Leşkerên ku duh serê sibê li gundên Mizag, Xemzê, Mexmedêlê, Melê, Qormik, Zengesor, Dizeynî yên navçeya Licêya Amedê derketin operasyonê, bi ser gelek gundan de girt. Operasyona leşkerî ku balafir û helîkopteran jî piştgirî da, keyayê gund jî di nav de 13 welatî binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Liceyê. Hat diyarkirin ku piştî lêpirsinê ew sewqî Şaxa TEM’ê ya Midûriyeta Polîsan a Amedê bike. Ji ber der barê dosyayê de biryara veşartî hatiye girtin, têkildarî sedema binçavkirina wan agahî nehat bidestxistin. AMED