Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

‘Em bi hevre Şengal û Rojava biparêzin’

40 saziyên civaka sivîl bi daxuyaniyeke hevpar, destnîşan kir ku pêdivî bi berxwedana hevpar a hemû rêxistinên civakî, demokratîk û azadîxwaz heye ku li dijî êrîşên derve gelên Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin

Navenda Nûçeyan

40 sazî û rêxistinên civaka sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, têkildarî gef û êrîşên dewleta tirk ên li dijî Şengal û herêma Dêrikê ya rojavayê Kurdistanê daxuyaniyeke hevpar dan. Rêxistinan di daxuyaniya xwe de bang li hemû sazî û rêxistinên civakî, hêzên bi azadî û demokrasiyê bawer in û tevahî gelên cîhanê kir û xwest li berxwedana gel a li Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî derkevin û rê li pêş metirsiyên qirkirin û tunekirina gelên herêmê bigirin.

Daxuyaniya hevpar a 40 rêxistinên civakî wiha ye: “Wekî tê zanîn şerê ku herêm tê re derbas dibe bû sedema êş û azaran ji bo tevahiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî giran rû da. Di encama wê de bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran şênî koçber bûn. Li herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê bi armanca guhertina demografîk û qirkirina plankirî ya çand, dîrok û cihên pîroz di herêmê de rojane bûyerên revandin, tecawiz û kuştinê pêk tên. Gelê me yê êzidî li Şengalê di sedsala 21`emîn de rastî jenosîdê hat, bi hezaran jin hatin firotin û hîn jî çarenûsa bi sedan jinan ne diyar e. Li herêmên suryan û asûran jî ku hatin hedefgirtin, bi dehan gund hatin valakirin.

Gelên herêmê ji bo parastina xwe û tevahiya cîhanê, her wiha ji bo parastina nirxên azadî, demokrasî, wekhevî û adaletê, bi pêşengiya jin û ciwanan şerekî birûmet meşand û bi rêya modela Rêveberiya Xweser hemû pêkhate bi çand, ol û baweriyên cuda karibûn bibin mînakek ji bo tevahiya gelên azadîxwaz û şoreşger.

Îro careke din gefên dewleta tirk li dijî Şengal û heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin. Heta dawiyê ji bo parastina nirxên mirovahiyê bi pêşengiya jin û ciwanan em ê têkoşîna xwe li beramberî dagirkerî, faşîzm û mêtingeriyê bilind bikin.”

Saziyên ku daxuyanî dan wiha ne:

Konfederasyona  Gaziyên şer, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Ciwan, Kongreya Îslama Demokratîk, Zanîngeha Rojava, Hêzên Parastina Cewherî-HPC, Hêzên Parastina Cehwerî-jin(HPC-JIN) Tevgera Çand û Hunerê TEV-ÇAND, Tevgera Kevana Zêrîn, Hevya Sor a Kurd, Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, Rêxistina Sara, Waqfa Jinên Azad a Sûriyeyê, Komeleya Meya, Jinwar, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan, Yekitiya Ragihandina Azad, Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê, Yekitiya Kedkaran, Yekitiya Bijîşkan a Herêma Cizîrê, Yekitiya Endezyaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Esnafan-Herêma Cizîrê, Yekitiya Mamosteyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya OteyênBazirganiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Peymankaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Odeyên Pîşesazan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Dermanxaneyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Ajokaran li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Yekitiya Rewşenbiran a Cizîrê, Înîsiyatifa Parastin a Hiqûqî, Mala Êzidiyan, Yekitiya Êzidiyan a Efrînê, Yekitiya Endezyaran a Cizîrê, Rêxistinên Civaka Sivîl-Reqayê, Rêxistinên Civaka Sivîl a Minbic û Gundewarên wê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Tevna Alîkariya Jinên Êzidî û Rêxistina Zarokên Şengalê ya Mirovî.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar