Şînda Ekrem |
Dema mirov derbasî kampa Holê dibe, ne ji hêzên asayîşê be, mirov nikare saniyeyek jî bi tena serê xwe bigerî. Heger bi tena serê xwe bigerî divê tu mirinê jî bidî ber çavê xwe.
Cihê ku ez li kampê behsê dikim beşên malbatên DAIŞ’ê ne. Her kes ji bo van beşan dibêje ‘bombeyên li ber teqînê’.
Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê. Sala 1991’ê dema Şerê Kendavê yê Duyemîn, ji aliyê Komseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî ya Kar û barên Koçberan ve bi hevkariya hikûmeta Şamê hatiye avakirin. Sala 2003’yan dema destwerdana Amerîkayê ya li Iraqê careke din hat vekirin. Bi aloziya Sûriyeyê re, çeteyên DAIŞ’ê kamp dagir kirin.
Kampa Holê di mijdara 2015’an de ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat rizgarkirin. Kampê bi rizgarkirinê re dest bi pêşwazîkirina koçberên Sûriyeyê kir ku ji ber şerê di navbera hikûmeta Şamê û komên çete yên Tirkiyeyê de reviyan.
Bi tunekirina DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di adara 2019’an de, malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên ku xwe radestî HSD’ê kirin ji bo kampa Holê hatin veguhastin.
Kampa Holê mezintirîn kamp e li herêmên Rêveberiya Xweser û ya herî xeter e li cîhanê. Ji ber hejmareke mezin a malbatên çeteyên DAIŞ’ê tê de ne û hê jî xwedî îdeolojiya tundirew a DAIŞ’ê ne û sûcên qetilkirin, îşkencekirin, aloziyan derdixin û hewl didin ji kampê birevin.
Piştî ziyareta Wezîrê Parastinê yê Tirkiyeyê Hulusi Akar a Bexda û Hewlerê, Erdogan di dema bersiva pirsên rojnamegeran a têkildarî êrîşek gengaz a li dijî Şengalê got: “Em amade ne ku operasyonek leşkerî pêk bînin û ev operasyona leşkerî bi rêya daxuyaniyan pêk nayê. Di vî warî de her dem gotinek min heye. Em dikarin şevekê ji nişka ve werin!”
Li aliyekî din jî çavkaniyên agahdar ji ajansa ANHA’yê re ragihandin ku artêşa dagirker a tirk xwe amade dike ku êrîşî Şengal û herêma Dêrikê bike .
Bi vê yekê re dihat xwestin berê xwe bide kampa Holê ku ji wir çiyayê Şengal 12 km jê dûr e.
Ev yek mirovan dixe nav fikaran. Heger dewleta tirk a dagirker êrîşî Şengalê bike wê demê dê çeteyên DAIŞ’ê ku bi sedan şaneyên xwe yên ku di dema êrîşa dewleta tirk a 2019’an, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîbû ji kampa Eyn Îsa û gelek deverên din reviyabûn wê nefesek xurtir bigirin û bombeya ku dewletên navnetewî û her kes behsê dike li kampa Holê dê biteqe û xeterî wê ne tenê li ser vê herêmê be lê belê wê li ser cîhanê bi giştî be. Min ev xetere li nav malbatên DAIŞ’ê yên li kampa Holê bi çavê xwe dît.
Dema tu dikevî kampê divê despêkê endamên asayîşê bi te re bin, heger ne wisa be tu yê bi mirinê re rû bi rû bimînî. Di saetên nîvro de min kefiya xwe da serê xwe, ez û çend hevalên xwe em derbasî nav kampê bûn. Ji rengê reş pê ve tu rengên din tune ne. Tu yê çawa hereket bikî her tu di nav tirsê de yî û her gavekê tu li pişt xwe dinêrî asayîş li kêleka te ye. Ji ber kîjan kêliyê êrîşî te bikin ne diyar e.
Min ji kîjan jinên DAIŞ’ê re digot selamun aleykum, bersiva min nedidan û di bin wî kirasê reş ku tenê çavên wan dibiriqîn li min temaşe dikirin.
Min xwest bi wan re biaxivim lê piraniya wan nediaxivîn û hin ji wan jî xwe wek lal û ker didan nîşandan .
Ji ber mezinbûna kampê me berê xwe da aliyê ku bêtirê xwe ozbek, tirk û rûs lê hene. Li vê beşê her du jinan pala xwe dabû hev û li serê quncikê konê xwe li me temaşe dikirin. Hem di çend deqeyan de her kesî bangî yên din kir, zarokên wan bi dehan li dora me kom bûn li aliyekî din jî jinên ku li kampê çavdêrî dikirin hebûn.
Zarokê xwe baş perwerde kirine. Dema çav bi kamerayan diketin baz didan û nediaxivîn. Em li ber dikanekê leqayî du jinan bûn ku bi zimanê tirkî diaxivîn. Min ji wan re got hûn tirk in, destpêkê naxivîn. Min ji wan re got ez rojnemeger im ji Tirkiyeyê hatime, hûn naxwazin bi rêya kamereya me biaxivin. Yekê ji wan berê xwe da min û got: “Em li benda mezinê xwe ne ku ferman bidin em ji vir derkevin.” Min jê re got ‘w kî ne’, wê got ‘xîlafet’ .
Min jê re got: “Ma hîn baweriya we bi xîlafetê tê?” Wê got: “Erê û înşelah wê vegere û em ê cîhada xwe di ber xwedê de dewam bikin.”
Jina din jî got: “Silavê min li serok Erdogan bikin em li hêviya wî ne.”
Ez hinek din li nav kampê bi hêzên asayîşê re bi pêş de çûm. Komek zarok li pêşiya min bûn. Destpêkê yê herî biçûk belkî 5 salî bû, ji min re got tu kafirî ji vir here. Min jê re got na ez ne kafir im. Got belê cil û bergê te ne wekî me ne. Min jê re got min kefî daye serê xwe û cilê min dirêj in dengê xwe bi ser min hilda û got tu kafir î û rahişt kevir bi rastî min xwe da aliyekî lê deqeyek derbas nebû em rastî keviran hatin. Bi dû me ketin ger asayîş nebûya em ê pir biêşiyana.
Vê carê dixwazim vê bêjim, heya roja îro jinên êzidî ji vê kampê rizgar dibin ku berî çend rojan jî jineke din rizgar bû. Xwedê dizane hîn çiqas jinên din jî hene li kampê lê ji jinên DAIŞ’ê ditirsin ku her roj kesan dikujin, xwe radestî asayîşê bikin.
Bi rastî dewleta tirk ger êrîşî Şengal û herêma Dêrikê bike dê ev bomba ku her kes jê ditirse biteqe û bibe belaya serê hemû cîhanê.