Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bulut duh êvarî çalakî li dar xistin. Polîsan destûr neda meşa xwendekaran û mudaxale kiribû. Li dijî binçavkirinê xwendekaran biryar dan ku zanîngehê terk nakin û li pêş rektdoriyê nobetê girtin. Lê polîs vê carê ketin qada zanîngehê û dîsa mudaxaleyî çalakiya xwendekaran kir. Têkildarî mudaxaleya polîsan û binçavkirina xwendekaran Walîtiya Stenbolê daxuyanî da û diyar kir ku 159 xwendekar hatine binçavkirin. Walitiyê anî ziman ku polîsan 159 xwendekarên bi şik li ser fermana Serdozgeriya Komarê binçav kirine. STENBOL