Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Pazartesi - 7 Ekim 2024

‘Werin em têkoşîna ji bo tecrîdê bilind bikin’

Polîsan berî daxuyaniya Meclisa Ciwanên HDP’ê, Parka Koşûyolê bi bariyeran dorpêç kirin û destûr nedan ku ciwan daxuyanî bidin. Girseyê bi berzkirina dirûşma ‘Bijî berxwedana zindanan’ dorpêçê şermezar kir   

Meclisa Ciwanên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 69 roj in di girtîgehan de dewam dike, li Parka Koşûyolê ya navçeya Rezan a Amedê daxuyaniyê bide çapemeniyê. Polîsan berî daxuyaniyê bi saetan park dorpêç kirin û qada Bîrdariya Mafê Mirovan a ku daxuyanî dê lêhatiba dayîn kirin çemberê. Kesên çûn daxuyaniyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn.

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, derbarê vê rewşê de, bi amîrê polîsan re hevdîtin kir. Amîrê polîsan ji Guzel re got, ew ê li Amedê bi tu awayî destûrê nedin daxuyaniyên têkildarî “greva birçîbûnê” û “tecrîd” di qadên vekirî de bên dayîn.

Dayikên Aştiyê di dema nîqaşên dirêj kirin de, dest bi gotina starên kurdî kirin. Komên ku di dorpeçê polîsan de kom bibûn jî bê navber dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” berz kirin. Kesên ku ji bo daxuyaniyê hatibûn parkê, ji ber ku polîsan destûr nedan ku daxuyanî bê dayîn belav bûn.

‘Daxwazên wan daxwazên her kesî ye’

Meclisa Ciwanên HDP’ê, piştî daxuyaniya wan hat astengkirin, daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Çalakiya greva birçîbûnê 69 roj in dewam dike. Girtiyên siyasî ji bo têkoşîna azadiya gelê kurd, bedenên xwe ji birçîbûnê re razandine. Ji bo vê bang li mirovan dikin. Roj bi roj bedena wan dihele. Daxwazên wan daxwazên her kesî ne. Dixwazin tecrîd û îşkenceya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibin. Em ji vê derê carek din dibêjin; tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan, li dijî hemû gelê kurd û gelên Tirkiyeyê ye.”

Di dawiya daxuyaniyê de ev peyam hat dayîn: “Berpirsiyartiya şikandina tecrîda li Îmraliyê li ser milê me ye. Ji ber ku felsefeya Birêz Abdullah Ocalan, ji bo ciwanan perspektîfek nû ye û jiyanek birûmet îfade dike. Ev rêya diçe jiyanê, di azadiya Ocalan re derbas dibe. Ew çiqasê êrîş bikin bila bikin, wê têkoşîna me mezintir bibe. Bilindkirina têkoşîna çalakiya greva birçîbûnê li ser me ferz e. Werin em bi hevre vê têkoşînê mezin bikin. Her ku em bêdeng bibin, em ê ji vê têkoşînê paşve bimînin. Werin em têkoşîna ji bo tecrîdê bilind bikin û destana 69 roj in dewam dikin, bigihînin serkeftinê. Serkeftin dê ya me be.” AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar