Li parêzgeha Silêmaniyê ya başûrê Kurdistanê cara yekem jinek bû cîgira waliyê Silêmaniyê. Piştî ku Omer Qeladizî teqawît bû, bi merasîmekê Leyla Omer Elî ji bo karûbarên rêveberiyê bû cîgira waliyê Silêmaniyê. Di merasîmê de Leyla Omer wiha got: “Soz didim bêyî cudahî xizmeta welatiyan bikim.” SILÊMANÎ