leyla Guvenê dest pê kiribû. Çereşoglû, nêzî 3 meh û nîvan di grevê de mabû û ji ber vê rodiyên wî nerihet bûbûn û çavên wî xera bûbûn.

Peyama Çereşoglû

Çereşoglû di 22’yê çileyê de bi telefonê dayika xwe Kiymet Çereşoglû re axiv û bi rêya dayika xwe peyam ji raya giştî re şand.

Çereşoglû di peyama xwe de wiha got: “Heya ku tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan dewam bike, dê çalakiya wan a greva birçîbûnê jî dewam bike. Gava tecrîda li ser Ocalan bê rakirin dê binpkirinên mafan ên li girtîgehan jî bi dawî bibin. Gava tecrîd bi temamî bê rakirin dê grevên birçîbûnê jî bi dawî bibin.”

Bangewazî

Dayik Çereşoglû jî bang li hemû saziyan kir û ev tişt anî ziman: “Em dixwazin ku gelê me, sazî û komele bi hev re li ber vê tecrîdê û zilma li girtîgehan rabin. Bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe û hevdîtin pêk bên. Heger tecrîd ranebe dê grevên dorveger veguherin ên bêdorveger. Gava tecrîd rabe dê tecrîda li ser zarokên me jî rabe. Em vê tecrîdê qebûl nakin. Heya ku em sax bin em ê li cem girtiyên xwe bibin û têbikoşin. Divê her kes ji bo vê tevbigere.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar