Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Em pêngava berxwedana topyekûn didin destpêkirin’

Endamê Meclisa HDP’ê Dogan Erbaş têkildarî pêngava ku dê 8’ê sibatê de bidin destpêkirin axivî û diyar kir ku ew pêngava berxwedana topyekûn didin destpêkirin

Endamê Meclisa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş li ser kampanyaya HDP’ê ku dê di 8’ê Sibatê de ragihîne axivî û diyar ku dê gavên bi hêz bavêjin û ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê partiya wan xwedî cihekî taybet e.

Erbaş anî ziman ku desthilata AKP-MHP’ê li pey avakirina rejîmeke nû ye û da zanî ku dê dest bi pêngavek nû bikin û wiha got: “Em ê dest bi pêgava yekem a ku dê 4 mehan dom bike, bikin. Em dixwazin dest bi pêngaveke demokrasî û siyasî ya nû bikin. Bloka AKP-MHP’ê dixwazin rejîmeke nû ava bikin û bi vê yekê dengê hemû muxalefetê qût bike.”

Êrîşî HDP’ê dikin

Di axaftina xwe de Erbaş da xuyakirin ku ji gelek aliyan ve êrîşî HDP’ê dikin û ev tişt anî ziman: “Li ser hemû muxalefeta siyasî û civakî êrîşeke topyekûn heye. Noqteya êrîşan partiya me ye. Di demekê de ku dixwazin bi temamî partiya me tune bikin, me pêwîst dît ku bersivek bidin van êrîşan. Tevî hemû êrîşan berxwedaneke demokratîk û sivîl pêk bînin, bi hêza hevpar a gel re bi pêngaveke nû re dest bi çalakiyan bikin.”

‘Êdî dema azadiya Ocalan hatiye’

Erbaş bal kişand ku dê greva birçîbûnê û tecrîd sernavên esasî yên kampanyayê be û wiha domand: “Ji bo rakirina tecrîda li ser Birêz Ocalan li girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Li ser vî bingehî wê grevên biçîbûnê û tecrîd mijarên me yên esasî bin. Ya tê tecrîdkirin ne Birêz Ocalan, vîna gelê kurd e. Tecrîd li Tirkiyeyê bûye sîstemeke ya rêveberiyê û teknîkeke ya desthilatê.”

Di berdewamê de Erbaş bi bîr xist ku divê êdî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe û wiha pêde çû: “Êdî demê azadiya Birêz Ocalan hatiye. Êdî kampanyayek ya divê êdî azad bibe heye. Wê di kampanya me de nîqaşên divê azadiya Birêz Ocalan bê nîqaşkirin û dîsa biryarên saziyên navneteweyî jî di kampanyayê de bê girtina dest.”

Partiya sereke ya muxalefetê

Erbaş destnîşan kir ku partiya wan partiya sereke ya muxalefetê ye û wiha got: “HDP rola muxalefeta esasî dilîze. Tevî hemû êrîş û kampanyayên reşkirinê muxalefet û partiya me her diçe bihêz dibe û rêya xwe didomîne. Mijara girtina partiyê zêde me eleqedar nake. Lê di wê hêviyê de me ku tevgerekî siyasî ya ku pişta xwe dide hêza xweser a gel dê bi girtin û mijarên cihê yên mîna wê zeîf nebin.”

Endamê Meclisa Partiya HDP’ê Dogan Erbaş herî dawî diyar kir ku ew dixwazin bi muxalefeta civakî re hevpar tevbigerin. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar