Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Pazartesi - 30 Eylül 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Rêveberiya Xweser ne modeleke demkî ye

Nêrgiz Ismayil |

Heft sal in ku pergala rêveberiya xweser hatiye ragihandin. Di nava van heft salan de gelek gavên şênber hatin avêtin, her wiha ji naveroka wê ya pergalî zêdetir xwedî hişmediyake resen e û pala xwe daye azadiya jin û civakê. Gelekî girîng bû ku em hevpeyvînekê çêbikin û vê mijarê bi herdu hevserokên rêveberiya xweser ên Meclisa Tenfîzî ya Herêma Cizîrê Te’lat Yunis û Nezîra Goriyê bikin.

Nêrgiz Ismayil: Rojavayê Kurdistanê ji tunebûna derfetan dest pê kir, herêmên xwe ji rejîma destpot a Baasê rizgarkirin û weke altarnatîfê saziyên dewletê, saziyên xwe yên xweser avakirin. Li hemberî êrîşên ragihandinê û şerê taybet di aloziya Sûriyeyê de xeta sêyemîn hilbijart. Hûn jî ji wan kesên ku yekemîn di nav de cihê xwe girtin. Li gorî nêrîna ve ev hilbijartin bi xwe re çi zehmetî anî?

Nezîra Goriyê: Destpêkê roja 21’ê Çileya 2014’an de me Rêveberiya Xweser wekî projeya azadiya gelan ragihand. Salvegera heftemîn jî me di 2021’ê de pîroz kir. Ev cihê şehnaziyê ye ku em bikaribin heta  vê kêlîkê ji bo xizmetkirina welatê xwe û cîhanê gavekî wisa biavêjin. Wê salên me yên demê pêş jî bi têkoşînê dagirtî bin. Ez nikarim bibêjim ku ev mijar hêsanî ye ji ber di nava şert û mercên ku em tê re derbas bûn ne kêmbûn, ji aliyê leşgerî, polîtîk û civaka ve me zehmetî kişandin.

Damezrandina rêveberiya me beriya her tiştî bi daxwaza gelê me bû, sedema sereke jî ew bû ku ev krîza li Sûriyeyê bê derbaskirin. Krîza Sûriyeyê ji 2011’an ve didome û ev proje hat pêşkêşkirin, her wiha tevlibûn ji hemû pêkhateyên Sûriyeyê çêbû. Em jî dizanin ku herêm ji bo dewlemendiya pêkhateyan dewlemendiyek hêja ye. Ev rastî heye ku em nikarin paşguh bikin; bi salan e li Rojhilata Navîn pergala netewe-dewlet gel çepisandiye û tu nefesa ku li ber xwe bide nehiştiye. Ji ber ku di bingeh de hişmendiya wan li ser feraseta (Yekziman, yeknetew, yekçand û yekal) bûn. Ev feraset jî pirsgirêka sereke bû ku gelek nasnemayên di vê civakê de têxe bin xetereya tunebûn û qirkirinê.  Em xwedî çandekî dewlemend in û nûnertiya gelek welatan dikin. Civaka me xwedî zemîneke dîrokî ye kesek nikare vê înkar bike. Lewra em dibêjin ku ev projeya me projeke demokratîk e. Di bin sîwana xwe de hemû gelan dihewîne. Li ser vê bingehê me Hevpeymana Civakî nivîsand, di naveroka xwe de pêwîstî û xwestekên pêkhateyan dihewîne. Gava herî serkeftî jî ev bû. Xaleke din divê em objektîf bibêjin, ew jî; hişmendiya bi hezar salan ku hatiye bicihkirin û ferzkirin weke feraseta desthilatdarî û windakirina çandan, hema di heft salan de me nikarîbû bi temamî bidin guhertin û cîhaneke ji her hêlan ve aştiyan ava bikin. Lê belê gavên bingehîn hatin avêtin ew jî çi ye? Me dikarîbû nirxên gelan û pêkhateyan vegerînin xwezaya wê. Ji ber di xwezaya civaka Mezopotamyayê de dijatiya hev nîne, çendîn ferq û cudatî hebin jî lê belê qet û tu deman nebûne sedem ku civak nikaribe bi hev re bijîn. Xalên sereke ku me dikarîbû biparêzin ev bûn; gelê kurd bi zimanê xwe perwerde bibîne, dibistanên suryaniyan û ez jî bi xwe ji pêkhateya suryan im ku di warê hestewarî de gelekî dilşad dibim, her wiha ereb jî bi zimanê xwe û di heman demê de di pêvajoya her dawî de jî gelek kesên me yên ereb hene ku tên û dixwazin fêrî zimanê kurdî bibin. Ev pêşketin di demeke kurt de pêk hatin, destkeftiyên dîrokî ne ku em nikarin biçûk lê bimeyzênin. Lê belê hê jî têkoşîna me ya hişmendî didome.

