Çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger û bêdem ku li girtîgehan ji bo rakirina tecrîd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 66’an de ye.
Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, tecrîdê û çalakiya greva birçîbûnê nirxand.
Taşdemîr anî ziman ku girtîgeh niha veguherîne ‘kampên komkirinê’ û bi qanûna înfazê ya ku girtiyên siyasî derî wê hatin hiştin girtî careke din hatine cezakirin û wiha got: “Tenê nehatin cezakirin, bi vî awayî mekanîzmaya girtîgehê ji nû ve hat avakirin. Mafên demokratîk û îtirazê yên mirovan hatin binpêkirin. Hevdîtinên bi malbat û parêzeran re hatin astengkirin. Pandemî ji xwe re kirin hincet. Bi van polîtîkayan tê xwestin ku vîna girtiyên siyasî bê şikandin û teslîm bên girtin.”
Girtîgeh neynika Tirkiyeyê ne
Parlementera HDP’î girtîgeh wekî ‘neynika welêt’ pênasekirin û bal kişand ser bêvenihêriya li girtîgehan: “Girtî bi însafa rêveberiya girtîgehê re rû bi rû hatine hiştin. Li girtîgehan ji îşkenceyê bigirin bi her awayî maf tên binpêkirin. Du daxwazên girtiyan hene; bidawîkirina binpêkirina mafan û rakirina tecrîdê. Lê belê rêveberiyeke faşîzan heye ku guh li mafan û hiqûqê nake. Girtî dixwazin ji bo ku Tirkiye demokratîk bibe û pirgsirêka kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe, divê tecrîda li ser Ocalan bê rakirin.”
Bêhiqûqiya li Îmraliyê
Taşdemîr destnîşan kir ku bêhiqûqîtiya li Îmraliyê veguheriye tiştekî domdar û wiha domand: “Civak tê tecrîdkirin. Kes nikare bi awayekî demokratîk û azad fikr û ramanên xwe bîne ziman û îtirazên xwe bike. Em bi tecrîdeke kûrbûyî û tê xwestin civak bê tepisandin re rû bi rû ne. Ev rejîm ewilî li Îmraliyê dest pê kir. Îktîdara AKP-MHP’ê bêhiqûqîtiya li vê derê bi awayekî kêfî veguheran awayê rêvebiriya welêt.”
Peyama girtiyan
Di axaftina xwe de Taşdemîr diyar kir ku girtî bi çalakiyên xwe peyama ‘heya tecrîda li Îmraliyê ranebe dê ne pirsgirêkên girtîgehan ne jî krîza li Tirkiyeyê çareser bibe’ didin û divê raya demokratîk jî guh li vê bangawaziyê bike.
Her wiha Taşdemîr got ku tekane muxatabê girtiyan ne HDP, kurd, jin an jî malbatên wan in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pirsgirêka her kesî ye lê li dijî vê rejîma tecrîdê bi hestiyarî nêzî çalakiyên greva birçîbûnê bibe. Heya ku tecrîda li Îmraliyê ranebe kes ji me jî nikare bêhnê bistîne û dê welat demokratîk nebe. Em ê bibin dîlgirtiyê siyaseta kedxwarî, zext, zorî û şer.” WAN