Jinên kedkar li Belçîkayê di xizmetên wekî tendirustî, xurek, perwerdehî û xizmeta ji bo zarok û kal û pîran de jî di nav de beşeke zêde ne. Ev sektor li gorî yên din jî beramberiya wê ya heqdest jî hindik e. Ev jî dibe sedem ku jin di xebatê de kêm werin dîtin.
Li Belçîkayê ji sala 2019’an û vir ve bi navê Collectî e.f.8 Maars tevgerên jinan xwe birêxistin dikin. Greva 8’ê Adarê dê îsal jî bidome. Bi banga kolektîfê dê jin di 8’ê Adarê de dest bi grevê bikin û keda jinan bidin dîtin.
Di 8’ê Adarê de dê li bajarên mezin ên wekî Bruksel, Anvers, Hasselt, Mons, Charleorî, Gent, Lîege, Loûvaîn, Coûrtaî, Namûr û Toûrnaiyê çalakî werin lidarxistin. Gelek sendîka jî piştgiriyê didin çalakiyan. BRUKSEL