Nêrgiz Ismayil: Rêveberiya Xweser ku weke modelekê bi bandor di her aliyan de hat diyarkirin, xala herî ber bi çav ev e; gelo bandora xwe ya hundirîn di nava gelê kurd heta çi radeyê bû û çiqasî dikarîbû ji kurdan re bibe bersiv?

Tal’et Yunis: Bi rastî di tevahiya şoreşên gelan de gel xwedî wê seknê bûn ku her demê hêviyên wan gihandina azadî û jiyaneke demokratîk bûn. Gava em li pergala desthilatdar meyze dikin em vê hişmendiyê nabînin, ji ber ku li ser tunekirina hêviyên gelan dikare xwe li ser pêyan bihêle. Feraseta Dewlet – Netew bi sala ne vê derfetê nade gelan di heman demê de nade gelê kurd jî. Gelê me jî di dîroka xwe de heta dawî xwestiye û dixwaze li ber xwe bide. Berxwedanî navnîşana gelê kurd e. Ji bo nasname û hebûna xwe her demê berxwedanî kiriye. Ji bo azadiya xwe bedelên giranbuha daye. Em jî û rojavayê Kurdistanê di vê mijarê de ne kêm in. Bi salan e em mafên xwe yên rewa dixwazin. Çawa ku li her perçeyên welatê me sîstemeke destpot hebû li vê derê jî em bi hişmendiya rejîma Baasê rû bi rû man. Lewma ev modela herî pêşketî em ji bo xwe dikin bingeh û bi vê projeya Neteweya Demokaratîk em ne tenê dikarin gelê xwe bikin xwedî nasneme, her wiha ji bo hemû cîhanê ku di nava pergala kapîtalîzmê de xeniqiye bibe nimûne.

Nêrgiz Ismayil: Di nav 7 salan de pejirandin û nasandina hişmendiya we ya xeta sêyemîn çiqasî pêk hat?

Ta’et Yunis: Jixwe stratejiya me ya sereke ku di nav xeta sêyemîn de ye, wek sîstem weke şoreş bingeha wê civak e. Xeta sêyemîn ji bo me hêza çareseriyê ye. Civaka kurdan xwedî naverokek dîrokî ye lê belê bi xeta sêyemîn dê ev naverok bibe xwedî hebûn. Gelê me jî ev xet ji xwe re hilbijart. Niha di qada Sûriyayê de em hêza pêşkêşkirina çareseriyan ne. Gelê Sûriyeyê vê xetê dişopînin û her çiqas neynin ser ziman jî dipejirînin.

Nêrgiz Ismayil: Li ser xeta sêyemîn bandora wê li ser partiyên kurdan çawa bû? Partiyên din ên jî dikarin xeta sêyemîn ji xwe re wekî çareseriyekê bibînin?

Ta’et Yunis: Di vê mijarê de divê em rastiyekê bêjin. Ne tenê partiyên li Rojava li ku derê dibin bila bibin; ger di stratejiya xwe de kar û xebat ne ji bo hebûn gel be, an jî xizmetkirina gel û civakê be wê demê nikare hebûna xwe bidomîne, her çiqasî hêla wan a madî jî hebin. Partiyên li vê derê hemû jî dixwazin ji civakeke aram û aştiyane re pêşengtî bikin lê bele ji bo pêkhatina vê têkoşîn girîng e. Tê xwestin hemû aramî şênber bin. Hemû partiyên li vê derê projeya rêveberiya xweser dipejirînin û dixwazim bi rola xwe rabin, her çiqas cudatî jî hebin ev mijar nabe pirsgirêk. Hin partiyên ku hê jî tev li nebûne, ew nabe pirsgirêk ji ber li vê derê pergaleke demokaratîk heye, nabe bi zorê tevlibûna partiyan çêbe. Bila bi bîr û bawerî be.

Nêrgiz Ismayil: Di nava şerên etnîk û mezhebî de, di nava şerê navxweyî yên li herêmê û nexasim Sûriyeyê de rojavayê Kurdistanê rengekî nû yê jiyanê derxist holê. Hûn hem hevserokê Rêveberiya Xweser in hem jî suryan û ji ola xiristiyan in. Di nava heft salan de hatine cem hev a hemû renge jiyanê çi zehmetiyan bi xwe re anî?

Nezîra Goriyê: Bê guman ez weke pêkhateyeke suryan cihê xwe di rêveberiyê de digirim, beriya wê jî ez endama Yekitiya Suryanan bûm, armanca me ya sereke em projeyekê bidin afirandin k udi nav vê projeye de parastina hemû pêkhateyan hebe. Baweriya me jî bi hişmendiya Neteweya Demokratîk heta dawî heye ku em bikaribin cudatiyên olî, mezhebî, etnîkî, çandî, û kelepûrî di nava pergaleke demokratîk bidin jiyîn. Em jî weke pêkhateya suryan – xiristiyan di herêmê de û li tevahiya Rojhilata Navîn dibînin ku gelê suryan jî ber bi tunebûnê ve diçe û şerekî dijwar li hemberî wan heye. Em li ezmûna xiristiyanên li Iraqê dinêrin û heta li Sûriye  û Lûbnan jî heta li Tirkiye jî, ev xelkên xiristiyan ku li wan deveran dijîn ji derve nehatine, ew xelkê resen ên herêmê ne. Em ji vê herêmê re dibêjin (Welatê Rafîdên) xelkên di navbera Diclê û Feratê de. Ev 5 hezar sal in em bi hev re dijîn. Heman demê de em ji bîr nakin gelê suryan ku rastî gelek komkujiyan hatine, di 1914’an de jî zêdeyî milyonek kes bûn qurbanî û esirkirin. Em ji bîr jî nekin komkujiya Sîmêlê ya li Iraqê jî bû sedema koçberkirina gelek aşûrî û kildaniyan. Em herêmên Xabûr û derdorên wê jî piraniyên wan jî ji wan malbatên ku ji wê komkujiyê hatin rizgarkirinin. Ji komkujiya Sêfo û heta niha sînorên ku hatine danîn ne rast in. Ev gele lê mixabin di bin feraseteke asîmlasiyonê de dibêjin ev “komik” in. Ev pirsgirêka sereke ye. Li ser xaka Sûriyeyê pêwîstiya me bi projeyeke demokratîk hebû, lewra projeya Rêveberiya Xweser ne projeyeke demikî ye, di heman demê modeleke heyatî ye ku hemû gel dikarin pevre bijîn û li ser bingeheke Hevpeymana Civakî tevahiya nirxên pêkhateyan bên parastin. Em dixwazin xaka xwe biparêzin û hêza me ya ku vê parastinê dike HSD’ê ye. Şehîdên hemû pêkhateyan çêbûne.

Nêrgiz Ismayil: Her kes vê pirsê dike; dema we Rêveberiya Xweser ragihand gelo di vê ezmûna xwe ya heft salan de we çi zehmetî kişandin, taybetî jî mijareke herî zehmet kîjan pirsgirêk in?

Nezîra Goriyê: Feyfûsa ku li vir peyda dibe yanî mozayîka gelan ku heye ne hindik e. Liv ir zemînekî hebûna civakeke demokratîk xwezayî heye. Hebûna vê hişmendiyê û yekitiya gelan dihêle ku desthilatdarî bi rehetî ne pejirîne. Hemû hêzên cîhanê jî vê projeya me qebûl nakin. Me têkoşînekî gelekî mezin kir. Eger heta heft salan me li ber xwe daye bi mana xwe ev proje serkeftî ye. Ji du hêlan ve êrîşî me kirin; yekemîn hêla hundirîn ku di hundir de jî civakek heye kêmek be jî fêrî sîstema dewletbûyînê bûye û li gorî wê jiyana xwe bi rêve dibir, ji wan re jî ne hêsane hema derbasî pergaleke demokaratîk bibin. Duyemîn êrîşên hem dagirekî di wateya erdnîgarî de, êrîşên rasterast e. Lê dikarim vê bibêjim ku çi dibe bila bibe em li ser armanca xwe bi israra in, ji ber ku em dizanin ev hişmendî xizmeta hemû gelan dike û hemû krîza li Sûriyeyê çareser dike.

Nêrgiz Ismayil: Di asta Rojava û bakur û rojhilarê Sûriyeyê de kêmek bejî ev proje li ber çavan e, lê belê di asta Rojhilata Navîn û bi taybet li welatên ereban we dikarîbû vê projeya xwe bidin nasandin û bibin xwediyên peywendiyên berfireh?

Tal’at Yunis: Em wiha li rêveberiya xweser meyze dikin ku projeya çareseriyê ye, ji bo tevahî pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Niha taybet li Rojhilata Navîn krîzek heye, ev krîz ji her hêlan ve hêzên pêşkêşkirina çareseriyê pêwîst dikin. Sîstemên ku heyî aloziyê kurtir dikin. Di vê mijarê de em ji xwe bawer in. Ji ber ku rast e me ji rojavayê Kurdistanê dest pê kir lê belê em ê berdewam bikin ku em xwe bigihînin her kesî û bikin malên wan. Bêguman me nikarî bû xwe derbasî asta têkiliyên ber fireh bikin, ji ber hê jî li welatê me şer heye, rewşa ewlekariyê li pêş e. Ne hêsan e em bikaribin projeya xwe biparêzin û mayinde bikin. Rewşa gelê Efrînê ber bi çavan e û rewşa li Girê Spî û Serêkaniyê. Hê jî çeteyên Komara Tirkiyeyê bi awayeke ne rewa êrîşî xaka me dikin. Li herêmên Sûriyeyê jî wiha ye lê em her di wê baweriyê de ne ku em ê wan perywedniyên xwe pêş bixin û vê projeyê bikin a hemû gelan.

Nêrgiz Ismayil: Birêz Nezîra weke tê zanîn gengeşeyên sereke di nava rêveberiyê de sîstema hevserokatî ye, pirsa dê ev sîstem ji hemû pirsgirêkên jinan re çiqasî karibe bibe bersiv? bû. Hêj aliyên ku vê mijarê napejirînin hene? Di vê pêvajoya heft salan wekî nasnameya jin û siyasetmedar, gelo ev sîstem ji pirsgirêkên jinan re dikarîbû bibe bersiv? Dikarîbû cewhera jinan û hişmendiya wê derxe holê û bandora xwe li ser cîhanê bike?

Nezîra Goriyê: Beriya her tiştî jin di sîstema rêveberiya xweser de “rêber e” û “pêşneg e”, jin ji destpêkê hetanî niha tev li hemû kar û xebatên rêveberiya xweser bûne. Ji nivîsandina hevpeymana civakî bigire heta têkilîdayîna hemû saziyan. Ez dikarim bivekirî bibêjim ku jin tevlibûna xwe ji her hêlan ve çêkir. Qada polîtîka, leşgerî, çandî û aborî. Şerê ku jinan li hemberî hêza herî hovan ên wekî DAIŞ’ê ne hindik e. Di pergala me de tenê ne zilam xwediyê biryarê ne, bêyî jin tu biryar nayên girtin. Eger ez ji bo xwe bibêjim; bi rastî gelekî zehmet bû. Ez jineke suryan im, çawa bikaribim hevsengiyê di navbera jiyana xwe de ya malbatî, civakî û suryanan bi rêk û pêk bikim. Lê belê bi bîr û baweriyê min ji destpêkê heta niha jî berdewam dikim. Wekî ezmûna jineke ne kêm e. Her wiha gelek zehmetiyên cihgirtina di nav hevserokatiyê de hebûn. Her demê min wiha hizir dikir ‘ez ê çawa bikaribim li kêleka zilam bibim xwedî biryar û hêz?’ Lê belê derbasûna nav vê ezmûnê û bi bawerî û alîkariya derdor bi min re jî ez kêm nabînim. Ji ber ku tevlibûna min ser çend sedema ne: yekemîn ez bi nasnema xwe wekî jin û ya duyemîn wekî jinekî sûryan û xwedîderketina li çanda xwe di nava vê projeyê de me. Sêyemîn jî ji dîrokê re kar kirin û bi hêza xwe dîroka nivîsandin. Ez ne poşman im. Rast e em wekî jin gihiştin astekê ku wekî nimûne dibînin ev jî ji bandora me tê. Yanî serokê Amarîkayê ku cara yekemîn jinekê dikin alîkara xwe mana xwe hêza jinan dikare bandoreke xwe ya cîhanî bike. Eger em dixwazim cîhanê bidin guhertin divê em bizabin ku bê jin tu hebûna wê cîhanê nîne. Jin naveroka biryarê jiyanê ye, jin ruhê aştî û edaletê ye.

Nêrgiz Ismayil: Eger di demên pêş de gelek êrîşên dijwar bi ser we de werin gelo Rêveberiya Xweser heta çi radeyê dikare pergala xwe biparêze û asta ku gihiştiyê mayînde bike. Ji vê alî ve çiqas xetere li hemberê pergala we hene:

Tal’at Yunis: Di destpêka avakirina Rêveberiya Xweser de gelek êrîş li ser sîstema me hate kirin. Hetan niha jî êrîş berdewam in. Her kesî wiha  difikirî ku dê dawiya vê Rêveberiya Xweser were. Rejîmê jî digot, hêzên dijber jî digotin. Lê divê em vê jî ji bîr nekin; sîstema Rêveberiya Xweser ne ew sîstema ku hema li hewa tê avakirin û zû dikare hilweşe ye. Ji ber ku hêlên wê yên parastinê hene hem ji hundir hem jî ji derve. Yanî em tenê nikarin bibêjin ku artêşa kurdan ji YPG’ê destpê kir û va ye gihiştiye HSD’ê evqas. Di heman demê de her çiqasî Rêveberiya Xweser xwedî pergaleke demokartîke lê di heman demê pergaleke ku di nava xwe de hêza parastina cewherî jî diparêze û di vê mijarê de hişk e. Li ser asta her komînekê, taxekê, kolanekê, gundek û bajarekî ango herêmekê jî pergalakek xwe parastinê tê avakirin. Lê belê mijara ku zehmetiyan bi xwe re tîne dema teknîke hewayî ji hedê xwe zêdetir û zordarî tê kirin bê guman ev bi xwe re zehmetiyan tîne. Ez dikarim gelekî vekirî bibêjim ku pergala rêveberiya xweser pergaleke nerm e, dikare xwe li gorî hemû şert û mercan bide herikandin. Hem hişk e hem jî nerm e. Li hemberî her bûyerekê dikare xwedî helwest be. Pergala dewletê hişk e ji ber kengî be dikare bişik e ji ber ku ne li ser bingeha civakê ye. Civak jî nerm û hişk e dizane kengî xwe biparêze û kengî helwestên xwe yên nerm jî pêşkêş bike. Em di wê baweriyê de ne ku çi zehmetî jî bên pêşiya me em xwedî li keda bi hezarên şehîdên xwe ji hemû pêkhateyan derkevin. Bi saya van şehîda em îro li ser pêyan e. Lewra avakirina pergelek demokratîk jî ne hêsan e. Em di cidiyeta vê mijarê de ne lê belê em jî nikarin heta heta di bin sîstemekê de bijîn ku qet nikare nûneriya hêza me ya civakî bike.

Nezîra Goriyê: Dîsa jî dibêjim di rêveberiya xweser de em xwedî gelek nasnema ne, em mafên xwe yên xwezayî em pêk tînin. Yekem nasneme em wekî jin beşdarî vê xebatê bûn, em di wê baweriyê de ne ku bê hebûna jinan tu projeyên çareseriyê di tu pergalan de pêşnakevin. Duyemîn nasnema me ku em jin bi hemû pêkhateyên xwe hebûna xwe di vê rêveberiyê de dibînin û ev yek ji bo me cihê şenaziyê ye. Ya sêyemîn jî erka me ye ku em xwedî li tevahiya mirovahiyê derkevin, jin bi xwe jî dikare vê pêk bîne. Gelek hevalên me yên jinên hêja ji bo parastina Sûriyeke demokartîk xwe feda kirin. Hetan bi jinên enternasiyonal jî hatin û beşdar bûn û şehîd bûn. Ev ji bo me cihê şenaziyê ye. Li dû wan em hemû daxwaziyên wan ji xwe re bikin armanc û her çiqas zehmetî hebin jî em li ser rêya wan bimeşin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar