Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Sariyildiz: Divê em daxilê berxwedana li dijî tecrîdê bibin

Parlementerê HDP'ê yê berê Faysal Sariyildiz ku di sala 2012'an de li girtîgehê li dijî tecrîdê ketibû greva birçîbûnê, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên niha bi heman daxwazê hatine destpêkirin wiha got: "Ji bo li zindanan kes jiyana xwe ji dest nede û texrîbat çênebin, em ên derve divê daxilî nav vê berxwedanê bibin."

Çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û dorveger ku li girtîgehan li dijî tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, 65 roj in didome.

Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê berê Faysal Sariyildiz ku di 12’ê Îlona 2012’an de di nav çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan de cih girtibû, polîtîkaya tecrîdê û çalakiyên greva birçîbûnê yên niha nirxand.

Sariyildiz anî ziman ku Ocalan bandora xwe ya li ser civaka kurd di demên krîtîk de bi kar aniye û bi hin mudaxileyan pêşî li ber karesatên mezin girtiye û yek ji van demên krîtîk jî sala 2012’an bûye. Sariyildiz diyar kir ku di sala 2012’an de tecrîda li ser Ocalan pir hatibû girankirin û wiha got: “Di serî de li Bêşebab û Şemzînan, li gelek deveran şerên dijwar diqewimîn. Di vê serdemê de, di 12’ê Îlona 2012’an de, li girtîgehan bi hezaran girtî dest bi greva birçîbûnê kirin. Daxwaza wan a sereke tenduristî, ewleyî û şert û mercên azad ên Ocalan û rakirina astengiyên li ber zimanê zikmakî bûn. Ev greva birçîbûnê di roja 67’an de bi bangawaziya Ocalan bi dawî bû.”

‘Heger dewlet samîmî bûna…’

Di axaftina xwe de Sariyildiz da zanîn ku di serdemeke wisa krîtîk de roja 20’emîn a çalakiyê de tev li greva birçîbûnê bûye û ev tişt anî ziman: “Birêz Ocalan, di dema herî krîtîk de mudaxileyî pêvajoyê kir. Grevên birçîbûnê bi destkeftiyan bi dawî bû. Girtiyên siyasî li dadgehan bi zimanê zikmakî parêziya xwe kirin. Hevdîtin bi Ocalan re çêbûn û deriyên Îmraliyê hatin vekirin. Ocalan bi mudaxilekirina xwe, pêşî li ber şerekî girt ku kesî nizanibû dê dawiya wê çi be. Dewlet jî her ku ditengije diçe li deriyê Birêz Ocalan dixe. Lê heger ji bo aştî û demokratîkbûyîneke mayinde bi samîmî biçûna cem Birêz Ocalan, niha em ne di vê rewşa giran de bûn. Dê 80 milyon mirovên li Tirkiyeyê de rewşeke pir cuda de bûna.”

Du rastiyên zelal

Sariyildiz destnîşan kir ku di 22 salên girtina Ocalan de dewlet bi awayekî zelal du rastî dîtine û wiha pêde çû: “Yek; dîtiye ku nikare bandora Birêz Ocalan a li ser gelê kurd bişikîne û ya duyemîn jî gava hevdîtinek bi Birêz Ocalan re çêbibe, di şert û mercên herî zehmet de jî berê tevgera siyasî ya kurd ber bi destkeftiyan ve hêl dike. Dewletê piştî nameya Birêz Ocalan a di 2013’an de li Newroza Amedê hat xwendin, xwestibû tevgera siyasî ya kurd birizîne û belav bike. Lê belê heger rêya hevdîtinê û pêwendîdanînê ya bi Birêz Ocalan nehatana girtin dê pêşî li ber şerekî mezin bihata girtin û wê derfetên demokratîk heta dawiyê bihatana bikaranîn. Dê civak li dor feraseteke nû xwe birêxistin bikirana û di şoreşa hişmendiyî de jiyana xwe li dor organîzmayeke zindî bidomanda. Lê di sala 2015’an de îktîdara siyasî ya bi kodên netew-dewleta sed salî tevdigere ferq kir ku dixafile û cardin berê xwe da konsepta şer. Ew konsept hîn jî didome.”

‘Tecrîda niha ji ya her demê girantir e’

Di berdewamê de Sariyildiz anî ziman ku li dijî tecrîda li ser Ocalan her tim têkoşîne heye û di dawiya vê têkoşînê de deriyên Îmraliyê tên vekirin û wiha got: “Lê belê tecrîda ku niha tê kirin ji ya her wextî girantir û talûketir e. Ji lewra tecrîda tê kirin, tecrîda tifaqa AKP, MHP û Ergeneokê ye. Aloziya niha rû daye ji ya her wextî kûrtir e. Tirkiyeyê ji cîhanê îzole kiriye. Tirkiye, ji bo pergala cîhanê bûye welatekî talûke. Birêz Ocalan, ev roj didîtin. Di vî warî de dewletê hişyar kiribû. Heger reçeteya ku Birêz Ocalan pêşniyazî dewletê kiribû pêk bihata, niha dê atmosfereke pir cuda hebûna.”

Berxwedan û hevparî

Sariyildiz bal kişand ser kampanyayên ku li Ewropa û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê hatine destpêkirin û got ku divê her kes daxilî kampnayayan bibe û wiha pêde çû: “Wekî gelek kampanyayan ê ku pêşengiya vê kampanyayê dike cardin girtîgeh in. Ên girtî bi berxwedana zindanê ya 40 salan îspat kirine ku şert û merc çi bin jî dê bi ser bikevin. Niha jî li ber xwe didin. Lê şert û mercên wan ji yên her wextî girantir in. Ji lewra faşîzm herî zêde tahdeyê li zindanan dike.”

Her wiha Sariyildiz axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo li zindanan kes jiyana xwe ji dest nede û texrîbat çênebin, em ên derve divê daxilî nav vê berxwedanê bibin. Heger li derve bi awayeî xurt deng li dengê wan bê zêdekirin, dê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê şikandin û ev yek bibe cihê pêvajoyeke nû.” STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar