Delîlayên şoreşê û kurmên darê

Di felsefê de tê gotin ku rengvedana cewher, di form de xuya dibe. Ev nirxandin û tespît, ji sedî sed ji bo Gulistan Tara,...

Êrîşkariya wan tirsa ji sosyalîzma PKK’ê ye

Mirovê me anîne asta ku “Ji mirinan, mirinê biecibîne.” Em dixwazin ji jiyîn û jiyanê li ser lingan bimînin. Vêca hûn ê bêjin çi eleqeya...

Çarşamba - 28 Ağustos 2024

Li Sûrê cenazeyek derket holê!

Li navçeya Sûrê ya Amedê cenazeyek derket holê. Polîsên ku hatin cihê bûyerê cenaze bi xwe re birin.Şahidê bûyerê destnîşan dike ku di encama kolana erdê de cenaze derketiye

Navenda Nûçeyan |

Li taxa Xasirliyê ya navçeya Sûra Amedê di 5’ê sibatê de cenazeyek hat dîtin. Li gorî agahiyên xebatkarekî di şîrketeke xebatên restorasyonê de dixebite cenaze di encama kolana erdê de derketiye holê. Xebatkarê ji ber ewletiyê nexwest navê wî bê parvekirin aşkera kir ku li derdora Dêra Katolîk, qiraxa Mescîda Xasirliyê cenazeyekî di nav paçekî mezin ê spî pêçayî derket holê.  Polîsên ku hatine cihê bûyerê karker û xebatkar ji cihê bûyerê dûr xistine û gotine dê ji Saziya Tiba Edlî ji bo lêkolînê heyetek were. Şahidê bûyerê destnîşan dike ku bi qasî 2 saetan polîs li wê dere mane lê ew nizane ku heyet hatiye yan na û piştre jî polîsan cenaza birin lê nizane birine ku derê. Xebatkarê ku şahidê bûyerê ye diyar dike ku dema polîsan di navbera xwe de diaxivîn gotine ev cenaze texmînî yê aydê 5-6 salan e.  Heke ev gotina polîsan rast be gumana ev cenaze aydê berxwedêrekî Sûrê be, zêde dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye 2015’an li bajar û navçeyên Kurdistanê yên wekî Sûr, Nisêbîn, Cizîr, Şirnex, Gever û hwd. xwerêveberiyên cewherî hatibûn ragihandin, şerekî giran rûdabû. Sûra Amedê jî yek ji van cihan bû ku bi qasî 100 ciwanên kurd li dijî hêzên dewletê 103 rojan li ber xwe dabûn û piraniya wan jî şehîd bûbûn. Lê belê nayê zanîn ku ev cenaze yê aydê yek ji van berxwedêrên Sûrê ye yan na.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar