Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

‘Dilsoziya kurdan a bi Rêber Apo re komployê pûç kir’

KOMAW’ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî daxuyanike nivîskî weşand û diyar kir ku dilsoziya kurdan a bi Ocalan re komployê pûç kiriye

Navenda Nûçeyan

KOMAW’ê têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya di 15’ê Sibata 1999’an de li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bi bîr xist ku armanca komploya beriya 22 salan pêk hatî ew bû ku di şexsê Ocalan de parçekirin û tasfiyekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd bû.

KOMAW’ê destnîşan kir ku ji bo tarîkirina paşeroja gelê kurd, komploya 15’ê Sibatê gelekî metirsîdar bû û wiha got: “Li bendê bûn ku piştî komployê gelê kurd nikaribe li ser pêyan bimîne, dema ku serî çû dê beden jî ji hev belav bibe. Lê belê bendewariya kes û hêzên hesabê vê yekê dikirin bi ser neket. Têkoşîna bi biryar a Tevgera Azadiyê ya Kurd a li her qadê, berxwedan, fikir û ramanê Ocalan, dewamiya rêbertiya ji Tevgera Azadiyê ya Kurd re, pejirandina sîstem û rêbertiya îdeolojîk a Rêber Apo li çar parçeyên Kurdistanê, dilsoziya bi Rêber Apo re ku bi gotin û çalakiyan hat nîşandan, kir ku komplo pûç bibe.

Lê belê polîtîkaya komployê ya ji bo tunekirina Tevgera Azadiyê ya Kurd, destketiyên gelê kurd dewam dike. Ev polîtîkaya komployê jî ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ya faşîst ve tê meşandin ku li hemû parçeyên Kurdistanê li dijî gelê kurd şer dike û Kurdistan veguherandiye dojehê. Dewleta tirk a faşîst ku Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û bakur-başûrê Kurdistanê dagir kiriye, niha jî amadekariyan dike ku Şengalê, Kerkûkê û Rojava herêmên nedagirkirî dagir bike. Bi vê armancê rojane bi tonan bombeyan li Kurdistanê dibarîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê hiştin û dewleta tirk tecrîdeke giran lê ferz dike ku li devereke din a cîhanê nehatiye dîtin. Bersiv ji pêwîstiyên mirovî re nayê dayîn. Hikûmeta AKP-MHP’ê ya faşîst mixabin tu hiqûq û pîvanê nas nake. Bi hêrs, tolhildêrî û nijadperestiyê tevdigere. Mixabin li dijî vê neheqî, kiryarên antî demokratîk û yên li dijî mirovahiyê deng ji kesî dernakeve. Di vê mijarê de Ewropa, CPT û cîhan bêdeng in.

Rêber Apo ji ber ku rêbertiyê ji têkoşîna gelê kurd re dike dibe hedefa ewqas kiryarên hovane. Ev zilma faşîzan di şexsê Rêber Apo de li dijî tevahiya gelê kurd tê kirin. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li gelê kurd e. Azadiya Rêber Apo azadiya gelê kurd e.

Yekane rêya azadiya Kurdistanê û Rêber Apo, têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP’ê ye, berxwedana li her qadê ye, bilindkirina têkoşînê ye.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de KOMAW’ê bang li gelê kurd kir ku têkoşîna ji bo azadî û yekitiya kurdan xurtir bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar