Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan di 28’ê çileyê de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ û ‘rêvebiriya rêxistinê’ hatibû girtin. Bertek û nerazîbûnên li dijî girtina Gokkan didomin.
Endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Geverê girtina Gokkan nirxandin û destnîşankirin ku armanca girtinê ew e ku jinên berxwedêr ên li dijî polîtîkayên zext û zoriyê li ber xwe didin bên tepisandin.
Oznûr Evîn a HDP’î anî ziman ku zext û zoriyên li ser jinan û destkeftiyên wan pir zêde bûne û diyar kir ku îktidara ku qanûnan pêk nayne, berê xwe daye jinan û sedema van zext û zoriyan jî berxwedana jinan e.
Banga têkoşîna hevpar
Evîn destnîşan kir ku li dijî feraseta nêrza Gokkan sembola serbilindiyê ye û wiha got: “Armanca feraseta nêrza bi zext û zoriyan, tehekumiya feraseta nêrza ya 5 hezar salî bidomîne. Em diyar dikin dê têkoşîna me ya li dijî zextên li ser destkeftiyên jinan bidome. Tê xwestin ku jinên berxwedêr bên tepisandin. Êrîşî destkeftiyên jinan dikin. TJA, li dijî van êrîşan paş de gav neavêt. Meclisên Jinan ên HDP’ê jî bi heman awayî xebatên xwe didomîne.”
Oznûr Evîn ji bo têkoşîneke hevpar wiha bang li hemû jinan kir: “Em hebûn, em ê hebin û em ê tim hebin. Em ê serî netewînin. Dibe ku hevalên me dîl bigirin lê dê binçavkirin û dîlgirtin nikaribin me bitepisînin. Em ê bi xebatên xwe xwedî li destkeftiyên jinan derkevin.”
Bi hezaran Gokkan li derve ne
Halîme Sure ya HDP’î jî anî ziman ku heya niha Gokkan gelek caran hatiye binçavkirin û wiha got: “Li her derî jin tên kuştin. Her diçe tahdeya li jinan tê kirin zêde dibe. Lê ev tahde û zext dê nikaribin me bitepisînin. Em ê li her derî têkoşîna jinan bilind bikin.”
Her wiha Sure destnîşan kir ku armanca feraseta nêrza tunekirina jinan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jin, nêzîkatiyên bi vî rengî qebûl nakin. Gokkan girtin lê bi hezaran Gokkan li derve ne. Jin hemû divê li dijî zilmê rabin ser pêyan.” COLEMÊRG