PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cuma - 22 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

Gelo dê PDK bersiveke çawa bide?

Êvara 29’ê çileyê hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di bernameya taybet a Stêrk TV de got; “Niha li vir ez dixwazim bi navê tevgera me sozekê bidim hem gelê kurd hem gelên cîhanê, em statûya Başûr jî qebûl dikin, hikûmet û Pêşmerge jî qebûl dikin, tu meseleyên me bi wan re nîn in. Li miqabilê vê ez dixwazim PDK jî sozê bide ku sîxuriyê ji bo tirkan neke, bi wan re hevkariya leşkerî û siyasî neke û xizmeta qirkirina gelê kurd neke. Ger soza vê bidin dê pirsgirêkên kurdan bi hêsanî çareser bibin…”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik çima pêwîstî dît ku li pêş çavê raya giştî sozeke wiha bide?

Ji gengeşiya sala par a li Zînê Wertê heta bûyerên dawî yên li Garê, Metîna, Şengal, Mexmûr û bi giştî Herêmên Parastinê yên Medyayê; rayedarên PDK’ê û bi taybetî jî her sê karbidestên mala Barzanî îdia dikin ku qaşo “PKK statûya Başûr nas nake, li dijî hikûmeta wê û Pêşmergeyan e.” Ev rayedarên qalkirî ku di serê her axaftina xwe de van gotinan dibêjin, bi vî rengî êrîşên li ser PKK’ê û hevkariya xwe rewa dikin. Eger ne wisa be, gelo dikarin ispat bikin ku “PKK li dijî statûya Başûr û hikûmetê ye?” Nexêr! Nikarin. Berovajî van îdiayên rayedarên mala Barzanî, PKK û gelê kurd bi giştî, dikarin ispat bikin bê ka PKK’ê ji bo parastina statûya başûrê Kurdistanê û hikûmetê çi kiriye.

Ez ê qet behsa peymana li Cezayîrê û Aş Bettalî ku Başûr ji hal xistibû nekim. Ez ê bandora Rêber Ocalan û têkoşîna PKK’ê ya ji bo bidestxistina statûya başûrê Kurdistanê jî nekim. Lê belê ez ê bi çend nimûneyan behsa dîroka nêz a şerê li dijî DAIŞ’ê bikim.

Sal 2014, çeteyên DAIŞ’ê piştî Şengalê berê xwe dan Mexmûr, Kerkûk û derdora wê. Di wê qîr û qiyametê de, gerîlayên PKK’ê xwe berdan Şengal, Mexmûr û Kerkûkê. Wê demê, dest û pêyên hikûmeta herêmê li nav hev ketibûn û nizanibû çi bike. Rayedarên rêveberiya Başûr ji PKK’ê xwest ku gerîla alîkariyê bide wan. Heta wan rayedaran xwestibûn ku karwanê wesaîtan ên gerîlayan di nav bajêr re derbas bibe da ku piştî Şengalê, tirsa ketiye dilê gel bişikê. Piştî rizgarkirina Mexmûrê ya ji DAIŞ’ê, serokê PDK’ê Mesûd Barzanî 13’ê tebaxa 2014’an bixwe çû kampê û li pêş kamerayan destxweşiya gerîlayên PKK’ê kir. Bi saetan dîmen û vîdeoyên wan rojan hene ku atmosfera li herêmê raber dikin. Hebûna vîdeoyên wan kêliyan jî bi serê xwe belge û ispat in ku ger PKK nebûna Hewlêr di nav 24 saetan de diket destê DAIŞ’ê. Wê demê ne hikûmet ne jî statû dima. Ev tenê çend mînakên ji dîroka nêz in ku ispat dike bê ka PKK’ê ji bo parastina statûya başûrê Kurdistanê çi kir. Lewma jî îdiayên rayedarên mala Barzanî yên dibêjin qaşo “PKK li dijî statûya Başûr, hikûmeta wê û pêşmergeyan e” ne karê aqilan e. Bi taybetî, tabloya heyî jî aşkera nîşan dide ku îdiayên tên kirin, tenê ji bo rewakirina êrîşan e.

Niha, bi taybetî jî ji nîsana 2019’an a gengeşiya li Zînê Wertê heta peymana Şengalê û serdana heyeta serbazî ya tirk a ji bo Hewlêrê piştrast dike ku karbidestên PDK’ê destkeftiyên Kurdistanê dikin qurbanê hesab û berjewendiyên xwe yên biçûk. Ji bo van berjewendiyên xwe jî ne tenê di hêla tîcarî ve lê ji hêla leşkerî û siyasî ve jî hevkariya dewleta tirk dike. Vê siyaseta xwe jî bi navê hikûmeta herêmê dimeşîne lê belê em dizanin hikûmet tenê ji PDK’ê pêk nayê. Di nav hikûmetê de Yekitî, Goran jî hene ku ew ne li gel vê siyaseta PDK’ê ne. Jixwe ev aliyên behsa wan tê kirin, gelek caran bi daxuyaniyan aşkera kirin ku ew li derveyî vê siyasetê ne û ev biryarên PDK’ê ne. Tevî helwesta van partiyan, helwesta xelkê Başûr a li dijî vê siyaseta PDK’ê zelal e. Her wiha tevî ku rola PKK’ê ya di parastina statûya Başûr de ewqas aşkera ye jî birêz Cemîl Bayik dîsa pêwîstî dît ku li pêş çavê kurdan hemûyan sozek bide. Birêz Bayik bi navê PKK’ê soz da hemû kurdan ku ew statûya Başûr, hikûmetê û pêşmergeyan qebûl dikin. Li mûqabilê vê jî xwest ku PDK jî sozê bide da ku hevkariyê bi dewleta tirk neke.

Kurd ji bo bigihîjin vê merheleyê berdêlên mezin dan. Bi Şerê Cîhanî yê Sêyemîn re firsendeke dîrokî di destê kurdan de ye. Lê belê dewleta tirk a sonda qirkirina kurdan xwariye ji bo ev firsend ji dest biçe her tiştî dike. Hewl dide planên xwe yên jinavbirina kurdan bi destê kurdan bike. Hin rayedarên PDK’ê jî bêyî vê firsenda dîrokî ya li ber kurdan bibînin, ketine pey berjewendiyên xwe. Bi vê helwesta xwe ew bi xwe statûya Başûr dixin nav metirsiyê. Rewşenbîr, partî û xelkê li Başûr vê rastiyê ji nêz ve dibînin. Lewma girîng e ku xelkê Kurdistanê bi giştî bibe yek û nehêle ku hin hizb û partî firsenda li ber kurdan bide ber pêhnan. Divê em ji bîr nekin, li ruxmî hemû bûyerên qewimîn jî birêz Cemîl Bayik di asta herî jor de soz da û li beramberî wê soz jî PDK’ê xwest.

Em nizanin gelo dê PDK jî li pêş çavê kurdan derkeve û sozê bide yan na. Lê em kurd li bendê ne ku PDK helwesta xwe aşkera bike. Eger li beramberî vê bangê PDK bêdeng bimîne ew jî tê maneya bersivekê. Yanî tê wê maneyê ku ew ê hevkariya xwe bidomîne.

Nûçeyên Têkildar