Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Armanc pêşîlêgirtina tevgera jinan e’

Nûnerên saziyên jinan nerazîbûna xwe ya ji bo girtina berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan anîn ziman û diyar kirin ku armanca girtinê çavtirsandina jinan û astengkirina têkoşîna azadiyê ya jinan e

Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 28’ê çileyê de hat girtin. Nerazîbûnên ji bo girtina Gokkan didomin. Rêvebira OHD’ê Seda Zengîn diyar kir ku biryara girtina Gokkan biryareke derbarê hemû jinên kurd e û bi vê biryarê hatiye xwestin ku jin çavtirsandî bibin.

Zengîn destnîşan kir ku armanca sereke ya binçavkirin û girtinên dawî têkoşîna azadiyê ya jinan e û diyar kir ku biryara hatiye dayîn biryareke kêfî û siyasî ye û wiha gotin: “Çendî ku di biryarê de hatibe gotin ‘gumana revî ku di biryarê de hatibe gotin’ nake ‘jî em baş dizanin ku ev biryareke siyasî û kêfî ye. “

Têkoşîna 35 salan

Seda Zengîn da zanîn ku di dosyeya derbarê Gokkan de delîleke berbiçav tune ye û ev tişt anî ziman: “Ayşe Gokkan, 35 sal in têdikoşe û jineke kurd e. Xebatên xwe yên 35 sal berê niha jî dike. Lê belê xebatên wê yên wê çaxê ne sûc bûne, niha wekî sûc tên hesibandin. “

Di axaftina xwe de Zengîn bi bîr xist ku Gokkan li dijî dîwarê şermê yê hatibû xwestin di navbera Nisêbîn û Rojavayê de bê lêkirin ketibû rojiya mirinê û wiha domand: “Bi vî awayî nîşanî teune hemû cîhanê. Di êrîşên li ser Peymana Stenbolê de jî ji bo bilindkirina rêxistinbûyîna jinan bênavbe rexebitiye. Ji ber vê di şexsê Ayşe Gokkan de xebatên TJA’yê û rêxistinbûyîna jinan hedef hatiye girtin. ”

Hiqûqa azadiyê

Seda Zengîn anî ziman ku ji bo jinan û parêzerên jin hiqûqa jinan ‘hiqûqa azadiyê’ ye û wiha pêde çû: “Lewma biryarên feraseta nêrza biryarên ji bo krîmînalîzekirina têkoşîna jinyarên Em xwedî li têkoşîna Ayşe Gokkan û hemû jinên din derdikevin û em dubare dikin ku em ê dev ji têkoşîna ji bo mafên xwe bernedin. “

 Pêngava qelskirinê

Hevseroka Şaxa Hejmara 1 a Egîtîm Sen a Amedê Emîne Akşahîn jî ev tişt anî ziman: “Girtina Gokkan, pêngaveke qelskirina tevgera jinên kurd û cîhanê ye. Gokkan di her şert û mercan de ji bo jinan têkoşiyaye. Gokkan ew jin e ku li ber polîtîkayên tepisandinê yên îktîdarê serî netewandiye. “

Akşahîn diyar kir ku dê ev girtin nikaribin pêşî li ber têkoşîna jinan bigirin.

Jinên pêşeng hedef tên girtin

Endama Meclisa Jinan a Sosyalîst Satiye Ok jî destnîşan kir ku di hedefa êrîşkar a îktîdara AKP’ê de jinên pêşeng hene û wiha var: “Îktîdara AKP’ê, ji bo pêşî li ber tevgera jinan büyükire, jinire. Lê em jin dê li hemberî vê tahdeya nêrza û dewletê têkoşîna xwe li dor zemîneke yekbûyî bidomînin. Ji bo ku sala 2021’ê bibe sala destekeftiyên mezin ên têkoşîna azadiyê ya jinan em ê têkoşîna xwe dorfirehtir bikin. ” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar