Aştî bi valakirina Îmraliyê û hemû zindanan pêkan e

Ji bo aştî, aramî û xweşî bê Tirkiyeyê divê berî her tiştî girtîgeha Îmraliyê û hemû girtiyên siyasî ji girtîgehên din vala bibin. Eger...

Bi Rêberê Azad re Rojên Azad nêz e

Em dikevin duyemîn saliya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî". Ev pêngava ku li seranserî cîhanê hate ragihandin di...

Cumartesi - 12 Ekim 2024

Êran parte siyasiyekan dekate rojev

Rageyandinî Êran destî be bilawkirdineweyî drama belgefîlm, le ser hemû parte kurdiyekan kirdûwe.

Amanc le bilawkirdneweyî lêdane le partekan be çep û rastewe, eweş lêkewteyî ciya le mîdiya û tore komelayetiyekan le gel xoyda hênawe.

Belam hokarî bilawkirdneweyî ew core fîlmane ta êsta le layen dezgayî mîdiyayî Êranewe eşkira nekirawe.

Kanalekanî fermî komarî îslamî, le mawey kemtir le heftek da 3 dirma û fîlm û korte fîlmî le ser partekanî komele û dîmukrat bilawkirdewe .

Lêdan le kesayetî serkirdekan wek Dr. Qasimlû û Sedîq Kemanger û hênaneweyî çendîn belge wek tawanî parte kilasîkekan û ke hendêkyan rastinî hendêkiyan destkarî kirawe, wayî kird hemû rojeve serekiyekan dagirêt.

Le astî berêweberî da endam û layengran HDK û komele, destiyan be wilamdanewe kird her çende hawdeng nebûn.

Xalî serincrakêş eweye ke ew fîlm û belgefîlmane mediyakanî parzêgakanî rojhelatî Kurdistan bilawkirayewe ke hawşêwey TRT 6 le bakurî Kurdistan weşan deken.

Eweş nîşanî dedat rêjimî Êran helûmercî bo karakirdin ew mîdiyane lebare.

Pirsyargelêk hate arawe ke aya ew dîkoment û fîlmane bo diwayî 40 sal deselat yek le diwayî yek bilaw debêwe?

  • Aya çend rastin û be çi amancêk berhem hênrawe?
  • Karîgerî le ser cilî niwê le komelga ta çi radeyeke?
  • Pêge ew partane le rojhelatî Kurdistan çone û doxî henûkeyan çi astêk daye?

Helbet pêş ewey hendêk şîkarî bikêt pêwîste amaje bewe bideyîn ke ew lew fîlmane da Êran PKK û PJAK’î be tîrorîst nawbirdûwe.

Bo wilamî ew pirsyarane dekirê awrêk le karnameyan bideynewe, goman lewe da niye ke rijêmî Êran cînayetkare û hezaran tawanî le ser gelanî Êran pêkhênawe.

Parte klasîkekan le salanî 1979 û hawkat le tek serheldanî gelan, helmurcêkiyan bo rexsa ke tewawî Rojhelat le destî awan da bû, gel henasey azadî heldemjî, belam şerî yektir, yektir qobûlnekirdin û deyan belge ke le encamî nakokî nîwan komel û dîmukirat, her weha let let bûnî paretekan kewte derewe.

Ewiş bûwe belgeyek le dest neyaran da, ew partane hergîz le rexndayî xoyan begel û rayî giştî neda û qet nehatin ew kemukûriyane bo gel û binemaleyî şehîdan rûn kenewe.

Serkirdekanyan maweyî 30 sal ziyatir her rêberayetî deken.

Ewan debûwa pêwanekanî dîmukirasyan riçaw birkdaba ber lewey rijêm le helekanyan kelik wergirêt, xoyan xesarnasyan bikradayet.

Bedaxewe hendêk le belgekan rast in, hendêkîş rijêm be zanabûn çewaşekarî tê da kirdûwe.

Layenkî dîke, ew partane berawerd serdemî şorişî gelan le dijwartirîn bardoxdan û le kempekanî başûrî Kurdistan qetîs bûn, werayî eweyî cimucûlekanyan çawdêrî dekirêt belkû bêhîwayî le naw rîzekanî pêşmerge be xokuştin û wazhênan û her weha aşkira kirdî belgeyî ciya nîşane doxî şêwawyane.

Bedinyanewe Êran amanc le bilawkirdnewey ew core fîlmane eweye ke rayî giştî beranber partekanî dîke û dirustbûnî her core altrnatîfêk çewaşe û bêhîwa bikat.

Lêdan le rast û çep tenya yek şit le ser pareyekanî kurd feriz dekat rûkirdinewe be gel biden û serleniwê xoyan serrast kenewe.

Xalî dîke partekanî dîkeş azmûm lewe bigirin heman hele dûbare nekenewe, eger xeta yan helekiyan kirdûwe rojêk zûtir rexenedan biden, pêş eweyî sûpay pasdaran be meramekanî bekarî bibat.

Nûçeyên Têkildar